Di Mîtolojiya Yewnan de Çîroka Aşilê Nîvxweda

Di Mîtolojiya Yewnan de Çîroka Aşilê Nîvxweda

Di Mîtolojiya Yewnan de Çîroka Aşilê Nîvxweda

Kurê bergornê Peleus û Xwedawenda Thetis. Navê Aşilê nîvxweda, bi fransî Aşil tê nivîsîn û bi yewnanî jî Akhilleus e. Yek ji wan lehengekî girîng ê mîtolojîya yewnan e. Thetis dema ku, kurê xwe di çemê zindabariyê de (styx) dişû; bi pehnîya wî digre û wî wiha noqê nav avê dike. Li ser vê yekê wiha hatiye bawerkirin ku, ew bi tenê ji vê dera xwe dikare were kuştin. Li gorî efsaneyê, her çiqas wî dizanibû ku wê di şer de were kuştin; dîsa jî beşdarê şerê Troyayê dibe û ji aliyê Parîsê dotmîrê Troyayê ve, ji pehnîya xwe bi tîreka bijher tê birîndar kirin û dimre. Vegotineke din jî, bi vî awayî ye: Li gor kehanetekî hatiye vegotin ku, wê ji Xwedawenda Thetis re lawek çêbibe û wê ev law, ji hemû Xwedawendan bi hêztir be. Li ser vê kehanetê Xwedawenda Thetis, bi yekî bergorn (bi mirin) re bi destekarî tê zewicandin.

Li ser vê yekê Xwedawenda Thetis dema ku zarok jêre çêdibin, ji bo ku wan bike nemir; hemûyan dixe nav agir, lê hemû jî dimrin.  Aşil, (Akhilleus) kurê wê ê dawîn bûye. Artemis dema ku Aşil jî dixe nav agir, mêrê wê wê dibîne û rê nade ku Aşil bixe nav agir. Lê heta ku mêrê wê pê dihise, pehniya Aşil di agir de dişewite. Ji ber vê yekê jî, Aşil bi tenê ji pehniya xwe dikaribû bihatana kuştin.  Homerosê helbestvanê yekemîn ê yewnana kevin, di berhema xwe ya İlyada de ku têde qala şerê Troyayê dike; cîhê gora Aşil, destnîşan kiriye. Li gorî vê vegotinê cîhê gora Aşil li bajarê Çorimê, di nav sînorên bajarokê Osmancik de tê tarîf kirin.

Ali Gurdilî  

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin