Dialog

Dialog

Diyalog 

Min got: her tişt evîn e.

Wî got : her tişt şer e.

Min got: şer ji bo evîn ê.

Wî got: evîn meriv dixapîn e. Miin got: evîn hêviye, bê evîn jiyan pûç û sar e, şer jî bêhêvitiyê tê hewldaneke ji bo geşbûna hêviya ye.

Wî got: hêvî di şer de ye.

Min got:şer ji bo evînê, evîn ji bo jiyanê, jiyan bi reng û dengê xwe xweş e.

Wî got: her tişt ji bo azadiyê.

Min got: sînorê azadiyê nîn e, her zindî ji azadiyê tiştekî din dixwîn e. Hin azadiyê di tunekirinê de hin ji di mayinê de dibînin. Azadiya serdest û bindest, ya berxik û qesab, ya evîndar û evînnenas, ya oldar û ateîst, ya felsefevan û dogmavan ye nîn e, ya jin û mêr yek nîn e.

Wî got: her tişt tekoşîn û şer e.

Min got: di vir de ayidiyet grînge. Şer ji bo şer, evîn ji bo evînê nabe, daxwazën hevpar, mafê hevpar, nirxên hevpar, berjewendiyên hevpar û yê rikber dibin sedema şer û lihevhatinê, yan jî aştiyê, aştî hevpejirandine. Lê divê ji bîr nebe evîn aştiya rih û rewaniye.

Wî got: şer ji bo aştiyê.

Min got: ez dîsa dibêjim, li jiyanê her tişt evîn e, evîn aştiye, yên neaşt, bi evîneke bi darê zorê û zextên desthelatdariya siyasî; netewî û olî bikartîne ji hêrs xwe aşt bike. Ya derûnî û zayendî.

Wî got: zayend ne grîng e, ya grîng azadiye.

Min got: di jiyanê de her tişt grîng e, yê negrîng, negrîngtî bi xwe yî.

Newaf Mîro

07.10.15

Bersivekê binivîsin