Di Ramanên Sokrates de Têgeha ‘Baş’

Di Ramanên Sokrates de Têgeha ‘Baş’

Di Ramanên Sokrates / B.Z. 469-399 de Têgeha ‘Baş 

Sokrates, li hemberî vê îzafiyeta ku ji aliyê Sofîstên hemdemên wî ve hatibû afirandin, radiweste û wisa bawer dike ku, ji bo pirsgirêkên jiyana mirov; bi helwdaneke kûr û rasteqîn, mirov dikare xwe bigihîne rastiyeka tevayî. Sokrates, wekeheviya (zanava) erdem û zanayiyê diparêze, desthilatiya ol û kevneşopan datîne aliyekî û hêjahiya aqil û ramanê, bilind dike. Ew bi awayekî xurt, baweriya xwe bi hebûna rêzikekî tîne.  

Li gorî felsefeya wî: Hemû erdem, ji zanayiyê têtin. Zanayî (Episteme) mirovan digêjîne tevgera rast û nezanî jî, dibe sedemê tevgerên çewt. Ji ber vê sedemê çavkaniya tevgerên me yên exlaqî, dibe zanayî. Li gorî Sokrates, naveroka vê zanayiyê jî, baş e û ew mirovên ku dizanin baş û rast çiye, ew mirovên xwedîerdem in. Sokrates, têgehên baş, spehî û sûdmendê (bisûd) bi awayekî hemwate bikar tîne. Di sedsala 18- ê de jî, em rastê hevratiya baş û spehiyê dibin. 

Li gor nêrîna Sokrates:  Ew karên (şolên) ku alikariya jiyaneka bêazar dikin û xweş in; ew spehî ne. Hemû karên spehî jî; baş û bi sûd in. Ji ber ku wiha ye, baş xizmeta armanceka kifş dike. Tu kes, bi hemdê xwe an bi dilê xwe; naxwaze ku yên xirab e, bike. Lewra, ne li gorî xwezaya mirov e ku, yên xirab ji yên baş raser bibîne. Ji başiyê veqetandina xirabiyê ya mirov jî, nîşana zanyarî û xwedîerdemiya mirov e. Ji xwe, zanayî erdem e û xwedîerdemî jî, zanyarî ye.

Ew mirovê ku zanayiyê û riya zanistê bişopîne; wê ew mirov baş û bextewar be. Herweha, yên ku Eudamoniayê jî diafirîne, dilpakîtî (xwedîerdemtî) ye.

Sokrates dibêje ku: “Li wê dera ku rêkûpêkî û guncanî heye, li wê derê baş dertê pêşiya mirov. Lê, li wê dera ku tevlîhevî heye; li wê derê jî xirab dertê pêşiya mirov. Yên ku tiştekî dike baş, rêkûpêkiya wê ye. Heman rewş, ji bo giyana mirov jî wiha ye. Giyana mirov, çiqasê bi guncan be; wê mirov jî hewqas bextewar bibe. Mirov, bi bikar anîna aqlê xwe, digihêje guncaniya giyana xwe. Ew “baş” a ku ji zanyariyê tê, mirov bi wê digihêje bextewariyê.” 

Ji ber ku wiha ye, ew dilpakiya (erdemî) ku ji zanayiyê tê (exlaqdarî) û bextewarî, heman tişt in. Sokrates, li ser dilpakî, zanyarî û bextewariyê, ramanên gelemper pêşniyar dike. Lê tu carê, danesîneka wan a teqez (ferzîne, mitleq) nade. Yên hewl dide ku yekemîn car wan bide nasandin, bêguman şagirdê wî Platon e.   

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin