Dar di Tariyê de Gûliyên Xwe Berjêr Dikin

Dar di Tariyê de Gûliyên Xwe Berjêr Dikin

Dar di Tariyê de Gûliyên Xwe Berjêr Dikin

Dar jî dikarin “razên”. Ji lêkolîneke ku bi tirûskeyên lazerê pêk hatiye, hate dîtin ku dar, di tariya şevê de gûliyên xwe berjêr dikin. Em demeke dirêj e ji nebatên ku bi şev û bi roj tevgerên cuda pêk tînin, haydar in. Kulîlk bi serê sibehê ve vedibin/dibişkivîn û pelên hin daran jî bi şevê re berhev dibin. Heya vê demê lêkolînên bi vî rengî tenê li ser nebatên piçûk pêk hatibû ku agahiyên me yên li ser razana nebatên piçûk hebû lê heya vê demê nedihat zanîn ku dar jî dikarin razên yan na?

Komeke pisporî yên ji pisporên Awistirya, Fînlandiya û Macarîstanê pêk hatî, di lêkolîna xwe de ya bi alîkariya tirûskeyên lazerê, tevgerên razanê yên darên mezin bidest xistin. Euto Puttonenê ji Geospital Research Institute ya li Fînlandiyayê wiha dibêje; “Ji encamên bidest xistî tê dîtin ku tevahiya gûliyên darê bi şevê re xwe berjêr berdidin”. “Ji pîvanên dareke 5metre dirêj yên bi roj û bi şevê de cudahiyên pirr mezin tune ne, bes tenê 5centîmetre ye lê cudahiya 5centîmetreyî bi awayeke sîstematîk berdewam dike û bi amûrên me jî bi awayeke eşkere tê pîvandin.”

Lêkolîn ji ber tesîrên hewayî li ser du darên cuda li Fînlandiyayê û li Awistiryayê di bin şert û mercên aram de pêk hatiye. Ji lêkolînê tê dîtin ku heya çend demjimêrên beriya hilatina rojê, gûlî û pelên daran bi awayeke sîstematîk hêdî hedî xwe berjêr berdidin. Bi serê sibehê re pel û gûliyên darê dîsa vedigerin pozîsyona xwe yê berê. Pispor wiha didomînin; “hê bi temamî nehatiye zanîn ku pel û gûliyên darê ji aliyê tirêjên rojê ve tên hişyar kirin yan na?”

Metîn Eser / Çavkanî: IPS

Bersivekê binivîsin