Di Teoriya Îbnî Sîna de Pêvajoya Aqilê Çalak

Di Teoriya Îbnî Sîna de Pêvajoya Aqilê Çalak

Di Teoriya Îbnî Sîna de Pêvajoya Aqilê Çalak

Îbnî Sîna (980-1037) li rojavayê bi navê <Avicenna> tê naskirin û li cîhana îslamê jî, jêre dibêjin <Şeyhûl Felasife- ango, Şêxê yan jî serokê Fîlozofan.> Îbnî Sîna jî, wekî Farabî li ser dozîneya Arîstoteles ya ‘madde û formê’ rawestiyaye. Îbnî Sîna jî wekî Farabî wiha bawer dike ku hemû heyîn ji Xwedê der çûne. Di destpêkê de bi tenê Xwedê heye. Ji Xwedayê ku heyînek rasteqîn û  bivênevê ye, giyanek saf der diçe. Ev giyan/rih, sedemê pêşîn e. Ji vî sedemê pêşîn jî, hemû giyan û laşên ku di gerdûnê de hene, der çûne.

Îbnî Sîna ji vê yekê re dibêje, <aqilê çalak.> 

Mirov, di asta pêşveçûna rih ya dawî de hilika heyînan dibîne û têdigihêje wan. Dîsa li gor bîr û baweriya Îbnî Sîna, bextewarî xwepakijkirin rih e û ber bi aqil ve, qesidîna mirova ye. Îbnî Sîna, hewl daye ku felsefe û olê, lihev bîne. Gelekî girîngiyê daye ezmûnê û mîna fîlozofekî rasyonalîst/aqilperest hatiye dîtin. Navê wî yê rasteqîn: <Ebu Ali el-Hüseyin ibni Abdullah ibn-i Sina el-Belhi> ye û berhema wî ya herî naskirî <El-Kanun Fi’t Tıb – Zagonên Zanista Bijîşkiyê) ye.

Alî Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

10.01.2015

Bersivekê binivîsin