Di Sosyolojiyê de Teknîka Çavdêriyê

Di Sosyolojiyê de Teknîka Çavdêriyê

Di Sosyolojiyê de Teknîka Çavdêriyê

Ji aliyê lêkolîner ve şopandina bûyerên sosyal. Bi armanca bidestxistina daneyan pêk tê û bi du şeklan tê bikaranîn û sepandin. 

a- Çavdêrîya Xwezayî: Ji aliyê lêkolîner ve beyî ku tu bandûrê li derdora xwezayî bê kirin, bûyer tê şopandin. Di vê çavdêrîyê de lêkolîner nasnameya xwe ya zanistî, eşkere dike. Alîyê neyînî yê vê çavdêrîyê ew e ku, dema mirov bizanibin ku ew ji aliyê lêkolînerekî ve têne şopandin, dikarin wek şanogeran bileyîzin. Ango, dikarin xwe bi şeklekî din nîşan bidin. Bêguman ev yek jî, dikare ewlebûna lêkolînê bixe xeterê. Mînak: Ji aliyê lêkolînerekî ve şopandina daweteka li gundekî.  

b- Çavdêrîya Beşdar: Çavdêrîya ku bi beşdarbûna bûyerê pêk tê. Di vê cure çavdêrîyê de lêkolîner, nasnameya xwe ya zanistî vedişêre û tevlî bûyerê dibe û bi vî awayî bûyerê dişopîne. Xwezayîtîya bûyerê xira nabe. Lê xetereka vê çavdêrîyê jî heye, ku ew jî ev e: Lêkolîner dibe ku di bin bandûra bûyerê û koma (grûba) ku dişopîne de bimîne û neterefgirîya (nesneltîya) xwe winda bike.  

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com

Bersivekê binivîsin