Di Mîtolojiya Yewnan de Mîtosa Robara Lethe

Di Mîtolojiya Yewnan de Mîtosa Robara Lethe

Di Mîtolojiya Yewnan de Mîtosa Robara Lethe

Lethe, li dojehê robareka dirêj e, cîranê robara Styx e û ava wê tehl e. Mirovan ji bo ku êşên xwe yên li dinyayê ji bîra bikin, şerabê vedixwarin; ava tirî tevlî xwîna wan dibû û bo demekî be jî, êşên xwe ên li dinyayê ji bîra dikirin. Dotira rojê, dîsa dest bi kişandina êşan dikirin. Wê tu carê, êşên mirovan xilas nebûna. Ji bo ku ji êşan xwe xwe rizgar bikin, peywistbû ku ji wê bedena xwe a ku ji tevlîbûna herî û avê pêk hatiye, rizgar bibûna. 

Peywistbû ku, ew bimirana û rihê wan azad bibûna. Dema ku rih hilma mirinê ya tarî hîs dike, xwe berdide welatê tarîtiyan, nêzîkê robara Styx dike û li benda qayîkvanê Charon dimîne. Ji bo ku rih bikaribin derbasê aliyê din bibin, gelek salên dirêj ên bi êş derbas dikirin. Rihên dojehê ên  agirîn, bi qîreqîra van rihan xwe xwedî dikirin. Li ber deriyê dojehê, seyê sêserî li benda wan bû û pêşwazî li wan dikir. 

Seyên sêserî, nedihiştin ku rih birevin… Rih, li keviya Lethe radiwestiyan, digirîyan û lawlaw ji wan, bilind dibû. Dema ku ji ava Letheyê vedixwarin, hemû tiştî ji bîra dikirin; çawa ku tu tişt nebibe. Bi herka robarê re, hemû êş û qîrînên rihan; ber bi cihê dojehê ê herî dawî ve diheriqîyan. Û ji hemû êş û tirsên xwe rizgar dibûn, carekê din wê bihatana dinyayê çimkî û wê careka din dest bi kişandina êşan bikirana.  

‘Dînîtî, Letheya herî mezin ya êşa ye.’ (Schopenhauer)

Ali Gurdilî  

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin