Di Ramanên Platon de Têgeha ‘Baş’

Di Ramanên Platon de Têgeha ‘Baş’

Di Ramanên Platon de Têgeha ‘Baş’

Platon, ji wan lêkolînên Sokrates yên li ser babeta erdemê bûn, dest bi xebata xwe kiriye. Ji bo xebatên Platon jî, mirov dikare bibêje ku etîka Platon jî bextewarîparêz e. Lewra, li gorî Platon jî, başiya herî bilind bextewarî ye. Platon, li wê bextewariyê digere, ku ev yek armanceka mirov a xwezayî ye û dixwaze ku fêhm bike, ka ew çiye gelo? Platon, di diyaloxên xwe de herdem li ser erdem û bextewariyê rawestiya ye, wan daye nasandin û hewl daye, da ku rêbazên bextewariyê fêrî mirovan bike. 

Li gor felsefeya Platon: Bextewarî (dilşadî, bextiyarî), xwedîtiya başiyê ye. Baş, ew tişte ku hemû kes wê/wî dixwazin. Platon dema ku li ser pirsgirêkê hûr dibe, ne şexsan, lê civakê dide ber çavê xwe. (civakê, ji xwe re wekî pîvaneke dibîne) Ji zêdetirê mengiya şexsî, ew berê xwe dide mengiya civakî. Platon, ne behsa mirovekî gihaştî (kamil, tekûz), lê behsa civateka gihaştî dike. Li gor nêrîna wî: Baş a herî bilind, ji tevlîheviya zanayî û kêfê pêk tê ku tevlîhevî jî, li gorî pîvana a spehî û rastiyê çêdibe. Erdem; aheng, rastî û rêkûpêkiya rih (giyan) e. Xirabî jî, xirabûna vê rêkûpêkî û ahengê ye. Mirov çiqasê xwedîerdem be, hewqas azad e. Lewra, rihê mirovekî wiha; ji aliyê aqlê wî ve tê kargerandin. Ji ber ku aqlê wî serwer e; ew mirovekî/ka  xwedîerdem e, bextewar e, xwedîpîvan û dilrihet (aram) e. Ew mirovê ku êsîrê bengîniya xwe ye jî, ew bedbext, bêaheng û bêaram e. Platon, dema ku di felsefeya xwe ya gelemper de behsa têgeha ‘Baş’ dike, mirov dikare bibêje ku ji dazanîna Sokrates behrirehtir li mijarê hûr dibe. Dilêrîna Sokrates ya têgeha baş, di esasê de mirov dikare bibêje ku li hemberê dilêrîna Sofîstan serhildanek e. Felsefe û dinyabiniya Sofîstan, seranser li ser hîmên berjewendî û li xweşê hatinê hatibû damezrandin. 

Mesela Protagoras wiha digot:

‘Ez Sofîst im û mirovan perwerde dikim. Ev çend sal in ku ez di nava vê hunerê de me. Xorto! Ger tu li cem min bimînî, wê tu ê ji roja ewilî ve bigoherî û wê tu ê baştir bibî. Her roj, wê tu ê baştir bi pêşve biçî. Tiştên ku wê ez ê fêrî we bikim, ev in: Di karên malbatî û dewletê de têgihiştina hêza kargerandinê û di siyasetê de pêdiviyên bihêzbûnê… Ez ji bona yek tiştekî soz didim ku wê ez ê, wan mirovên azad bikim mirovên şehraza.’ 

Wekî ku xwiya dike; mirov dibîne ku Protagoras têgeha  BAŞ, hima hima bi berjewendiyê re wekehev dibîne û vê têgehê, di pratîkê de dike tiştekî kêrhatî.   

“Pîvana hemû tiştî, mirov e. Hemû tişt, xwe ji min re çawa bidin xwiyakirin; ew wiha ne. Ji te jî çawa xwiya bikin, ew wisa ne. Ji bona yên ku diqufilîn; ba serma ye. Lê ji bo yên naqufilin jî, ba ne serma ye.” Protagoras, bi van gotinên xwe re mirovan wek pîvana hemû tiştî dibîne û rê, li îzafiyetekê nirxî vedike. 

Heçî Platon e, ew di ‘Zagon-Yasaya’ xwe de dibêje: “Pîvana hemû tiştî Xwedê ye.” 

Û bi vê ramana xwe re jî dixwaze xwe bigihîne mutleqîyeteka nirxî û aheng û dengeyekê (parseng) bigîhîne jiyana mirovan. 

Em ramaneka bi vî rengî, li cem Demokrîtos jî dibînin ku gotibû: “Ji bo hemû mirovan, heman tişt baş û rast e.” 

Platon ramanên Herakleîtos jî napejirîne, ku gotibû: “Hemû tişt di herk û bûyînekê de ne û diguherin.” Platon, li hemberî vê yekê nerazîbûna xwe nîşan dide û wiha dibêje: “Zanayiya tiştekî ku herdem diguhere tune û mirov nikare jê, tu zanayiyan bidest jî bixe.” Ji ber ku ew jî di dewreka tevlîhev de dijiya, ku di wê dewrê de jî şer û pevçûn hebûn; ew jî di nameya xwe ya VII. ê de dibêje ku: “Min piştî ku dît hemû tişt bêarmanc dihejin û diguherin, ez ecêbmayî mam û bêhêviyekê min girt.” 

Herçiqas, ew li hemberî ramanên Herakleîtos radibe jî, lê dîsa jî mirov dibîne ku di felsefeya wî de, ramana guherinê û herkbûna hemû tiştî heye û ev yek, bûye hêza dahfdana felsefeya wî. Lewra Platon dixwaze nîşan bide ku, li pişt wan tiştên guherînek ku herdem diguherin û di herk û bûyînekê de ne; mînak an hilikek naguher heye. Platon, navên wan mînakên ku naguher in û her dem wek xwe dimînin, datîne Îdea.   

Platon, wek heyîneke li îdeayê mêze dike û li gorî wî, îdea tiştekî herî rasteqîn e. Di jiyana rojane de, hemû ew tiştên ku em wan dibînin, rastê wan tên an wan dinasin, ew kopyayên îdeayan in. Îdea, li gorî kopyayên xwe rasteqîn in. Lewra kopyayên Îdeayan, girêdayê demê ne û bi demê re jî, ji holê radibin. Lê, ew îdeayên ku em dikarin ji bo wan bibêjin ku ew rasteqîniyên resen in; ew tu carê naguhorin, heyînên bêdestpêk û bêdawî ne. Platon wiha difikire ku, em ancax dikarin di derheqê Îdeayan de zanayiyan bidest bixin. 

Platon, di wê şibandina xwe ya şikeftê de wiha dibêje: “Yên ku hemû wanekan (nesneyan) ronî dike, îdeaya baş e.” Îdeaya baş, çavkaniya wê ronahî û tava (roja) ku hemû wanekan ronî dike, ye û ew, çavkaniya hemû zanayî û heyînan e. Platon dîsa dibêje ku: “Îdeaya baş, raserê hemû îdeayên din e.” 

Platon, vê îdeayê di nava wê sînorên dinyaya ku mirov têdigihêjî de dibîne. Mirov, bi hêsanî nikare wê îdeayê bibîne. Ji bona dîtina wê, pêwist e mirov bizanibe ku hemû tiştên baş û delal, jê têtin. Di dinya xwiyakirî de ya ku ronahiyê diafirîne û belav dike, ev îdea ye. Di dinya têgihiştî de jî, rastî û têgihîn, jê têtin. Mirov, ancax piştî dîtina wê; dikarin di jiyana xwe ya hûndirîn û derveyî de, bi zanyarî tevbigerin. Piştra, Platon wê lêgerîna xwe ya başiyê didomîne. Ew têgeha ku ji aliyê hemû kesan ve, li ser navê başiyê lê tê gerîn û wekî miraza jiyanê tê dîtin. Ew têgeha beyî ku bizanibin ew çiye, bi tenê girîngiya wê hîsdikin. Lewra, ew tiştekî herî bi nîrx, raser û baş e. Platon, di destpêkê de dev ji eslê têgeha baş berdide û hewl dide da ku beşeka vê têgehê, yeka ku gellekî dişibe wê an hevramaneka vê têgehê ye; ji me re vebêje. 

Li gor nêrîna wî:  Hin tiştên ku hene, ji xwe ew spehî (delal ) ne û ji xwe, baş in. Lê bi van tiştan re hin nesneyên din jî hene ku, ew jî xwediyê yek heyîneka naguher in. Yanê, xwediyê yek îdeayekê ne. “Gellekî tişt xwiya dikin, lê nayêtin têgihiştin. Lê Îdea, têne têgihiştin. Lê, ew xwiya nakin.” Tiştên ku xwiya dikin, em wan bi hêza dîtinê dibînin. Çavên me çiqasê rind bibînin bila bibînin; ew tiştên ku xwiya dikin, ew çiqasê rengorengo bin bila bin; hege pergaleka sêyemîn tevlî kar nebe, çav wê wan nebînin û wê ew reng jî xwiya nekin. Ev pergal, şewq an jî roj (tav) e. Platon, rojê wek tayê (eş) têgeha baş û beşeka wê dihesibîne. 

“Ew tiştê ku ez dibêjim têgeha Baş aniye holê, ew roj e. Baş, rojê; ji bona xwe wek ta afirandiye.” Di vê dinya xwiyakirî de ji bona çav û wanekên xwiyakirî roj çî be, di wê dinyaya têgigihiştinê de jî BAŞ, ji bo raman û tiştên ku têne hizirîn, ew e. Tiştê ku rasteqîniya nesneyan dide wan û hêza zanînê dide mejiyê mirov, îdeaya Baş e. Ji hêla zanînê ve îdeaya baş, çavkaniya rasteqînî û zanistê ye. ‘Zanist û rasteqîn çiqasê delal bin bila bin, ji vê yekê bawer bike ku Baş, ji wan êdî raser e.’ 

Di dinyaya xwiyakirî de hizra nêzîkbûna şewqê û çavan, rast e. Lê, wan wekî rojê hesibandin çewt e. Mîna vê yekê, li dinyaya têgihiştinî de zanist û rasteqînê wekî ‘Baş’ dîtin çewt e. Cihê baş, bêguman raserê herduyan e û ji wan gellekî bilindtir e jî. Platon, têgeha baş mîna sedemê gerdûnê yên resen dibîne û vê têgehê, dike tiştekî mitleq. “BAŞ” a wî, di heman demê de maneyeka olî û razdar (mîstîk) jî distîne. Platon dibêje ku erdem, ne kit e; ew pirr e û ji bo her beşekê rih, erdemek heye. 

Ev erdem jî:

1- Sophia-Zanyarî

2– Andreîa-Mêrxasî

3– Sophrosyne-Pîvanetî

4-Dikaiosyne-Rastî

5-Osiotes-Xwedîolîtî ne.

Zanyarî, bi aqil ve girêdayî ye û serwerê giyan (rih) e. Mêrxasî, di demên xeternak an nexeternak û xweş an nexweş de; ew tevgerên me yên ku em wan nîşan didin, e. Pîvanîtî û rastî jî, erdemên gelemper in û ahenga yekkeriyê pêk tînin. Platon rastiyê, erdema herî raser dibîne ku ev erdem, hemû erdemên din li cem xwe dicivîne. Zanyarî, rastiya têgihanê ye.  Mêrxasî, rastiya dil e.  Xwedîolîtî jî, rastiya di navbera me û Xwedê de ye. Hasilê, exlaqa Platon berawajiya Sokrates û dibistanên Sokratesî (Sokratparêz), civakî ye. Lewra, ew ne tenê li riya berxwîdariya mirovekî; lê ew li riya berxwîdariya civakê digere û çawa ku me berê vegot, gerûya (odaxa) vê exlaqê jî, îdeaya Baş e.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.  

Bersivekê binivîsin