Di Mîtolojîya Yewnan de Parîs

Di Mîtolojîya Yewnan de Parîs

Di Mîtolojîya Yewnan de Parîs [Aleksandros]

Di mîtolojiya yewnan de kurê Priamasê qralê Troyayê û Hekabeyê. Beriya ku lawê xwe bîne dinyayê, Hekabe xewnekî dîbîne û di xewna xwe de dibîne ku, topeka alavê tîne dinyayê û ev alav, hemû bajêr dişewitîne. Dê û bavê Parîs, vê xewnê wek xebera xeteriyekê dipejirînin û piştî ku ew tê dinyayê, wî diavêjin dereka bajarê İdayê. Şivanek wî dibîne û wî mezin dike. Piştra Zeus jê dixwaze ku, ew di pêşbirka yekemîn ya delaliyê de bibe dadger û yekê hilbijêre. Di dawîya pêşbirkê de Afrodît, wî dixapîne û dibe Xwedawenda herî delal. Li ser teşwîq û ji rêderxistina Afrodît, diçe bajarê Spartayê û Helena bêdew direwîne û tê Troyayê. Li ser vê tevgera wî, şerê Troyayê dest pê dike. Di dawiya şer de, Parîs tê kuştin û bajêr jî tê hilweşandin.

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin