Di Tipê de Veguhastina Şaneyan

Di Tipê de Veguhastina Şaneyan

Di Tipê de Veguhastina Şaneyan

Zanyarên UMC Utrechtê ya li Hollandayê du kesên nexweş yên bi vîrûsa HIVê nexweş ketibûn ku vîrûsa HIVê sebeba nexweşiya AIDSê ya pirr bi xeter e, piştî veguhestina şaneyan (hûcre) vîrûsa HIVê ya di nava xwîna kesên nexweş de dihate dîtin, bi temamî jê paqij kirine. Veguhestina şaneyan ku pêkanîna wê pirr zehmet û herwiha pirr jî bi xeter e, li ser du kesên nexweş yên Ewropayî pêk hatiye ku her du kesên nexweş bi nexweşiya kula heftpençe jî nexweş ketibûn.

Zanyar, encamên lêkolînên xwe li bajarê Durbanê ya li Afrîkaya Başûr, di konferansa derbarê nexweşiya AIDSê de eşkere kirin. Lêkolîner wiha dibêjin; “Piştî veguhestina şaneyan me bi amûr û teknîkên herî nûjen testên xwe li ser nimûneyên xwîna kesên nexweş pêk anîn û bi tu awayî me şop û rêça vîrûsa HIVê nedît.” Li gorî UMCê heta vê rojê li ser rûyê erdê tenê mirovek ji vîrûsa HIVê hatiye xelas kirin. Rawestandina vîrûsa HIVê her roj bi girtina çend heban dikare bê rawestandin.

Metîn Eser

Çavkanî: Belga

Bersivekê binivîsin