Di Warê Heyîn, Exlaq ûZanayîyê de Ramanên Arîstoteles

Di Warê Heyîn, Exlaq ûZanayîyê de Ramanên Arîstoteles

Di Warê Heyîn, Exlaq Û Zanayîyê De Ramanên Arîstoteles

Arîsto (Arîstoteles) Berî Zayînê di sala 384-an de li Stageriayê hatiye dinyayê. Kurê Nikomakhos e. Dema ku tê Atînayê, hema bêderengî xwe li aqademiya Platon qeyd dike û heta mirina mamosteyê xwe Platon, li aqademiyayê dimîne. Platon, her dem li zîrekiya vî şagirdê xwe heyran dimîne û gelekî jê hez dike. Ji ber vê yekê jî navê Nous ku di zimanê yewnanî de tê wateya AQİL lê datîne. Dema ku li Atînayê dimîne, mamosteyên din jî dişopîne û li AGORAyê dersên siyasî dide.

Piştre, dibe mamosteyê Îskenderê mezin û piştî ku bavê Îskender diçe ser dilovaniya xwe û Îskander dertê ser text, jê re şêwirmendiyê dike. Bi alîkarî û piştgiriya Îskenderê mezin, li Atînayê bekaloriyek (lîseyek) û aqademiyeke ava dike. Herçiqas ji ber ramanên xwe, ew jî mîna Sokrates bi bêolîtiyê hatibe tawanbar kirin jî, ji Atînayê direve û piştî ku salekî li nefiyê dijî; ji ber nexweşeyeka bêçare, diçe ser heqiya xwe. Arîstoteles, li xwendegeha xwe her dem giraniyê daye perweriya felsefe, exlaq û siyasetê. Berhemên xwe bi vê rêbazê nivîsandiye û bi mentîq, fizîk, biyolojî û metafizîka xwe re heta dema nûjen jî, dibe desthilatê herî mezin û bêhempa.

Arîstoteles jî, wek Platon zanistan dike sê beş:

1- Matematîk.

2– Fizîk

3- Metafizîk.

Zêdetir, giraniyê daye arîtmetîk, geometrî, ezmannasî (astronomî) û goraniyê. Nêrînên xwe yên li ser ezmannasiyê, di berhemên xwe; fizîk û metafizîkê de şirove kiriye.

Ji bilî van berheman, berhemên wî yên din jî ev in…

1– Organon

2- Li ser ezmanan

3– Fizîk û hatina heyînê û

4– Li ser windabûnê ne.

Di warê felsefeya siyasetê de xwediyê berhema POLÎTÎKA û di warê estetîkê de jî xwediyê berhemên Poetîka û Retorîkê û di warê exlaqê de jî, xwediyê berhema NÎKKOMAKHOSê ye.

Li gorî vegotinan, ji bo hatina fîlozofekî wek wî, pêdivî bi 2000 (duhezar) salan heye. 

Ji Gotinên Arîstoteles

1- “Mirovên biaqil, hemû tiştên ku li ser difikirin nabêjin, lê li ser hemû tiştên ku dibêjin difikirin.” 

2- “Tu mirov bi pîsadî, an jî bi navcîtiya wê nagihêjin rastiyê û aqil.”

3- “Mirov, ji yên ditirse hez nake.”

4- “Harî, ketiye serê hemû dahîyan.”

5- “Xwedê, fikirîna fikirînê ye.”

6- “Zanist di wextên baş de dewlemendî, di wextên xirab de jî, kozik û rêzanekî baş e.”

7- “Dayîna hilika tiştekî, şirovekirineka sedemên wî tiştî ye. Dema ku em sedemê tiştekî fêhm bikin, wê demê ji desta yekemîn zanayiyên me yên rast çêdibin. Dayîna sedema tiştekî jî, ji hêmana pêşîn dest pê dike û îsbatkirina hilika wî tiştî diguncîne. Zanist, bi kêrî vê yekê tê.”

8- “Zanîn, yeko yeko ne naskirina nesneyan e. Di bin têgehek gelemper de, komkirina nesneyên kit e.”

9- “Mirov, ji tiştên xwînşêrîn hez dikin.”

10- “Ji  bo zanayiyê şertê yekêm, hebûna heyînê ye. Lewra, zanayiya heyînekê bêhebûn, ne gengaz e.”

11- “Hemû mirov bi awayekî xwezayî, daxwaz dikin da ku bizanibin.”

12- “Yekîneya yekemîn ya aqil, derk e. Hege derk û derkandin tunebûna, wê demê tu zanayî jî çênedibûn.”

13- “Zanîn, raxistina holê ya tiştekî ye.”

14- “Pîr ne li tiştên xweş, li tiştên kêrhatî digerin.”

15- “Sê celeb bextiyarî hene. Ya pêşîn, jiyana ku tê de micêz û daxwazên me hene, ye. Ya duyemîn jiyana ku em tê de hemwelatiyekî azad û xwedîberpirsiyar in e. Ya sêyemîn jî, jiyana ku em tê de dibin lêkolîner û fîlozof e. Şert û mercên bextiyariyê jî, bi hevrebûna van hersê celeban re çêdibe.”

16- “Ne tirsonek û ne jî agirpare, wê em ê bi tenê wêrek bin.”

17- “Ne çîkûs û ne jî melhêbvan, wê em ê bi tenê merd bin.”

18- “Biaqil be! Ne li pey zewqê, li pey bêazariyê bibeze.” 

19- “Huner, çîrokkirina rastiyê ye û xwediyê sê bandora ye: Dilgerm dike, perwerde dike, zelal   dike.”

20- “Yên giranbiha, hesta amizger e.”

21- “Ewleyî tunebe, hogirî çênabe. Ewleyî jî, ancax bi demê re çêdibe.”

22- “Mirov, heywanek polîtîk e.”

23- “Ne hewceye ku, yên xwedîhêz xwedîmaf bin.”

24- “Serwerê îrada xwe, girtîyê derûna xwe be!”

25- “Di têkiliyên her mirovî de, bi hevûdu re nêzîkahiyekê veşartî çêdibe. Ji hevûdu hezdikin û ji ber vê yekê jî, ji bo hev tiştên baş dixwazin. Ango, ew e ku ji bo feydeyekê ji hevdû hez dikin; ne ji bo xwe, lê ji ber ku ji herdûyan re jî ev yek baş tê, wiha dikin. Ev yek, ji bo wanên ku ji bo zewqê ji hev hezdikin jî wiha ye. Hezkirin, ji bo wanên ku ji bo feydeyekê hezdikin, baş tê û ji bo wanên ku ji bo zewqê ji hev hezdikin jî, xweş tê. Ev celeb hogirî û hevaltî, berdemî ye û wê zû bibore. Lewra yên tên hezkirin, ne ku ew çawa bin wiha tên hezkirin; ji ber ku ew baş an xweş tên, têne hezkirin. Ev celeb, hogirî û hevaltî zû xira dibin. Lewra, tu kes wek xwe namîne.Hevaltî û hogiriya xortan jî, bi zewq û xweşiyê ve girêdayî ye ku ev yek tê dîtin jî.Ew li gorî dildariyê dijîn û herî zêde, li tiştên amade digerin.Ancax, hevaltî û hogiriya mirovên baş û yên ku ji bo erdemê amizger in; ev hevaltî û hogiriya wan, ya herî baş û bekêm e.”

26- “Hêvî, xewnek e û em pê, ji xewê hişyar dibin. Hêvî, xewna mirovên hişyar e.”

27- “Bi kesên xirab re dostanî çênabe. Lewra, zilamên xirab li hemberî hemû kesan bêewle ne û xêrnexwaz in û hemû mirovan, bi xwe re dipîvin.Ji ber vê yekê, mirovên baş ku bi navcîtiya azmayîşan bêewlehiyê fêr dibin, wê pir hêsan bixapin.”

28- “Yên xwende, ji yên nezan rasertir in.”

29- “Qurmên perweriyê tehl in, lê mêwêyên wê şêrîn in.”

30- “Edalet, ne wekhevî ye. Lê carina, li hevgiriyekê rast tê ku ew jî wekheviyê diguncîne.”

31- “Edaleta mîrzayekî an bavekî, ji edaleta hemwelatiyekî cuda ye. Lewra, kur an koleyek mal û milk e û li hember mal û milkên xwe jî, bêedaletiya tu kesî çênabe.”

32- “Kole, amêrekî zindî ye. Ji ber vê yekê, mirov nikare bibe hevalê wî. Belam ji ber ku ew mirovek e, mirov dikare hevaltiya wî bike. Lewra, yên ji sazûmana yasayê para xwe distînin û dikarin di peymanekî de bibin alîyek; di navbera wan û hinekên din de edalet dixweyî. Di envamê de: heta ku mirov be, mirov dikare bi koleyekî re hevaltiyê bike.”

33- “Dema ku zarokek xirab tevbigere, bav dikare wî lome bike. Lê zarok, nikare bavê xwe lome bike. Çimkî, zarok deyndarê bavê xwe ye û tu carê wê nikaribe vî deynê xwe bide. Ev deyn, berî her tiştî hebûna wî ye.”

34- “Di zewaceka baş de, mêr li gorî rûmeta xwe di warên mêrekîyê de doliwger e. Di wan rewşên ji bo jinan amizger de jî, doliwgeriyê ji wan re dihêle.”

35- “Divê jin, di zivistanan dema ku bahoz radibe avis bimînin. Gotinên pîşev, ji ber ku rê li tevgerên bêedep vedike, divê ku ji me dûr bin. Ji bilî perestişgehan ku li wan deran destûra axftina wan heye, divê li tu derê ev gotinên pîşev neyêtin gotin. Divê mirov, pir ciwan nezewicin. Hege zû bizewicin, wê demê wê zarokan wan jar çêbin û wê bêhna hirmetiyê ji wan were. Wê jin pozbilind û wê mêr jî, hûr bimînin. Ji bo zewacê temenê amizger, ji bo mêran (37) û ji bo jinan jî 18- ye.”

36- “Mêr, divê xwe dirêjê herêma jinê neke. Jin jî, ji xwe tu carê nikare destê xwe dirêj bike. Bi tenê, di wê dema ku jin dibe mîratxwar de jin xwe dirêjê herêma mêran dikin.”

37- “Ji ber ku daxwazên mirovan bêdawî ne, dixwazin ku alavên wan jî ku, daxwazên wan tînîn cîh; bêdawî bin.”

38- “Ji ber ku di jiyanê de pozê mirovan nayên firkandin û mirov, fêrî sînorkirinên jiyanê nabin, serê wan di nav ewran de ye. Herweha, başiya avahiya wan wêrîneka bêhempa dide wan û ev yek jî, bêtir serê wan dixe nav ewran.Şaşiya wan ya herî mezin ew e ku, pir tiştan bi tundî çêdikin. Pir zêde hezdikin. Pir diqehirin û ev yek, ji bo tiştên din jî wiha ye.”

39- “Yên ku maqamên xwe bi peran kirîne, li pey sitandina mesrefên xwe dibezin.”

40- “Dadger, mafên tawanbaran ji destê wan derdixe û hewl dide da ku bi rêya cezakirinê wekheviyê ji nûve ava bike.”               

41- “Ger hêza te ne besê qenciyê be, xirabiyê neke.”

42- “Bextiyarî, bi ramanên rast û delal, zanîna fikirînê ye.”

43- “Li gorî avahiya xwe hûn çî bin, hilika we jî ew e.”

44- “Dema mirov li ser zilamekî vale difikire, mirov direcife.”

45- “Kêrhatina xwepêşandanan, bi armanca wan ve girêdayî ye.”

46- “Hogiriya bi Xwedê re bêderfet e. Lewra, hezkirina wî ya ji me bêderfet e.”

47- “Xwedê, her dem li tahma ecibandinekê kit û hêsan digere.”

48- “Damezranerê dewletê, mirovê herî qencîxwaz e. Lewra yasa tunebe, heywanê herî xirab mirov e.”

49- “Mirovên xirab, tu carê ji xwe hez nakin. Mirovên qenc jî, bi awayekî ader wê her dem ji xwe hez bikin.”

50- “Ancax mirovên baş, dikarin bibin dostê xwe.”

51- “Mirov ne tenê di dema hilweşînê de, lê di dema bextewariyê de jî, li dostan digere.” 

52- “Civakeka siyasî, li ser navê erdema ader heye, ne ku ji bo bihevrebûna mirovan.”

53- “Pêwîst e hemwelatî, di karûbarên rojane re mijûl nebin. Karekî wiha, dijê erdemê ye û jiyanek dijminî ye.”

54- “Delalî, diyariya Xwedê ye.”

Felsefeya Arîstoteles Ya Exlaqê 

Mirov dikare felsefeya exlaqê ya Arîstoteles, ji berhema wî Ethika Nikkomakheia–Exlaqa Nikkomakhos fêr bibe. Etîka Arîstoteles, etîkeke mebestî ye. Ew wiha difikire ku, hemû tişt ber bi baş ve diqesidin. Ango, baş ew armance ku hemû tişt, ber bi wê ve diqesidin. Sincdarî (rewişdarî, biexlaqî ), ne ew tevgerên me yên ku ji xwe baş in. Sincdarî, ew tişte ku mirov nêzîkê “tiştên ji bo başiya mirov in” dike, ye. Arîstoteles, di exlaqê de başiyê; bi “tiştên ku ji bo mirovan baş in” re, bi sînor dike. Tiştê ku ji bo mirov baş e; çalakiya biaheng a ku di navbera rih û başiyê de ye.

Li gorî baweriya Arîstoteles jî, mebesta jiyanê bextyewarî ye.

Belam, li gorî wî berxwidarî ne tiştekî têgihanî ye. Ew tiştekî wiha ye ku, mirov ancax di hemû jiyanê de dikare xwe bigihînê. Ew cûre çalakiyek e û xweş, bi awayekî xwezayî beşdarê wê dibe. Çawa ku bi yek kulîlkekî û bi yek rojeka bitav, havîn neyête; bi demxweşiyeka kurt re jî, berxwidarî nayê. Arîstoteles, lêdikole da ku fêr bibe ew kîjan jiyan e ku berxwidarîyê ava dike. Di vê xalê de Arîstoteles, behsa çar (4) hêmanan dike:

1-Xweşî

2-Şanazî

3-Dewlemendî

4-Jiyana teorîk.   

Li cem Arîstoteles, jiyana teorîk ango daketina fikirînê, armanca herî bilind e. 

Arîstoteles wiha dibêje: “Armanca hemû çalakiyên mirovan baş in û her çalakî, ber bi başiyê ve diçe.” Bi vî awayî, pirraniya nirxan (hêjahiyan) dertê pêşiya me. Lê, her asta (derenceka) heyînê, “Baş” ekê bilind a xweser e. Erka (wezîfeya) felsefeya exlaqê jî, di vê xalê de; destnîşankirina yê/ya baş e.  

Berxwidariya mirov ya xas jî, tevgera bi erdem e.  

Di jiyanê de ew kesên ku xwediyê pisporiyeka diyar in, ancax ew dikarin bigihêjin bextewariyê. Bextewarî, çalakiya giyana bierdem e ku jiyaneka pispor didomîne. Xweşî (haz) jî, temamker û encama hemû çalakiya ye. 

Xweşiya herî bilind jî, bi raman û tevgerên exlaqî pêk tên. Daxwaza bidestxistina xweşiyê, mîna wek navajoya (dozîna) jiyanê; tiştekî bêgav e. Belam, bi tenê xweşiya mirovê bierdem, xweşiyekê rasteqîn e.

Ji zêdetirê tevgera pratîk, tevgera teorîk êdî mirovî ye. Wek Platon, Arîstoteles jî nirxên (hêjahiyên) giyanê wek nirxên rasteqîn dibîne û wisa jî, wan dipejirîne. Di dawîyê de Arîsto dibêje ku: “Bextewarî, ancax di wan tevgerên li gor aqil (amizger) û xwedîerdem de peyda dibe.”

Felsefeya Zanayîyê ya Arîstoteles

Arîstoteles damezranerê felsefeya sîstematîk e û bingehên zanista mentîq, metafîzîk û gelek şaxên din yên felsefî ji aliyê wî ve hatiye avêtin. Di cîhana îslamê de wek mamosteyê pêşîn tê nasîn û li cîhana rojava jî, jêre ustad tê gotin. Bêguman mirov bi hêsanî dikare bibêje ku Arîstoteles fîlozofekî mezin e û di wê dewrê de mamostetiya Îskenderê Mezin kiriye.

Mirov dikare felsefeya wî ya zanayîyê wiha şirove bike

1- Wek mamosteyê xwe Platon, li cem Arîstoteles jî zanayî, ancax zanayîya ya tevayî (ya tumel) ye û zanayiya yên tekane (yekhejmar, tekîl) tune. Ew ancax dikarin bibin mînakên tevayîyê (tumelê). 

2- Arîstoteles cûdahiya cîhana forman û sehekan, napejirîne.

Li gor bîr û bawerîya wî form di nav maddeyê de veşartîye û bi awayekî potansiyel, di naveroka wê de heye. Mesela em bibêjin forma dareka hejîrê, di toximê xwe de ye û pêvojoya heta ku ew toxim bibe dareka qirase û hejîran bide, di toximê hejîrê de bi awayekî potansîyel heye.

3- Li gor Arîstoteles, em bi livokên xwe yên sehekî nêzîkê heyînan dibin. Her livokeka me, xwediyê nesneyeka sehekî ye. Dema ku bi van livokên xwe, xwe nêzîkê nesneyan dikin; ango dema ku em wan dibînin, seh dikin, dest didin wan û hwd. nesneyên me yên sehekî ku bi awayekî potansîyel li cem me hene, xwe aqtîv dikin û têgihînên me yên ku ji wan tên, dikarin rast an jî çewt bin.

4- Têgihiştin, her dem bi ber bi formên zêhnî ve ye û bi formên zêhnî re têkildar e. Têgeh, di darazekî de têne civandin. Belam, ji ber ku têgihiştin xwe disperê têgehên li jêrên xwe û wiha didarizîne, çewtîyekî derdixe holê. Lewra têgihîn, herçiqas xwediyê nîrxeka bilindtir e jî, bi rêya têgehan didarizîne.

5- Li gor nêrîna Arîstoteles zanayî, zanayîya tevayî ye, zanayîya ya gerdûnî ye. Ji bo bidestxistina zanayiyeka bi vî rengî, di destpêkê de divê ciyewaziya cins û cudahiya wê, were destnîşankirin. Ji ber vê yekê jî li cem Arîstoteles zanayî, di wesfê zanayîya zanistî de ye.

6- Di zanayîya zanistî de şertê pêşîn ew e ku divê mirov bi hilika wî tiştî bizanibe/derxe holê. Dayîna hilika tiştekî jî, bi eşkerekirina sedemê wê pêk tê. Pêzanîna sedemê tiştekî jî, ancax bi awayekî rasteqîn bi pêzanîna wî tiştî dibe.

7- Arîstoteles teorîya xwe ya çar (4) sedaman pêşkêş kiriye û gotiye ku bi rêya ceribandina van çar (4) sedeman, mirov dikare xwe bigihîne zanayîyê.

Ev çar (4) sedem jî ev in:

1- Sedemê maddî

2- Form

3- Sedemê çalak

4- Sedemê teleolojîk (sedemê mebestî) ne.

Em dikarin van çar sedeman bi mînakeke şirove bikin: Mesela dema ku em peykerekî çêkin, me ew peyker jî çî çêkiribe (ji herîyê, ji mermerê, an jî em bibêjin ji bronzê) ev yek sedemê maddî ye. Peykera ku bi şeklekî dertê holê, form e. Peykertraşê ku vê heykelê çêkiriye, sedemê çalak e. Ya dawî jî, me bi çî armancê ew peyker çêkiribe (ji bo firatanê, ji bo xwe, ji bo pêşandanekê taybet û hwd.) ev yek jî, sedemê teleolojîk e.

Ango, sedemê mebestî ye.

8- Zanayîya van çar (4) sedeman, ji bo têgihiştina cinsê nesneyê, wê bi kêrî me were. Û piştra, wê em ê bikaribin cudahiya vê cinsê ji yên din destnîşan bikin û danasîneka wê bidin. Mesela pirsa ‘Mirov çî ye’ wê li gor çar (4) sedeman were şirovekirin, ferqa wî ya ji heywanan wê were destnîşankirin û wê mirov xwe bigihîne encameka/danasîneka wek ‘Mirov, ew heywan e ku difikire.’ 

1- ‘Ez ji mamosteyê xwe hez dikim, lê ne qasî rastiyan.’

2- ‘Li dinyayê tiştê herî baş ew e ku, ya mirov herî zêde bextewar dike.’ 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin