Di Mîtolojiya Yewnan de Xwedawenda Athena

Di Mîtolojiya Yewnan de Xwedawenda Athena

Di Mîtolojîya Yewnan de Xwedawenda Athena

Athena keça Zeus e. Zeus herî zêde, ji vê keça xwe hez kiriye. Diya wê tune û ew bi çek û pûsatên xwe e, ji qelişeka enîya bavê  xwe derketiye. Bi navê keça çav bi çirûsk tê nasîn. Bêrehm û jinaka wek pizot e. Lê digel vê yekê, meyla wê her dem bi ser aştiyê ve ye. Ji bo aştiyê, çavê xwe ji şer re sor dike. Welatê xwe û malbatê, ji dijminan diparêze û hewl dide da ku, jiyana civakî bi aştî bidome.

Parastkarê zeneet û çandiniyê ye jî. Parastina madenvanî û jinên xebatkar, wezîfa wê ye. Nûneriya aqil, erdem û namûsê dike. Dara zeytûnê, ku nîşana aştî û dewlemendiya mirovahiyê tê hesibandin; ew ê afirandiye.  Parastkarê bajarê Atînayê ye. Di şerê dêw û Xwedayan de, bi navê Pallas dêwekî kuştiye, ku mêrê Styksê bû û ji çermê wî, zirxeke ji xwe re çêkiriye. Ji ber vê yekê, jêre gotine PALLAS ATHENA. Li gor baweriya Hesîodos, Styks keça Okeanos û Tethysê ye û di devê dojehê de di şikeftekî de dijî. Ji Athenayê re Parthenos jî tê gotin, ku di wateya, qizînê de ye. Pereştişgeha Parthenon ku li Atînayê di nava Akropolîs de ye, ji bo wê hatiye çêkirin.

Ali Gurdilî  

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin