Dijberiya Rasyonalîzmê ya John Locke

Dijberiya Rasyonalîzmê ya John Locke

Dijberiya Rasyonalîzmê ya John Locke  

Beriya her tiştî, John Locke ramana Descartes ya îdeyê ji bo ramanên xwe weke bingehekê hilbijartiye, ku îde tê wateya hemû tiştên ku mirov li ser difikire. Descartesî wiha pêbawer bû ku mirovî ji zayîna xwe ve xwediyê van îdeya ye. Belam John Lockê ezmûnger, bi temamî li dijê vê ramanê derketiye û vê angaştê qebûl nekiriye.

Li gor bîr û baweriya John Lock jî, mirov ti tiştan (îde, raman yan jî têgeh) ji zayîna xwe ve nayne. Belam, di destpêka jiyanê de zêhn, bi rêya têgîhan û fikirînê, zanayiyan bidest dixe. 

Li gor felsefeya John Locke 

1- John Locke di navbera îde û azmayişê de, têkiliyeka dualî ava dike. 

Têkiliya Yekemîn: Zêhna mirovî, di destpêkê de weke Lewheyeke Vale (Tabula Rasa) dest pê dike û her diçe (bi berfirehbûnê re) îdeyan bidest dixe.

Têkiliya Duyemîn: Hemû tiştên ku em pê dizanin ji azmayîşan/serboriyan têtin. Ji bo ku em bikaribin tiştekî weke zanayî bipejirînin, beriya her tiştan divê sedemên ku ji azmayîşên me têtin, hebin. Herweha divê teoriyên me yên zanistî jî ji bidestxistin/birêvebirinên aqlî yên razber zêdetir, ji azamayîşan werin û divê ku xwe bispêrin azmayîşan. 

2- Azmayîş, ji aliyê John Locke ve wekî du beşan hatiye bikaranîn. Li aliyekî ezmûna derveyî, ku xwe dispêre pênc livokên me yên sehekî. Li aliyê din jî ezmûna hundûrîn heye, ku di vê yekê de jî îdeyên ku bi riya ezmûna devreyî têne bidestxistin, têne bikaranîn. 

Li gor bîr û baweriya John Locke, hemû zanayiyên me bi riya pênc livokên me yên sehekî têne dîtin û bi rêya ezmûna derveyî jî têne bidestxistin. Piştra, ev daneyên ku bi riya sehekan têne bidesxistin (ku ev pêşnîyarên sade/basîd in yên wekî zer, dirêj û tirş in û ku wesfên yekemîn in) li hevdu têne girêdan û bi vî awayî jî îdeyên tevlîhev têne hilberandin. 

3- Herweha, Joh Locke îdeyan jî dike du beş… 

A- îdeyên sade/basîd

B- Îdeyên tevlîhev/kompleks 

Îdeyên tevlîhev, mirovî dikare bibêje ku bi riya hevûdûdana îdeyên basîd têne hilberandin. Îdeyên basîd jî, bi riya bandora nesneyan ku li ser sehekên me dihêlin, têne hilberandin. Îdeyên sade/basîd gellekî vekirî ne, lê îdeyên tevlîhev gellekî berfireh (bergehdar) in. 

Mesela em derheqê nesneyekê de dibêjin ku ew zer e, tirş e, mezin e û hwd û em van têgehan, digihînin leymon û rojê jî. Bi vî awayî jî em dibêjin ku: ‘Leymon tirş e, an jî tîrêjên rojê zer in.’ Û bi dereneke bi vî rengî em xwe digihînin îdeyên kompleks/tevlîhev. 

4- John Locke li gor taybetmendiyên wan, dibêje îdeyên sade/basîd xwediyê du wesfên cuda ne. 

A- Wesfên bingehîn/sereke: weke hejmar, şekil û tevger in.

B- Wesfên talî (wesfên di rêza duyem de): wekî deng, reng û têhm in. 

Wesfên bingehîn, ji nesneyan têtin û hege ew tunebin, em nikarin têbigihêjin wan. Wek tirşbûna leymonê, ku em nikarin îdeya tirşbûnê ji îdeya leymonê cuda bikin. Wesfên talî jî, li gor yê/ya ku têdigihêjê diguhere. Mesela leymon di heman demê de zer e jî, lê li gor ronahiyê dikare bi rengekî cihêreng jî were têgihiştin. 

5- John Locek wiha difikire ku nesne têne gihîştin. Têgihîştin jî, bi bandora wesfên nesneyan yên bingehîn û talî ku li me dikin, pêk tê. Îdeyên ku ji nesneyan têne têgihîştin, xwediyê wê hêze ne ku di zêhna mirovî de nesneyan temsîl bikin. Bi vî awayî îdeyên ku di zêhna me de hene, amizgerê nesneyên xwe ne û nûnerên wan in. 

6- Pejirandin an nepejirandina îdeyan, amizgeriya wan yan jî neamizgerîya wan, zanayiyê derdixe holê. 

7- John Lockî dibêje ku çar hêmanên ku zanayiyê derdixin holê hene… 

1- Jevbûn: Cihêkirina/veqetandina heyînekê ji heyînekê din û raxistina cihêrengiya wê ya holê. Mesela em dikarin bibêjin ku ‘dar’ eynî weke xwe ye û ji ‘hesin’ cihêreng e.

2- Tekilî : Diyarkirina têkiliya di navbera du heyînan de. Mesela wek diyarkirina têkiliya di navbera sêkoşe û çarkoşe de.

3- Girêdana bivênevê û hebûna bi hevdu re: Ji bo pêkhatina îdeyeke tevlîhev, pêdivî bi gellek îdeyên sade/basîd heye. Mesela îdeya televîzyonê. Em dizanin ku îdeya televîzyon ji gelek îdeyên biçûk pêk tê, lê ew hemû bi hevdû re îdeya televîzyonê pêk tînin.

4- Hebûna rasteqînî: Divê îdeyek bi rastî jî nesneyekê ku heye, temsîl bike. Mesela dema em behsa darê bikin, divê ev têgeh di xwezayê de temsîla darê bike. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

20.12.2014

Bersivekê binivîsin