Şêx Bedreddîn û Fîlozofên Antîk Yewnanî

Şêx Bedreddîn û Fîlozofên Antîk Yewnanî

Di Navbera Ramanên Şêx Bedreddîn û Fîlozofên Antîk Yewnan De Biserveçûnek Çawa Heye?

Navê Şêx Bedreddîn yê rasteqîn, Sayh Badr al- din Mahmûd bin İsrail bin Abd- al Ezîz e. Belam, di dîroka îslamê de bi navê Şêx Bedreddîn tê naskirin. Piştî şerê Enqereyê (1402) di dema fetreta Osmaniyan de, ji çar birayan ji bona birayê biçûk “Mûsa Çelebî” şêwirmendiyê kiriye û ji bilî ramanên xwe yên serbixwe û xweser, ji ber tevgerên xwe yên siyasî cezayê îdamê sitandiye û di çarîka pêşîn a sedsala 15- ê de (1417 mîladî- 819 hicrî) hatiye îdamkirin. Nivîsên wî yên felsefî û tesewufî, di berhema wî ya bi navê “Varîdat” de hatine civandin. Di zimanê erebî de peyva “varîdatê” ji koka tîpên V. R. D. tê û di wateya “gotinên bi coş” de ye. Mixabin, ev berhem ne bi destê wî, lê ji bersivên wî yên felsefî û tesewufî hatine civandin. Ji bilî “Varîdatê” çilûheft (47) berhemên wî yên din hene, lê mixabin ew bi temamî ne gihêjtine roja me.

Ji Bilî Varîdatê, Behremên Wî Yên Sereke Ev İn.

1. “Cami- ûl Fusuleyn”

2. “Ukudû’ l Cevahir”

3. “Letaif’ ul İşarat”

4. “Teshil” in.

Di navbera ramanên Şêx Bedreddîn û fîlozofên antîk yewnan de biserveçûnek dixweyî, ku ew fîlozof berî wî nêzîkê 2000 (duhezar) salan jiyabûn. Şêx Bedreddîn, di Varîdatê de behsa alem û giyanê dike û ku ev raman jî me dibe guftegoya dilêrîna du alemê, ku ew jî berê di dîtinên Herakleîtos û “Xwendegeha Elea” de hatibûn dîtin.

Li Gorî Dîtinên Herakleîtos 

Her tişt, celeb, cor, wanek di pêvajoyekê guherînê de û mîna çemekî, di herk û bûyînê de ye. Du alem hene, ya rastir du xwiyakirin. Xwiyakirina yekemîn, bi alîkariya sehekên me (bi çav, dest, guh û hwd.) xwe bi me dide naskirin. Em wan wisa dibînin ku xwedegiravî ew tiştên naguhor in. Di alema din de jî, têgihiştina wan bi saya aqil e, her dem diguhere û ev alem, alema rasteqîn e.

Ancax Li Gorî Parmanîdes Jî 

 Ew alema ku xwe bi saya sehekan xwe bi me dide xwiyakirin, ew di guherînê de xwe nîşanê me didin. Belam alema rasteqîn ew e ku, em wê bi saya aqil îdrak dikin.

Ev dilêrîna du aleman, di Varîdata Şêx Bedreddîn de wiha tê xwiyakirin: “Horî, qesr, çem, dar, mêwe.. hemû di xewnexavan de têtin cîh, ne ku di sehekan de. Cin (ecinî) jî wiha ne û navê wan îspata vê yekê ye. Çimkî, xwe ji sehekan veşartine. Yên wan dibînin, dibêjin me wan bi çavan dîtiye. Heçkû, ew ne bi çavan lê bi saya xewnexawan têne dîtin. Lewra, ew ne rasteqîn in.”

Ramanên Parmanîdes yên ku heyînê bêliv, nadabaş, naguher û yekser didît; ev raman di Varîdatê de wiha tê vegotin: ‘Şeklên yekkeriyê yên cihêreng, dîsa jê ne. Lewra, hemû heyîn di her tiştî de ye û di her zerreyî de. Di tov de û di her dera darê de. Ma gelo, çêbûna tov nayê dîtin? Lewra, dar bi temamî di mêweyê de ye, di nava tov de ye, di hemû dera darê de ye û dar, jê dertê. Mîna wan, heyîn jî ji eslên xwe dertên û esil jî, bi temamî di nava hemû heyînan de ye. Di her zerreyê de. Bi vê yekê re, ji bo weliyan ev veşartin ji holê radibe.’ Di vê babetê de, dîtinên Xenophanes ku li gorî hindek fîlozofan ew avakarê “xwendeha Eleayê” tê hesibandin, wiha ne: ‘Di xwiyakirinê de her tişt diguhere. Lê li pişt van hemû guherînan, tiştek heye ku ew naguhor e.’

Bi Gotinekê Din:

“Li pişt perdeya guherînê ya reş de, hilikeka naguher û bêsînor heye. Ev gerdûn e, Xwedê ye. Xwedê, her tiştî dibîne, seh dike û dihizire. Ji ber ku ew bêliv e, bi saya aqil ew hemû tiştî dibîne û dikargerîne. Xwedayê bêsînor û xweza, wekhev in.” Belam, di vê xalê de XESOPHANES dibêje ku: “Mirov, dîsa jî tênagihêjin rastiyê, ew ancax dikarin bigihêjin hevriyên wê. (mîna hevyekîyekê) Wek mînak: zilamek ger beyî hemdê xwe rastiyê vebêje jî, rastiya ku ew tîne zimên ne rast e, an ew nagihêje vê yekê.”

Li Gorî Xenophanes 

Li tu derê, ji bilî hizrê tu tişt tune. Xwedê û xweza wekhev in û di şeklê, balor (globa) de ne.”Şêx Bedreddîn, helbet ne wiha difikire. Lewra, Şêx Bedreddîn Heq (Xwedê) ji xwezayê, ango ji yekkeriyê cihê digre û xirabiyên mîna îşkence û tûjiyê, tevgerên yekkeriyê dibîne. Başiyên mîna delal û çêz jî, xulqa Xwedê ne ku bi awayekî xwe berdane xwezayê.Ev raman, dilêrîna Anaxsagoras tîne bîra mirov ku e wî, Xwedê ‘nous’ didît.

Lê di navbera dîtinên wan de cudatiyek heye: Di felsefeya Anaksagoras de, hêmana pêşîn “arche” ango, perçên herî biçûk; bêdestpêk û bêdawî ne. (ezelî û ebedî ne) Li gorî felsefeya Anaksagoras, ew sparmatên bêliv bi saya “nousê” xwe dilivînin û ji “nousê” cuda ne. Belam, “nous” jî, mîna wan spermatan, bêdestpêk û bêdawî ye. Di vê niqteyê de, Anaksagoras “nousê” dilivîne û bûyînê jî, di dewsa xwe de dihêle.

Di vê niqteyê de ramaneka vekirî heye ku ew jî ev e: Di felsefeya Anaksagoras de jî, mîna wek felsefeyê din yên heyama antîk, dualîzm serwer e. Belam di felsefeya Şêx Bedreddîn de, Xwedê li derveyê yekkeriyê ye, ango li derveyê ‘nousê’ ye. Lê bi awayekî îzafî, di nava yekkeriyê de heyînek e û ji bilî wî (Xwedê) tu tişt tune.

Mirov, beriya yek heyînekî dike ku ew jî Xwedê ye û di hilika HEQ de, xwesteka xwiyakirinê heye. Ev xwestek jî, xwe di perçên herî biçûk de (herî hûr) xwe nîşan dide. (Xwe dide der) Belê, mirov dikare ramana Şêx Bedreddîn di loda ‘Wahdetî Vûcud’ de mitaala bike. Lewra ew dibêje ku: ‘ … herweha, ew dijber û nakok bin jî, ew dîsa hemû heyînan diguncîne. Lewra her tişt, di nava têgeha heyînê de ye. Berçewtî, têgeheka ji Xwedê dûrbûn û domanek e. Lê di vê domanê de, Xwedê heye û netêw “ batıl ” jî heq e. Çimkî, ew heye. Netêwbûna wê / wî îzafî ye. Hemû doman, di alema cisman de civiyane û ger cisim ji holê rabin; ne jî zagonan û ne jî ji heyînên razber, (abstract) tu tişt li paş namînin.’ 

Li gorî nêrîna Şêx, gerdûn bêdestpêk e. Hebûna wê ya di diwarojê (pêşeroj, rojên bê) jî, tiştekî hilikî ye. (zatî ye)

Dîsa Şêx Dibêje Ku:  ‘ ..bi vê yekê bizanibe ku destpêk û dawiya bûyînê û xirabûnê tune. Dinya û axret, herdu jî îzafî ne. Tiştê xwiya dike jî, dinyaya berdemî ye. Ya veşartî jî, axreta bêdawî ye. Herdu jî, ji destpêkê ve hene û wê heta bêdawiyê (bênatiyê, heta hetayê) jî hebin.’

Ramana Wî Ya Ku Dibêje:  ‘Hemû berçewtî, ji Xwedê tên (dizên)’ dişibe ‘Aperîona’ (bêsînortiya) Anaksîmandros û ‘logosa’ Herakleîtos.

Li gorî suxteyê Thales Anaksîmandros jî, bingeha her tiştî ‘aperîon’ e.

Aperîon, tiştekî razber (soyut) e. Belam, dîsa jî hima hima mirov dikare bibêje ku xwediyê ava Thales, logosa Herakleîtos, heyîna Parmanîdes, çar regezên Empedokles, sparmatên Anaksagoras û atomên Demokrîtos e. Ango, aperîon bêsînor e; ne hatiye afirandin, berçewtên wan tune û ew, yek heyînek e. Lê her tişt, di şeklekî berçewt de, jê dertê û ji bona ku edalet cihê xwe bigre, dizivire ser wê. Di varîdata Şêx Bedreddîn de, çend dîtinên mîna ramanên ‘Îbn’ ul- Arabî’ jî hene.

Wek mînak: ‘Hilika heyîna Xwedayê mezin, ji yekkeriyê dûr e. Lê yekkerî, di nava wî de ye û ew jî di nava yekkeriyê de ye. Bivênevêtî, divê ku di vî rewşî de bivênevê bimîne. Ji aliyê suret ve gengaz, xewnexaw behrem e. Çêbûna bêdestpêk, (bêpêşîn) di sûretan de didin peyhev, an hevdu diqewirînin. Xwedê çawa ji bona wî / wê ye, wisa jî jê dûr e. Hebûna gengaz, ji aliyê suret ve gengaz e, paşê çêbû ye û hatiye afirandin.’

Dîsa Şêx Dibêje Ku:  ‘Bi tenê (salt) heyîn, ji bona xwe heyînekê/ ka bivênevê ye. Çimkî, di navbera heyîn û tuneyîyê de, bi awayekî din çênabe. Yek ji wan, bi yekê din re nayê wesfandin. Heyînbûn, qet nabe tuneyî. Ev tişt bêderfet û der aqil e. Wekî wî; tiştê ku tune nin jî, nabin heyîn. Tiştekî bivênevê jî, bi awayekî taybetî ne gengaz e. Lewra hege wiha be, wê demê wê hebûna xwe jî ji heyîneka cuda bistîne, wê li derveyê wê winda bibe û wê heyîna wê, bi tinebûnê were wesfandin. Belam, ev tişt jî ne gengaz e.

Bi tenê heyîn heye û ev yek, bivênevê ye ku hemû tiştên din jê hene. Ev heyîn jî, Xwedê ye. Di hemû heyînan de yên xwiya dike Xwedê ye û yên disalixîne jî ew e.”Ji Xwedê pê ve Xwedê tune û di gerdûnê de ji bilî Xwedê, tu tişt tune.’

Ramana Vê Peyvê Û Ramana ‘Îbn’ Ul- Arabî’ Ku Dibêje: ‘Ramana tiştên aferînek, ji bilî heyîna afiraner ne tu tişt e.’ Mîna hev in. Dîsa suxteyekî ‘Îbn’ ul- Arabî’ Sadreddîn Konevî di vê babetê de dibêje ku:’Gerdûn, ji bilî xwiyakirin û siya Xwedê, ne tu tişt e.’ Ev ramana Sadreddîn Konevî, ji aliyê helbestkar ‘Mahmûd Şebesterî’ ve di helbesta xwe ya “Gulşe- î raz” de wiha vedibêje: ‘Cîhan- ı cumle furüg nur -î Hakk’ dan Hak enderû- zî peyda -î est pinhan.’

 Ango, dibêje ku:  ‘Hemû cîhanê ji nûra Heq bizanibe Heq di dilê wan de veşartî dixweyî.’

Hasilê, Varîdat ne bi destê Şêx Bedreddîn hatiye nivîsandin. Belam, ji gotinên wî yên felsefî û tesewufî pêk tê. Di vê nivîsandinê de, çend nakokî û kêmasî xwe nîşan didin. Lê dîsa jî, em nikarin bibêjin ku Varîdat ne berhemekê tesewufî ye. Ji bilî diya wî; ku ew jî keçekê rûm bû, ji bilî vê yekê tu gurzên çandî, di navbera Şêx û fîlozofên antîk de tu tune nin û Şêx, bi temamî di nav çanda îslamê de mezin bûye. Xwe li Misrê, li cem Hiseyîn Ahlatî gihandiye.

Her çiqas di varîdatê de ramanê wî bişibin ramanên fîlozofên antîk jî, lê dîsa jî em nikarin bibêjin ku Şêx, di bin bandûra antîk yewnan de maye. Lewra, riya Şêx ew rê bû ku ji afiranekan dest pê dike û bi vî şeklî, xwe digihîne Xwedê. Belam, yek tişt eşkere ye ku Şêx di bin bandûra ‘Îbn’ ul- Arabî’ de maye û ji dîtinên wî ketumet bûye.

Di hemû jiyana xwe de, xwestiyê ku dîtinên xwe yên tesewufî di civakê de pêk bîne. Ji ber van dîtinên xwe jî, mîna şoreşgerekî li hemberî desthilatdariya osmaniyan serî hildaye. Di dawiyê de, di sala 1417- ê de (mîladî) li sûka ‘Serezê’ tê îdamkirin. Cendekê wî, piştî ku rojekî wiha bi dara sêpê ve daliqandî dimîne, ji aliyê mirîdên wî ve li deraka nêzîk tê veşartin. Piştî demekê dirêj, hestiyên wî ji ‘Serezê’ tînin Stenbolê û li saraya Topkapiyê, têne parastin. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin