Di Mîtolojiya Yewnan de Xwedayê Zeus

Di Mîtolojiya Yewnan de Xwedayê Zeus

Di Mîtolojiya Yewnan de Xwedayê Zeus 

Di çanda Antîk ya olî de Zeus, Xwedayê herî mezin tê hesibandin. Kurê Rheîa û Kronos e. Ji ber gotina Gaîa û Uranos, ku gotibûn wê ji nevîyên me yek di nav zindebaran de bibe qral; Kronos hemû zarokên xwe yên ku têne dinyayê dixwe. Lê Rheîa diya Zeus nêzîkê ku wê ê wî bîne dinyayê, direve girava Girîtê û li çiyayê Îdayê di şikeftekî de wî tîne dinyayê. Dema ku Kronos lawê xwe jê dixwaze, Rheîa kevirekî li paçekî dipêçe û dide Kronos. Kronos beyî ku ji tiştekî gumanê bike, paçê dadiqurtîne. Piştî demekî Zeus, zora bavê xwe dibe û birayên xwe ji zikê wî derdixe derve. Bi vî awayî pêvajoya serweriya nifşa sêyemîn ya Xwedayên Olîmposî, dest pê dike.

Serweriya ezmanan dibe para Zeus; birayê wî Hades dibe Xwedayê bin erdê û birayê wî Poseîdon jî dibe Xwedayê deryayê. Zeus baranê dibarîne, birûskê û teyrokan diafirîne. Di şerê Troîayê de xwediyê rolekî mezin e. Şerê Troîayê, li ser serê çiyayê Îdayê îdare kiriye. Hemû tişt bi fermanên wî pêk tên. Carinan Akhaî û carinan jî Îroîaî bi ser dikevin. Zeus fermanên xwe, bi alîkariya teyran digihîne mirovan. 

Li gor rêbaza firîna teyr, fermanên wî, an bi erênî an jî, bi neyînî têne şirove kirin. Dema ku rewşa Akhaîyan xira dibe, Agamemnon wiha lawlawê ji ZEUS dike: 

“Wiha got, gunehê Zeus bi rondikên wî hat

Got bila têk neçe artêşa wî, teyrê xwe firand; di nav çivîkan de a herî şaşnebar e ew

Xezalek di lepên wî de hebû, xezalê avêt ber deriyê gorîgeha xweşik ya ZEUS, li wê derê AKHAÎYAN ji bo ZEUSÊ zanyar, qurbanan didan.

Têgihiştin ku Zeus ew teyr şandiye, dema ku çav pê ketin, bêrawestan

Troyaîyan êrîş kirin, aqil û fikrê wan, li ser şer bû.” 

ZEUS, damezraner û parastkarê pergaleka bidad tê hesibandin.

Di beşa dawî ya Îlyada de li ser kuştina lawên Qral Prîmos, AKHİLLEUS wiha dibêje:

“Bêqedero!

Vêga çî êşan kişandiye dilê te!

Çawa çavê te bir ku, tu bi keştiyan; bi serê xwe tenê werî vir,

çawa tu diwerî derkevî ber çavê min? 

Ez ez im ku, min gelekê zarokên te yên ader kuştin.

Dilêkî pola ye ê ku di singê te de ye, de were cem min,

li ser vî kursîyî rûnê, bila rakevin êşên di dilê me de.

Em çawa bikin, ger êşa me mezin be, wê çî derkeve ji vê zarazara dilê me!”

Xwedayan ji bo bergornan, vê qederê raçandin:

Wê mirov di nav êşan de bijîn.

Lê tu gumana nemiran tune.

Du kûp li nik Zeus hene her dem, yek bi bexşên baş û yê din jî bi yên xirab dagirtî,

Zeus wan tevlîhev dike û aresteyî bergornan dike,

Ji ya baş jî û ji ya xirab jî, para xwe werdigrin mirov,

lê hege mirovek bi tenê, ji ya xirab par wergire,

Wê ew bibe belengaz û wê her dem, kêm were dîtin.

Wê bi birçîtiyeke dijwar, belawela bibe li ser rûyê axa Xwedayî,

Xwedan û mirov, wê nezivirin û wê li rûyê wî nenêrin. ” 

Digel van hemûyan, ZEUS ne serwerekî dinyayê ê yekta ye. Em vê yekê ji şerê Troyayê fêhm dikin. Lewra di şer de hêza wî ne bes bû, ku alîkariya kurê xwe Sarpedon bike. Di şerê Troyayê de Hektor û Akhîlleus bi hevdu re yeke yek şer dikin. Li hemberê Akhîlleus, Hektor demeke dirêj li ber xwe dide. Lê piştî demekî xwe nagire û bi paş ve direve. Ew û Hektor, di nav bedenên Troayê de didin pey hevdu. Zeusê ku wê demê li wan temaşe dike, dibêje ez ji bo hektor xemgîn im. Lê di vê navberê de keça Zeus, Athena dertê qata bavê xwe û jê gazinan dike. ATHENA ji bavê xwe re dibêje ku, “ Hektor mirovek e û peywist e, tu destûra mirina wî bidî. ” Zeus, piştra rê dide ku Hektor bi qedera xwe re rûbirû bibe.

Bi Xwedawendan Re Zewacên Zeus Û Zarokên Wî Ên Ji Van Zewacan

Metis: Athena

Themis: Horaî û Mouraî

Dione: Aphrodîte

Eurynome: Kharîtî

Mnemosyne: Musaî

Lero: Apollon, Artemîs

Demeter: Persephone

Hera: Ares, Hebe, Eileithya (Hephaîstos)

Bi Jinan Re Zewacên Wî Û Zarokên Wî Ên Ji Van Zewacan

Alkhemene: Herakles

Antiope: Amphion, Zethos

Kallistro: Arkas

Danae: Perseus

Aigina: Aiaskos

Elektra: Dardanos, Lasîon, Harmonia

Europa: Mînos, Sarpedon, Rhadamanthys

Îo: Epashos

Leda: Helena, Dîoskrî

Maia: Hermes

Niobe: Argos, Pelasgos

Pluto: Tantalos

Semele: Dionysos

Taygere: Lakedaîmon

Ali Gurdilî 

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin