Dawî...

Destpêk > Mîtolojî > Di mîtolojiya Yewnan de Xwedawenda Hera/Junon

Di mîtolojiya Yewnan de Xwedawenda Hera/Junon
Parvebike!

Di mîtolojiya Yewnan de Xwedawenda Hera/Junon

Xweh û jina Zeus e û keça Kronos û Rheîa ye. Hera di mîtolojiya yewnan de wek Xwedawenda parastkarê malbat û zewacê tê dîtin. Di mîtolojiya yewnan de Hera, Xwedawendeka hesûd û zalim e. Tu carî nepejirandiye ku, meyla Zeus here Xwedawend an jî jinên bergorn û bi berdewamî, wan tehdît kiriye. Ji ber ku Parîsê şivan di pêşbirka sê (3) delalan de Xwedawenda Venûsê ya yekemîn hilbijartibû, Hera gotinên nebaş jêre gotiye û piştî vê bûyerê, bûye dijminê bajarê Troayê. Du keçên Hera bi navên Îlîthya û Hebe û bi navê Hephaîstos û Ares du kurên wê ji Zeus hene, ku Hephaîstos Xwedayê kar û bar (pîşesaziyê) û Ares jî Xwedayê şer tê dîtin. Her çiqas Hera ne Xwedawenda şer be jî, carinan tê dîtin ku ew ê kesayetiya xwe şervan derxistiye pêş. Ji heywanên pîroz, çêlek û ji tawisê hez dike û diparêze. Bajarê wê jî, Argos e.

Ali Gurdilî 

[email protected]

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.


Nûkirina Dawî : 10 Nov 2013 5:18

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)