Di Mîtolojiya Yewnan de Xwedayê Hermes

Di Mîtolojiya Yewnan de Xwedayê Hermes

Di Mîtolojiya Yewnan de Xwedayê Hermes

Hermes Jî kurê Zeus e, diya wî jî Maîaya keça Atlas e. Hermes Xwedayekî çeleng û zîrek e. Di destpêkê de parastkarê kerîyên pez bû, Xwedayê şivaniyê bû. Lê bi demê re wesfên wî guherîn û bû Xwedayê hekîmî, bazirganî û dizîyê. Wiha tê hizirkirin ku, Hermes bi asa xwe ya ku sembola hekîmîyê bû digerîya. Du maran xwe li asaya wî a ku ji dara zeytûnê hatiye çêkirin, pêçane. Hermes di heman demê de peyamnêrê Xwedayê Zeus e jî. Bi zêhna xwe ya afiraner, di dizîyê de pispor e; tiştê ku bixwaze beyî ku haya kesî jê hebe, bi hostetî didize.

Li gor mîtolojiyê, roja ku hatiye zayînê; dest bi dizîyê kiriye. Berê sibê hatiye dinyayê û heta ku bûye êvar, hemû pezên Apollon dizî ye. Li ser fermana Zeus, pezê Apollon cardin lê zivirandiye. Ji bo lêborînê jî amûrada lîrê, ku ji sê têlan pêk tê; çêkiriye û wek diyarî daye Apollon. Karekî wî ê girîng jî, parastina tendurîstiya xelkê ye û rê nîşanî miriyan dide. Di gelek destanan de navê Hermes derbas dibe. Ne Xwedayekî yekemîn e, lê wek Xwedayekî di rêza duyem de tê behs kirin.  Aresê Xwedayê şer, kurê Zeus û Herayê ye. Li gorî veguhastina Homeros dê û bavê wî, tu carê jê hez nekirine û wî wek xwînmijekî birçî, bi nav kirine. Ji ber vê yekê jî, tu bajarekî yewnanî; rûmeta wî bi awayekî taybetî, bilind nekiriye.

Yewnaniyan wiha bawer kirine ku, ew ji Traqyayê hatiye. Hephaîstosê Xwedayê agir jî, kurê Zeus û Herayê ye. Bi arbûn û bêşekiliya xwe navdar e. Ji ber arbûna wî, piştî ku tê dinyayê diya wî; wî dibe diavêje serê çiyayê Olîmposê. Hephaîstosê ar, sembola xebatkarîyê ye. Aştîxwaz e. Xwe nêzîkê mirovan dihesibîne. Çiqasê li ezmanan be, hewqas jî li ser rûyê erdê ye. Alîkariya zeneetkaran dike, hesinkar û cûmkeran diparêze.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin