Die Protestanische Ehtik Und Der Geist Des Kapitalizmus

Die Protestanische Ehtik Und Der Geist Des Kapitalizmus

Die Protestanische Ehtik Und Der Geist Des Kapitalizmus 

Serbend 1- Max Weber, civaknas û ramanwerekî alman e û bi xebatên xwe yên li ser ramana îktîsad, civaknasî û civaknasîya olê, tê naskirin. Max Weber xebata xwe ya ‘Rihê Kapîtalîzmê û Exlaqa Protestan’ ku navê wê yê orjînal “Die Protestanische Ehtik und der Geist des Kapitalizmus” e, di navbera salên 1904-1905 an de nivîsandiye û berhem cara yekemîn di sala 1905 an de di kovara Archiv fur Sozialwissenchaft und Sozialpolitik de, weke du beşan hatiye weşandin. 

Di berhemê de, di pêşveçûna rihê kapîtalîzmê de li bandûra ol tê lêkolîn; gelo ka kapîtalîzm ji olê ketumet bûye yan na? Ger ketumet bûbe ev ketûmetbûneka çawa û bi çî rengî ye û ger bandûrek hebe, em ê kîjan hêla kapîtalîzmê bispêrin vê yekê, tê vekolandin. Nivîskar wiha bawer dike û diparêze ku di pêşveçûna rihê kapîtalîzmê de bandûreka mezin ya exlaqa prostenîyê heye. Di vê wateyê de ne li kapîtalîzmê, li rihê ku kapîtalîzmê pêk anîye, ango li ‘rihê kapîtalîzmê’ vekolaye. 

Li hêla din jî nivîskar wiha dipejirîne ku kapîtalîzm bi tenê li Ewropaya Rojava, bi rêya bandûra sîstemên bawerî û nirxên civakê derketiye holê. 

Serbend 2- Berhem, bi pêşgotina Weber ya ku ji bo çapa sala 1920 an nivîsîye, dest pê dike. Di vê pêşgotinê de Weber behsa rexneyên ku ji aliyê Felix Rachfol, Werner Sombart û Lujo Brentano ve li berhemê hatine kirin, dike û van rexneyan dibersivîne. Herweha dîsa di pêşgotina xwe de Weber, behsa nêrîneka dinyayê ya ku Ewropayê wek navend dibîne û bêhampatiya şaristanîya Ewropayê dike û dibêje ku taybetmendiyên ku şaristaniya Ewropayê xwediyê wan in, li tu dereka din peyda nabin. 

Di beşa yekemîn ya berhemê de bi sernavê ‘Pirsgirêk’ li Mezheban, Tebeqebûna Civakî, Rihê Kapîtalîst û Têgeha Pişeyê ya Luther vekolaye. Di vê beşê de Weber bi awayekî taybet, li ser têkiliya cihêrengiya mezheban û rihê kapîtalîst rawestiya ye, piştra jî dilêrîna jiyanê ya Qatolîk û Protestanan, rûbirû kiriye. Di beşa duyemîn de jî li ser têkiliya exlaqa pîşeyî ya protestanîya asketîk, bingehên olî ya asketîzma dunyevî û dîsa li ser têkilîya asketîzm û rihê kapîtalîst rawestiya ye. Weber bi vê xebata xwe re hemû hêlên ajoya (guduya) qezenckirinê ku bi awayekî xwezayî li cem mirovan heye, têkilîyên di navbera exlaqa prostestanîyê û rihê kapîtalîst de hene û hemû hêlên têkiliyên bazirganî û çandî, raxistiye holê. 

Serbend 3- Weber, wiha diparêze ku ajoya bidestxistinê, qezenc û hesta karkirinê, bi kapîtalîzmê re ne heman tişt in. Qesta wî ya ji kapîtalîzmê, kapîtalîzma endustrîyel ya nûjen e. Li gor bawerîya Weber, di pêvajoya dîrokî de gellek civakan; çalakîyên ekonomîk yên ku wesfên kapîtalîst di naveroka xwe de diguncînin pêk anîne. 

Bengînîya kar û kezencê jî, di her serdem û civakê de hatiye dîtin. Belam, taybetmendîya kapîtalîzmê ya veqetîner, rêlibergirtina mengînîya kar û kezencê ya ku bi vegirtin, spekulasyon û bi macerayan pêk hatiye, ye. Ango, rêlibergirtina van ajoyên derêaqil e. Yê ku kapîtalîzmê derxistiye holê, ne spekulator û ne jî, sermayedar in. Tiştê ku kapîtalîzmê derxistiye holê, mirovên karhez yên rast û dirist yên ku bi karên xwe mijûl in û tu sextekarîyan nakin in. Mirov dikare bibêje ku ev mirov bi temamî bi karên xwe ve mijûl bûne. Ekonomîya kapîtalîst, li ser kezenca ku bi rêya pevguheranê pêk tê hatiye damezrandin û tevgereka aştîxwaz e. Kapîtalîzm bi şeklê ku li Rojava derketiye holê, wekî dem û dezgeyeka (îşletmeyeka) bîrokratîk; bi awayekî aqilane xwerêxistîkirina keda azad e. 

Dem û dezgeyeka domdar û aqilane, her dem li pey kezenceka ku xwe nû dike û berhemdarîyê ye. Di vê wateyê de mirov dikare ya kapîtalîzmê, bi hebûna dem û dezgeyên ku ji bo bidestxistina kar, disîplîneka aqilane û xwerêxistîkirina hilberandinê binasîne. Di dem û dezgeyên ku bi awayekî bîrokratîk xwerêxistî kirine de karsaz, bi awayekî profesyonel xwe dispêrin keda bi meaş. Bi rêya bikaranîna vê kedê, dixwazin ku kar bikin û sermayeyekê bicivînin. Xwestina herî zêde ya karkirinê, ne li gor hêza karkirinê ye û di heman demê de xwesteka daneheveka bêsînor e jî. 

Serbend 4- Yek temamker û ya din jî bivênevê, du şertên kapîtalîzmê hene. Şerta temamker, hêla maddî ya kapîtalîzmê tîne holê. Ev jî; hebûna çîna bûrjûvazîyê, bajarîbûn, berfirehbûna teknolojîk ya endustrîyel û hiqûqa rasyonel in. Şertê bivênevê jî, asketîzma (rihê kapîtalîzmê) ku berê xwe daye dinyayê ye. 

Serbend 5- Li gor bawerîya Max Weber, hemû welatên Rojavayî yên ku piştî tevgera Reformê bi pêş ve çûne, Protestan in. Herçiqas di destpêkê de kapîtalîzm li welatên Qatolîk derketibe holê jî, kapîtalîzma endustrîyel; li welatên Protestan (Hollanda, İngilîztan, Almanya û Amerîqaya ku exlaqa pûrîten dipejirîne) bi pêş ve çûye û berfireh bûye. 

Serbend 6- Çar rêyên cihêreng yên ravekirina Protestanîyê hene: Kalvenîzm, Pietîzm, Metodîzm û Tevgera Baptîst. 

Serbend 7- Dilêrîna Max Weber ya exlaqa Protestan, di esasê xwe de xwe dispêre raveya Kalvenîst, dazanîna teqdîrê ya îlahî û asketîzma dinyewî. Mirovên Kalvenîst, ji ber dilêrîna xwe ya bextparêz (qederparêz); ji şaxên din yên Protestanîyê vediqetin. 

Asta herî bilind ya çanda kapîtalîst ku bawerîyeka derbasdar e, Kalvenîzm e. Hêmana (prensîba) bingehîn ya Kapîtalîzmê, dazanîna (doqtrîna) teqdîra îlahî ye. 

Li gor Belavoka Mezin Ya Westminstera 1647 an, pejirandinên bingehîn yên vê dazanînê ev in: 

– Xwedê, gerdûnê ji navûdengê xwe afirand. 

– Mirov, nikarin bigihêjine xwedê. 

– Çûna bihûşt an jî dojehê (cennet û cehnemê), ji berê ve kifş e. 

– Ji ber ku mirov nikarin bigihêjin xwedê, ew bi çûna xwe ya bihûşt an jî dojehê jî nizanin. 

– Mirov divê li vê dinyayê bişuxulin û xizmeta navûdengê xwedê bikin. 

– Her cure zewqa dinyewî, kêf û şahînî, qedexe ye. 

Serbend 8- Mirovekî ku bawerîya xwe bi vê yekê bîne, wiha bawer dike ku xwedê, wê bi nîşandayîna tiştekî vê yekê pê bide zanîn. Mînak: Wekî ku mirov xwedîyê behreyeke (yetenekeka) taybet be. Hege mirov ne xwedîyê hindek wesfan be; wê demê wê ev ê ji bo ku bikaribe bigihêje rizgarîyê, ber bi dewlemendiyê ve biqeside û wê bixwaze ku bibe dewlemendek. 

Lewra dewlemendî, yek ji nîşana rizgarbûnê ye û yên dewlemend jî, mirovên hilbijartî ne. 

Kalvenîst, li dijê dilêrîna bextparêz dernakevin, beravajîya vê yekê; ew bextparêz in. Di vir de pirsgirêka bingehîn ya şexsan zanîna, an jî pênezanîna vê zanayîya ku ji berê ve diyar e, ye. 

Pêdivî pê tune ku mirov wekî ku di dilêrîna Qatolîkî de heye; birçî û tazî bijîn. 

Hege bişuxulin û bi ser bikevin, ev yek nîşan dide ku ew ji wan mirovên ku hatine hilbijartin in. Bi vê yekê jî wê ew bi dewlemendîya xwe, îbadetên xwe bînin cîh. Ango, hege tu zengîn bî, ev yek tê wê wateyê ku te îbadeta xwe bi cîh anîye. 

Serbend 9- Luther, bi raveya teolojîk ya Serdema Navîn ve girêdayî ye. Di dazanîna wî de jiyana olî, xwe dispêre çanda hestan û tu mahneyan, li têgeha pîşeyê/meslekê bar nekiriye. Li gor bawerîya wî, tiştekî ne baş e ku mirov perên xwe li faîzê razîne û dîsa, divê mirov li pey dewlemendîyê nebeze. Ji bo mirovekî pêkanîna erka pîşeya/meslekê xwe, îbadeta herî raser û tevgereka herî baş ya exlaqî ye. 

Jiyaneka wek ya keşeyan (keşîşan) xweperestî ye û hilbera nehezkirinekê ye ku bi vê yekê, xwe ji hemû wezîfeyên xwe dide paş. Mijûlahîya pîşeyî, dengvedana hezkirina cîrantîyê ye. 

Şuxlên mirovan ya bi serê xwe, tê wateya şuxla ji bo ‘mirovên dinê.’ 

Di bin kîjan şert û mercan de be bila be, pêkanîna erkên dinyewî; dilê xwedê xweş dike û ji xwe, ev yek xwestekeka xwedê ye jî. 

Ji ber vê yekê jî, her pîşeya ku mirov bi dilê xwe û bi serbestî hilbijarti be, di qata xwedê de; xwediyê heman girîngîyê ne. 

Serbend 10- Lê di Kalvenîzmê de hesta bi serê xwe tenê û rewşa rih, wekî tiştekî xapînokî tê dîtin û di naveroka wateya/têgeha pîşeyê de, pêşnûmayeke olî heye. Ji bo ku mirov bikaribe bigihêje rizgarîyê (xwe ji guhehan biparêze û bibe mirovekî xwedê jêhezkirî), divê mirov di jiyana filehtiyê de çalak be û karên ku navûdengê xwedê gewre dikin, pêk bîne. 

Şexs divê her dem vê ramana hilbijartin û qewirandinê li ber çavan bigire û çavdêrîya xwe bike. 

Armanca tekane ya Kalvenîstekî, bilindkirin/zêdekirina çalakîyên civakî û navûdengê xwedê ye. Ev xusus, mijûlahîya pîşeyî jî diguncîne. Hezkirina ji cîranên xwe, ji bo xizmeta navûdengê xwedê hatiye vegotin. Nexwe, ne ji bo armanca xizmeta afirandeka ye. 

Yên ku hatine hilbijartin, dêrên xwedê ne û wê wiha jî bimînin. 

Di Kalvenîzmê de şexs ji bo bikaribin hebekî be jî, wê bara bextê xwe yê ku diyar e sivik bikin û bibin serdestê wê tirsê û ji xwe ewle bin, divê xwe bidin karên/pîşeya xwe. Ancax bi vê yekê şexs dikarin xwe ji wê gumanê dûr bixin û bibin yek ji wan mirovên ku hatine hilbijartin. Bi vê yekê rewşa xwe, garantî dikin. 

Serbend 11- Bi aqlê xwe ku bisînor hatiye afirandin, mirov nikarin têbigihêjine aqlê afiraner yê bêsînor û hemû cure ragihandin jî, hatiye qedexe kirin. Ji ber vê yekê, sêhr û efsûn, hatiye qedexe kirin. Pêvajoya jiholêrakirina sêhr û efsûnê û hemû cure bawerîyên batil ku bi cihûtîya kevin dest pê kiribûn, bi Protestanîyê encam daye. 

Ramana bi alîkarîya dêrê û ayînê gihêjtina rizgarîyê, di navbera Protestan û Qatolîkan de, ferqeka mezin e. Li cem Qatolîkan ayînên dêrê, pîroz in û ev yek, ji bo şexsan di warê kêmasîyên şexsî de wek alaveka parsengkirinê tê dîtin. 

Mirov dema ku gunehekê dike, diçe cem rahîb û efûya xwe jê dixwaze. Erkeka bi vî rengî ya rahîban, heye. Belam di Kalvenîzmê de, qedereka naguher ku ji destpêkê ve hatiye kifşkirin, heye. 

Serbend 12- Xwedayê Kalvenîzmê ji bawermendan ne karekî baş, lê sîstemeka ku xwe gihandiye pîrozîya kar/şixul dixwaze. Bi rêya vê sîstemê wê tevgera exlaqî ya mirovan, ji bêrêziktî û serberdayîyê xilas bibe û wê jiyana wî, bi rêbazeka naguhêr ve were girêdan. 

Serbend 13- Asketîzm, beravajîya raveya Qatolîk ya Serdema Navîn; jiyaneka ronak û hişmend, ji xwe re dike armanc. Xîzmeta ji bo navûdengê xwedê, ancax bi şixul dikare pêk were. Xerckirina demê ya vale, gunehê herî mezin e. 

Xeberdana beradayî, luks û xewa zêde, ji hêla exlaqî ve tu carê nikare were qebûl kirin. Nexwestina şixul, nîşana kêmasîya pîrozîyê ye. Li cem Luther mijûlahîya pîşeyî, qedereke ku divê mirov sitûyê xwe li ber bitewîne û xwe bi pêş bixe, ye. Belam di Kalvenîzmê de, ev yek fermanek/emirek e. Neyarê asketîzmê yê tekane, sitandina zewqê xwezayî ye. 

Protestanîya asketîka dinyewî, li hember wê zewqa ku bi malhebûnê re tê derketiye û serfkarîyê, bi taybetî jî serfkarîya luks, bi sînor kiriye. Digel vê yekê, dîsa jî kezenca mal ji qedexeyên exlaqa Qatolîk/kevneşopî rizgar kiriye û vê yekê, wekî fermana/xwesteka xwedê dîtiye. 

Li hemberê zewqa bedenî û girêdanîya malên dinyayê, kezenceka sûdmend û aqilane, hatiye parastin. Li ber xerckirina beredayî ya ku hatiye kezenckirin, rê hatiye girtin û bi awayekî aqilane, bikaranîna sermayeyê hatiye teşwîqkirin. 

Hilberandineka zêdetir, kezenc, berhevdana sermayeyê û xwenûkirina veberhênanê, baş hatiye dîtin û serfkarî, hatiye qedexekirin. Ji hêla exlaqî ve tiştê ku li dij hatiye derketin; rihetîya serwetê, tiralîya dewlemendîyê û ya herî girîng jî, ji hewl dana bidestxistina jiyana ‘pîroz’ dûrketin e. 

Kapîtalîzm heta ku Kalvenîzm dertê holê, di warê xwerêxistîkirina hêza kedê de ne xwedîyê helwesteke aqilane ye û bi awayekî kevneşopî tevdigere. 

Berhevkirin, şixulîna bêrawest ya bi rêkûpêk û aqilane ya exlaqa Protestan, rê li pêşveçûna kapîtalîzmê vekirine. Di vê wateyê de Kalvenîzm ji bo kezenceka mezintir, serbestberdana çalakîya ekonomîk ya taybet, parastiye. 

Serbend 14- Di pêşveçûna îktîsadî ya USA ê de, rolê exlaqa pûrîten gellekî mezin e. Bi taybetî jî bi xêra cemeetên ku ji alîyê çîna navîn ve hatine rêxistîkirin, exlaqa pûrîten belav bûye. Exlaqa pûrîtên di derketina holê ya şexsperestîyê de jî, xwedîyê roleke girîng e. 

Di dilêrîna vê exlaqê de mirov, ji têkiliyên mirovî û hevaltîyê ne ewle ne û bawerîya xwe pê naynin; bi tenê ji xwedê bawer in û jê ewle ne. Pûrîten, bi tenê bi rewşa xwe ya ruhî û rizgarbûna xwe re eleqeder in. Lewra, dibe ku yên herî nêzîk jî hatibin lahnet kirin. 

Xwestina feqîrtîyê, ji xwestina nexweşîye ne cihêreng e û wekî heman tiştî tê dîtin û ev yek ji hêla pîrozbûna kar ve, tê şermezar kirin. Çimku di rewşeka wiha de şexs, zererê didine navûdengê xwedê. Tiraliya begên feodal û quretîya yên ku piştra dîtine, bi xezebî têne pêşwazî kirin. Digel vê yekê exlaqa bûrjuvazîyê ya ku xwe gihandiye astekî, tê pejirandin. 

Serbend 15- Mezheba Qatolîk, ji bo axretê ji vê dinyayê rûbadanê fêrî bawermendên xwe kiriye. Ango ji bo dinya dinê, divê mirov ji vê dinyayê rû ba bide. Qatolîk, bawerîya xwe bi kêmkezencê anîne. Faîz, heram e û alîkarîya feqîran, xêreka mezin e. Vê rewşê jî, rê li ber kapîtalîzmê girtîye. Tam jî di vê xal/qonaxê de Protestanî tevlî mijarê bûye û kapîtalîzmê, bi pêş ve birîye. 

Serbend 16- Weber dilêrîna Karl Marks ya materyalîzma dîrokî, red dike. Ew, tevgera ekonomîk bi tevger û helwestên olî şirove dike. Di vê wateyê de jî, avahîya jêrîn (ekonomîyê), li gor avahîya jorîn (ol/dîn) şirove kiriye. 

Têgeha statûyê li cem têgeha çîn, bi cîh kiriye. Li têgeha Marks ya çîna civakî ku xwe dispêre milkiyeta alavên ekonomîk, hinek îmtîyazên mezhebî û hinekên ku ji zayînê ve tên, zêde kiriye. 

Serbend 17- Di jiyana kapîtalîst de mirov, ji bo şuxul/kar heye. Karsazê îdeal ew e ku ji kar nareve û xwe di civakê de nade pêş û qure nake. Weber wiha bawer dike ku serwet ji bilî hesta ‘ cîbicîanîna pîşeyê xwe’ tiştekî din nade mirov. 

Pere, deyn û kredî, di sîstema kapîtalîst de têne teşwîq kirin. 

Sîstem, bi demê re vediguhere kefeseka ji hesin. Dinya me jî, her diçe bêgav dimîne ku di nav vê kefasa hesinî de kar bike. 

Serbend 18- Bandûra kapîtalîzmê piştî ku hestên olî têne derbaskirin, dertê holê. Hewl dana gihêjtina rizgarîyê, bi demê re û bi windabûna kokên olî re, cîhê xwe ji feydeperestîya dinyewî re hiştiye. 

Ramana ‘xwedê ji wî karî/tiştî hez dike ku bi dijwarî pêk tê,’ cîhê xwe ji exlaqeka pîşeyî ya bûrjuva re, dihêle. 

Serbend 19- Karsazek heta ku di nav sînorên rastîyên lewnî/formel de bimîne, tevgera wî ya exlaqî bê leke be û serweta xwe baş bikar bîne, bi ramana ku ew ‘ebdekî hezkirî ye’ dikare li pey kezenc û berjewendiyên xwe bibeze. 

Di ser van hemûyan de jî asketîzma olî, karkirên ku baş dixebitin û ev rewşa wan ji alîyê xwedê ve jî wiha hatiye xwestin, dide bin imrê wan. 

Herweha ev newekhevîtî, xwestekeka xwedê ye jî. Çimku bi vê yekê xwedê, ebdên xwe ezmûn dike. 

Calvîn wiha gotiye: ‘Gel, ango girseya karkir û zeneetkaran; heta ku feqîr bin dikarin bi xwedê ve girêdayî bin.’ Ango, ne hatiye xwestin ku girseya gel û karkir, dewlemend bibin. 

Lê hollandîyan vê yekê hebekî nerm kirine û gotine ku: ‘Mirov, dema ku bêgav dimînin dixebitin.’ 

Ravekirineka bi vî rengî ya kapîtalîzmê, piştra; sazîya hilberandina keda erzan derxistiye holê. 

Serbend 20- Li gor bawerîya Weber, di destpêkê de exlaqa Protestan kapîtalîzmê destnîşan kiriye. Lê piştî ku kapîtalîzm bi pêş ketiye, bûye destnîşankarê Protestanîyê. Li gor bawerîya wî, ol ji rewşa destnîşankar derketiye û hatiye destnîşan kirin ku ew yek, rewşeka dramatîk e. 

Lêkolîna pirtûka Max Weber ya bi navê ‘Rihê Kapîtalîzmê û Exlaqa Protestan’ 

Lêkolîn: Gamze Arslan 

Gamze Arslan li Zaningeha Silêman Demirel, xwendekara doqtorayê ye. 

Werger: Ali Gurdilî

info@felsefevan.com

Çavkanî: E- Aqademî