Di Mîtolojîya Yewnan de Satîr

Di Mîtolojîya Yewnan de Satîr

Di Mîtolojîya Yewnan de Satîr

Di mîtolojîya yewnan de zindîyê nîvmirov û nîvbizin in. Li daristanan û şolwaran dijîn û li flûtê dixin. Di mîtolojiya romayê de ji wan re ‘faun’ tê gotin. Axlebî, jora laşê wan mirov û jêra laşê wan jî di şeklê nêrî de ye. Yên ku di taswîrên Satîran de dertên pêş, gohên wan yên tûj û dirêj, kiloçê wan yên bizinî, dûvê wan yên ku dişibe yên hespan û xirê wan e. Di taswîran de bi pirranî li pey nemfiyan û mainadan dibezin. Satîr bi Dionysosê xwedayê şerabê re şerabê vedixwin û li şolwaran direqisin. Ji kalê wan re Silenos tê gotin. Afirînekê ku bi awayekî taybet ya Dionysos mezin kiriye jî, satîrek e û navê wî Sîlenos e. Satîr, di mîtolojiya yewnan de wek cinan hatine dîtin û carinan jî wek hespên serîmirov hatine taswîr kirin.

Praksîtelesê peykertraşê yewnanî, satîra wek mirovên ciwan û spehî resmandiye û wesfên wan yên heywanî, gelekî kêm taswîr kiriye. Bi vê helwesta xwe re jî, tîpeka satîran yeka nû afirandiye. Di heman demê de satîr gelekî bûne babeta fîlîman jî. Di fîlîmê Rojnîvîskên Narnia, Şêrê Ecûze û Dolabê de cîh dane afiraneka Satîr. Ji satîrên jin re, satîres tê gotin. Satîres, axlebî çiçikên wê tazî tê resmandin û jêra laşê wê jî, bizin e.

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin