Di Zanista Psîkolojiyê de Hêmanên Ezmûnê
Di Zanista Psîkolojiyê de Hêmanên Ezmûnê
Çar hêmanên girîng hene:
1- Guhêrbara Serbixwe
Guhêrbara ku di dema lêkolînê de di bin qontrola lêkolîner de ye û di têkiliya sedem-encamê de wekî sedemê/sebebê ye, ye. Encam, girêdayê vê guhêrbarê dertê holê.
Guhêrbara Serbixwe: Bağımsız Değişken
2- Guhêrbara Pêgir
Guhêrbara ku rewşa wê li gor guhêrbara serbixwe diguhere. Ne di bin qontrola lêkolîner de ye. Di lêkolînê de wekî encam dertê holê.
Guhêrbara Pêgir: Bağımlı Değişken
3- Koma Ezmûnê
Koma ezmûnê, ew kom e ku guhêrbara serbixwe lê tê sepandin/tetbîq kirin.
Koma Ezmûnê: Deney Grubu
4- Koma Qontrolê
Koma ku guhêrbara serbixwe, lê nayê sepandin û di rewşa xwe de tê hiştin, da ku bi koma ezmûnêre were rûbirûkirin.
Koma Qontrolê: Kontrol GrubuAli Gurdilî