Di Mîtolojiya Yewnan de Narsîzm

Di Mîtolojiya Yewnan de Narsîzm

Di Mîtolojiya Yewnan de Narsîzm 

Li gor mîtolojiya yewnan, li ser rûyê erdê gelek Xwedan hene û ew ji bûyerên xwezayê, ji çavdêrîkirina heyînên zindî û ne zindî û ji tevgerên wan berpirsiyar in. Li gor mîtolojiyê ev Xweda, mînanî mirovan bûn û bi mirovan re diketin nav danûstandinekê jî. Di vê beşê de wê em ê ji we re behsa çîroka Narkîssos bikin, ku bingeha peyva Narsîzmê; ji vê çîrokê tê. Perîya Ekhoya bêdew, ku gelek caran guh nade dildarên xwe û tu xortan naxwaze; rojekî nêçîrvanekî dibîne. Narkîssos, xortekî çeleng e. Ekho, dema ku çav pê dikeve; dil dikeve wî. Lê Narkîssos, bersiva vê evîna Ekho nade û jê dûr dibe.

Piştî neecibandina Narkîssos, Ekho dikeve nav rewşeke xirab û roj bi roj, dihele û dimire. Hestuyên wê, vediguherin tehtan û dengê wê jî, li wan tehtan dibe olan. (Peyva “Eko- Olan”  jî, ji vir tê.) Xwedayên  Olîmposî li ser vê bûyerê gelekî xemgîn dibin û biryarê didin, da ku Narkîssos ceza bikin. Di rojaka nêçîriyê de Narsîssos, li pey rêça nêçîra xwe gelekî digere û têhn dibe. Piştî demekî, tê keviya çem. Dema ku xwe ditewîne, da ku avê vexwe; wê demê çav bi bêdewiya laşê xwe dikeve.

Narkîssosê ku beriya wê demê, wiha bi baldarî li laşê xwe mêze ne kiribû; dibe dildarê delaliya laşê xwe. Nikare ji cîhe xwe bilepite û dibe dildarê xwe. Wiha ji xwe hez dike, ku heta wê demê ji tu kesî, hewqas hez nekiriye. Bi wî awayî, li wê derê ne dikare avê vexwe û ne jî, tiştekî din bixwe; roj bi roj ew jî wek Ekho dihele û dimire. Piştî ku dimre, laşê wî vediguherine nergîzan. Koka peyva Narsîzmê, ji vê çîrokê tê û di roja me ya îroyîn de Narsîzm; wek nexweşiyeka kesayetiyê tê dîtin. Narsîst ew kes in ku, guh nadin girîngiya hinekên din. Narsîst, her dem ne mafdar bin jî, xwe di hemû bûyeran de mafdar qebûl dikin. Dema ku xwestekan wan pêk nayên jî, ji hesûdiya xwe; roj bi roj dihelin û dikevina rewşeka Psîkotîkî. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin