Di Ramanên Sokrates Şikparêzî

Di Ramanên Sokrates Şikparêzî

Di Ramanên Sokrates / B.Z. 469-399 de Şikparêzî

Fîlozofê sereke ê ku şikê (gumanê) wek helwestekî bikar anîye, Sokrates e. Wek tê zanîn Sokrates mamosteyê Platon (Eflatûn) e û axlebî li ser babetên exlaqê rawestiya ye. Lê ji ber ku exlaqdarîyê (sincdarî, rewiştdarî) bi erdemê ve û erdemdarîyê jî bi zanayîyê ve girêdaye, ji hêla felsefeya zanayîyê ve fîlozofekî girîng e. Berhêmên Sokrates nê gihêjtine heta roja me. Lê em dizanin ku wî nedivîsand. Ew zêdetir bi diyalogên xwe tê naskirin û bi vê yekê jî navdar e. Li kuçe û kolanên Atînayê digerîya û bi giregirên bajêr re li ser erdem, zanayî, wêrekî û li ser babatên exlaqî dikete guftegoyan.

Ramanên wî ên derheqê van babetan de di Dîyalogên Platon de cîh girtine û bi vî awayî gihêjtine heta roja me. Sokrates di nav Sofîstan de mezin bûye û perwerdeya xwe ya felsefî ji wan sitandiye. Wek tê zanîn Sofîstan wiha diparast ku zanayî ne gengaz e, lê Sokrates hewl dida xwe ku di babeta fêhmkirina mirov de, xwe bigihêjîne spartekek tevayî (tumel). Li gor nêrîna Sofîstan mirov, pîvana hemû tiştî bû. Sokrates jî di rêyeka ku dişibe ya Sofîstan de dimeşe û wiha bawer dike ku derheqê xweza, heyîn û matematîkê de mirov nikare bi tu tiştî bizanibe. Di dawîyê de di vê babetê de dev ji xebatên xwe berdide.

Sokrates dibêje: “Ez bi yek tiştekî tenê dizanim, ew jî ew e ku ez bi tu tiştî nizanim.” û vê pêşnîyarê ji xwe re wek bingeh hildibijêre. Ev pêşnîyar di naveroka xwe de hem îronîyê û hem jî şikê (gumanê) dihewîne. Bi awayê diyologên xwe bi girêgirên Atînayê ên ku digotin em xwedîyê zanayîyê ne, dide zanîn ku di rastiyê de ew bi tu tiştî nizanin.

Bi rêya vê rêbazê, nezanîya yên li hemberê xwe nîşan daye û xwestiye ku bibêje ez hê bi tiştekî nizanim. Ji ber vê çendê jî mirov dikare bibêje ku Soktates di derheqê xweza, gerdûn û heyînê de wiha bawer dike ku mirov nikare xwe bigihêjîne zanayîyê. Herweha wiha parastiye ku mirov dikare ya xwe bike babeta zanînê û derbasê asteka bilind ya exlaqê bibe. Lê li hêla din jî em dizanin ku Soktates gotiye ku mirov nikare tiştekî fêrî mirovan bike, mirov dikare ancax tiştên ku ew zanin bînê hişê (bîra) wan. Ango, gotiye ku mirov ji zayîna xwe ve xwedîyê zanayîyê ne. Bi vê hewlwesta xwe re jî, di hindek babetan de wek ‘Rasyonalîstekî Dogmatîk’ hatiye bi nav kirin. Di hêman demê de wek hîmdarê rêbaza Mayotîkê (Danwelidandin) jî tê zanîn, ku ev rêbaz di felsefeyê de jî wek rêbazekê felsefî tê pejirandin. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin