Di Serdema Navîn de Pirsgirêka Tevahiyan

Di Serdema Navîn de Pirsgirêka Tevahiyan

Di Serdema Navîn de Pirsgirêka Tevahiyan 

Nivîsên herî balkêş yên Petrus Abelardusî (1079-1142), derbarê pirsgirêka ‘tevahiyan’ de ne, ku dikarin li ser nesneyên bi hejmareke bêna werin sepandin û ku ji têgehên mîna ‘sor’ yan jî ji ‘dar’ û hwd. pêk tên. Gelo ev têgehên tevahî (tumelî), dikarin hebûn yan tunebûna nesneyekê nîşan bidin yan na? Platon gotibû ku (forma îdeal ya soritiyê heye û her nesneyeke tekane ku di xwe de rengê soritiyê dihundirine ne bêqisur be jî, teqlîd û dengvedaneke wê forma îdeal, wate forma soritiyê ye) belê dikarin nîşan bidin.

Arîstotales vê yeke qebûl nekiribû û gotibû ku: ‘helbet nesneyên sor hene, lêbelê sotitî (sorbûn) li derveyî nesneyên sor û ji wan cuda, tune.’ Ji herdu nêrînan ya yekem, ango nêrîna Platon mîna ‘rasteqîniyê’ hatiye dîtin, lewre wê nêrînê wiha diparast ku yên tevahî xwediyê hebûneke rasteqîn in. Nêrîna duyem jî ji ber ku tevahiyan mîna rasteqîniyeke qebûl nedikir û bi tenê mîna nav û rûçikên nesneyan didît, bi navê ‘navparêziyê’ (nomînalîzmê) hatiye naskirin.

Şerê di navbera rasteqînparêz û navparêzan de rû daye, di seranserê Serdama Navîn de berdewam kiriye û bûye yek ji wan dijberiyên sereke. Bêguman ev mesele, meseleyeke zor e û ji ber ku bi teolojiyê (teslîs, sêmend) re têkildar e, bûye sebebê şerên domdar. Aberlardus, nomînalîstekî (navparêzekî) bijare bû û karê xwe bi hûrgilî kiriye. Ligel vê yekê, em nikarin bibêjin ku ev mesele a niha safî bûye. Di roja me de em êdî wê bi termînolojiya Serdema Navîn bikar neynin jî, dîsa jî em bi heman meseleyê serê xwe diêşînin.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
12.05.2016

Çavkanî: Dîroka Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin