Dibistana Stoaparêz

Dibistana Stoaparêz

Dibistana Stoa / Stoaparêzî

(Felsefeya Sereke ya Împaratoriya Romayê)  

‘Mirin û bela, ji ber ku li derveyê îradeya me ne, em nikarin wan kontrol bikin û têne serê hemû mirovan,

lewma jî divê em bi giramî pêşwaziyê li wan bikin.’  

   Damezranerê vê dibistanê Zenonê Qibrîsî (B.Z.334-263) ye. (1)  Felsefeya Stoaparêz wekî tevgereke felsefî bi hizr û ramanên xwe, bi qasî 500-600 salan berdewam kiriye. Di vê dewrê de felsefeya rojavayê ligel felsefeya stoaparêz, ji rewşa felsefeya yewnanî xwe xilas kiriye û bûye felsefeyeke navneteweyî. Bêguman ev geşedan, rasterast encameke seferên Skenderê Duloquç bû û bi saya seferên wî, çanda yewnanî li temamiya cîhanê belav bûye: Stoaparêzên ewil axlebî xelkê sûrî bûne, yên ku piştre hatine jî bi pirranî romayî bûne.

Tê dîtin ku ji pileyên civakî yên pirtexlîd, gelek kes beşdarê vê ekolê bûne û heta yek ji wan kole (Epiktetos) û yekî din jî Împaratorê Romayê (Marcus Aurelius) bû. Wer xwiya ye ku Stoaparêzî ji imparatoran re gelek balkêş xwiya kiriye. Li gor pisporekî felsefeyê, hema hema hemû împarator û kralan, bi awayekî eşkere gotine ku ‘em stoaparêz’ in. Min li jor jî destnîşan kir ku damezranerê vê felsefeyê Zenonê Qibrîsî ye û bi navê Zenonê Eleayî jî feylesofek î din jî heye. Di felsefeya Stoayê de ramana bingehîn, raseriya aqil e û wiha bawer dikin ku tu tişt weke aqil, ne hêzdar e. Bêguman heke em hinekê vê prensîpa wan ya sereke şirove bikin, em ê bêtir têbigihêjine felsefeya wan û hinek encaman bi dest bixin:

1- Hemû rasteqiniya ku aqil dide û a ku heye, ev cîhan e. Ango, cîhana xwezayî ye. Li ‘jor’tir jî, tiştek tune û xweza jî, bi prensîpên aqlî tê birêvebirin. Em jî, perçeyekê xwezayê ne. Ji gotina peyva ‘Xwedê’ mebest rihê aqlî ye, ku me û hemû xwezayê dadigire. Heke em bikaribin têbigihêjine vê yekê, wê demê em ê bizanibin ku Xwedê ji dinyayê ne cihê ye û ne li derveyê dinyayê ye; li vê dinyayê ye û di her tiştî de ye û xwe berdeya dilê her tiştî. Lewre, ew aqlê dinyayê ye. Dema ku em xwe bi xwezayê re bikin yek û dema ku bimrin, ji ber ku war û qadeka ku ji xwezayê bilintir e tune, ne pêkan e em bikaribin herin ‘warekî’ din jî. 

Em bi helandin û ji hev ketinê jî, carekê din vedigerin xwezayê. Di vê xalê de meriv dikare bibêje ku Stoparêzî herî zêde, bi vê ramana xwe navdar bûye û hatine nasîn. Bêguman, bandûra vê etîkê jî gelek zêde hatiye dîtin. Xweza ji aliyê prensîpên aqlî ve tê birêvebirin, her tişt wekî xwe ye û sebebê vê yekê jî heye. Em nikarin wê biguherinin yan daxwaza guherandina wê bikin. Ji ber vê yekê jî divê em qebûl bikin ku mirin heye û rastiya mirinê jî, biperijînin. Heke hestên me mirinê qebûl nekin, ew xelet in.

Di vê xalê de divê were gotin ku Stoaparêzan gotine ku hestên me, darazên (hukm) me ne û girêdayî, têgihiştinê ne. Yanî gotine ew çewt yan rast bin jî, ew cureyên ‘zanîniyê, zanayiyê’ ne. Mesela çikûsî (xesîsî, çavbirçîtî) xwe dispêre ramana ‘pere ji her tiştî qîmettir e û ji bo qezenca pereyan, çi lazim be divê meriv bike’ û darazeke (qeneet) çewt e. Heke em hemû hestên xwe li bêjinga (moxil, serad) aqil bidin, wê demê hestên me berê xwe bidin darazên rast û dê wan bibêjin, wê demê jî em ê bikaribin tiştan bi reseniya wan (ew çawa bin wisa) bibînin û ligel wan bin û bi wan re bibin yek.   

‘Her aligirê stoa, stoaparêz e. Lêbelê, di filehtiyê de fileh li kû ye?’

(Ralph Waldo Emerson) 

Mirovên ku baweriya xwe bi felsefeya Stoayê anîne, ligel aliyên erênî aliyên neyînî yên jiyanê jî herdem pejirandine û xwe jê nedane paş. Lêbelê dibe ku wan jî gelek êş azarê dîtibin û ji bo demên wiha jî,  bawer kirine ku meriv xwe bikûje baştir e. Wate, baweriya xwe bi xwekûştinê jî anîne, asayî dîtine û pirraniya wan jî, xwe kûştine. Hema hema pirraniya feylesofên sereke yên stoaparêz, xwe kûştine.

Gelek ramanên hêja û girîng yên stoaparêzan ku hemû jî bi latînî ne,

di metnên stoaparêzên ji nifşa duyem de hatine dîtin. Di nav wan feylesofan de Seneca (B.Z.2-P.Z.65) (2) û Marcus Aurelius (M.S.121-180) (3) feylesofên herî naskirî ne. Lewma jî, lêkolînerên ku dixwazin dibistana stoayê binasin, divê ew berê xwe bidin metnên wan. 

Derheqê etîka stoa de jî meriv dikare bibêje ku etîka wan, ji layê kesên biyanî ve jî gelek hatiye ecibandin. Helbet, sepandina vê etîkê wisa ne hêsan e ku herkes bikaribe jiyana xwe li gor vê etîkê bijî.

Di vê xalê de divê were gotin ku bandûra etîka stoa ya ku di dewra Seneca, Epiktetos û Marcus Aureliusî de hatiye nivîsandin, bandûreke pirr mezin li etîka filehtiyê kiriye. Îro jî dema ku behsa ‘stoa’ û ‘stoaparêzî’yê dibe, dilxweşî û şanaziyek tê hîskirin, çimku stoparêziyê li hemberî êş û tengasiyên jiyanê îmajeke baş ya ‘bêhfirehî, sebir û tehemulê’ afirandiye. Stoaparêzî, bêguman ne tenê felsefeyeke ehlaqê bû, meriv dikare bibêje ku di mijarên mantiq û zanînînasiyê (felsefeya zaniniyê) de jî, xebatên baş kirine. Di rastiya xwe de tiştên ku wan fêrî mirovan kiriye, têgihiştineke tevahî ya jiyanê ye.   

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

06.04.2016         

Jêrnivîs       

1- Zenonê Qibrîsî (B.Z. 334-263) damezranerê dibistana (xwendegeh, ekol) stoaparêziyê (ing: stoicism, fr: stoicisme, tr: stoacılık) ye. Zenonê Qibrîsî di berhema xwe ya bi navê ‘Dewletê’ de, raseriya hiqûqê û gerdûnitiya saziyên siyasî parastiye. Ji bilî çend jêgirtinên bela wela, ew berhem mixabin heta roja me nemaye. Li gor bîr û baweriya Zenon, ehlaq xwe dispêre çar hêmanan, ku ew jî:  

1- Hilbijartina rast                  

2- Tehemûlkirina bisebr

3- Tevgerîna bi pîvan

4- Parvekirina bi edalet in.  

Xwendegeha Stoayê, bi qasî 500-600 salan berdewam kiriye. Xwendegeh wekî ya kevin, navîn û dawî, hatiye dabeşkirin. Lê meriv dikare ramanên hevpar yên wan xwendegahan wiha rêz bike: Stoparêzan, bersiva pirsa ‘Ya ku bi rastî jî heye, çi ye gelo?’ wiha bersivandine: ‘Ev şexs in, wesfên van şexsa ne.’ Hemû şexs wekî vezelana di yek ‘bêhneka germ’ de hatine dîtin. Şexs, axlebî wekhev in.

Ev wekhevî jî, ‘sempatiya tevahî’ pêk tîne. Wateyeka din ya ‘Sempatiya Tevahî’ jî, vekeheviya şexsa ye. Ferqa di navbera şexsan de, ferqa dereceyekî ya di ‘bêhna/nefesa germ de’ ye. Valahî tune, nexwe atom jî tune nin. Dem, war, atom, hereket, cins û çeşn, bi awayekî nesnel tune nin. Bi tenê, di ziman de hene. (Lekton) Mesela ava golekî, bi rastî jî heye. Lê hereketa di golê de, ku xwedegiravî heye, bi tenê di zimên de heye. Valahî jî, di gotinê de heye. Nexwe, atom jî tune nin. Heke wiha be, epîkurparêzan jî çewt fam kirine. Çimku, şexs, ne lodeka atoma ne. Vezelîna herî bilind, nefesa germ e, Xwedê ye. Ji vê yekê re jî, gotine <logos>.

Li gorî stoaparêzên diyalektîk; rih ji zayîna xwe ve, wekî kaxezeke spî ye. Zanayiya resen jî, piştî derbasbûna rih ya ji pêhêsiya kiryarî (fiêlî) ber bi tesewuran û ji tesewuran derbasbûna pêşniyaran tê bidestxistin. Zanayiya resenî, ew zanayî ye ku mirovî qane dike. Li gor baweriya stoaparêzan, erka mamoste (dersdaran) ew e ku qeneeteka misoger bidine şagirdên xwe, neku wan îsbat bikin.

Armanca etîkê sikûneta rih e, gihêjtina serbestiya hindûrîn e û ne hewce ye ku meriv, bi nirxên sosyal re mijûl bibe. Lêbelê jiber ku mirov di civakekê de dijîn, divê ew wezîfeyên xwe jî bi cih bînin. Mirovên zana ji ber ku xwediyê ‘rihê gerdûnî-nefesa germ’ in, ew ne hewcedarê ti kesî ne û ji guherînên sosyal jî ketumet nabin. Jiber ku ‘logos-rihê gerdûnê-sempatiya tevahî’ li cem hemû mirovan heye, hemû mirov xwediyê mafên wekhev in û edaleta tekane ya rasteqîn jî, ‘dewleta dinyayê’ ye.

Taybetmendiyên vê xwendegehê: 

1- Felsefeya herî girîng, ya dewra hellenîstîk e.

2- Mîna epukurparêziyê, ew jî felsefeyeka ehlaqê ye.

3- Di perwerdehiyê de, di dewsa <îsbatê> de, rêbaza <qaneyê> bikar anîne.

4- Avakarê xwendegehê, Zenonê Qibrîsî ye.

5- Ramana wan ya bingehîn, serbestiya hindûrîn ya mirova ye.

6- Jiyanek a ku amizgerê xwezayê ye pejirandine.

7- Serweriya aqil parastine.

8- Mengîweriya hemwetîtiya dinyayê, parastine û vê yekê, ji xwe re kirine armanc. Jiber ku Zenonî dersên xwe li galeriya (pêşangeha) bi navê Stoayê daye, ev nav ango Stoaparêzî li wan hatiye danîn.

2- Seneca (B.Z.2-P.Z.65): Feylesof û siyasetvan.Yek ji wan stoparêzên dawî ye û mamostetiya Neron kiriye. Demekê (P.Z.54-62) di rêveberiya Împaratoriya Romayê de jî, wezîfedariyê kiriye.   

3- Marcus Aurelius (M.S.121180): Împaratorê Romayê, di navbera salên P.Z.161-180an de li ser text maye û di dewra wî de Împaratoriya Romayê, di dewra xwe herî baş de bûye. Aligirê felsefeya stoparêz û împaratorek î serkeftî bû.    

Jêderên Giştî

1- www.felsefevan.org

2- Dîroka Felsefeya Serdema Pêşîn. Ahmet Arslan. Weş. Z. Bilgî

3- Destpêka Felsefeyê. Ali İhsan Candoğan. Weş. Dem

4-  Dîroka Felsefeyê. Nils Gilje, G. Skirbekk. Weş. Kesît. Sala 2011.

5- Kurteçîroka Felsefeya Rojavayê. Prof. Bryan Magee

6- Dîroka Felsefeyê. Prof. Macit Gokberk. Weş. Pirt. Remzi. 1985.

7- Ferhenga Felsefeyê. Ali Gurdilî.

8- Destpêka Felsefeyê. Ali Gurdilî. Weşanên Soran. 2015. Almanya. 

* Beyî nîşandana çavkaniyan, bi tu hawî nayê qopîkirin. 

Bersivekê binivîsin