Di Mîtolojiya Yewnan de Mîtosa Afirandina Mirov

Di Mîtolojiya Yewnan de Mîtosa Afirandina Mirov

Di Mîtolojiya Yewnan de Mîtosa Afirandina Mirov

Di babeta afirandina mirov de, di çanda yewnan de gelek mîtên cihêreng hene. Li gor hindek çavkaniyan tê gotin ku, erka afirandina mirov; di dema şerê Tîtanan de dane Prometheus û birayê wî Epîmetheus ku, herdu jî di şer de piştgirê Zeus bûn. Di efsaneyeke de wiha tê bawer kirin ku Prometheus, mirovan ji madeyê “daringê” afirandiye. Ev efsane, beriya Îsa Mesîh “Berîya Zayînê” di sedsala IV. an de derketiye holê.

Efsaneya navborî, belku jî aîde serdema piştî tofanê be. Prometheus, Ji hemû Xwedayan bi aqiltir bû. Lê birayê wî Epîmetheus, ji hêla aqil ve qels bû. Epîmetheus beriya ku mirovan biafirîne, hemû diyariyên hêja daye heywanan; wek hêz, wêrekî, jîrîtî, post û baskan, li heywanan belav kiriye. Lê pişra poşman dibe û bûyerê, ji birayê xwe Prometheus re vedibêje. Prometheus jî tiştekî dide mirov, ku ew tişt “aqil” wê mirovan nêzîkê Xwedayan bike û agirê ku ji rojê didize jî, dide mirovan. Prometheus, şeklekî xwedayî jî dide laşê mirovan.

Sedemê van alîkariyên Prometheus, nefreta wî ya ku ji bo Zeus hîs dikir bû. Bi vê yekê re jî wiha bawer dikir ku, wê ew ê tola xwe ji Zeus hilde. Lewra wê mirovan, piştra Xwedayan nehesibandina û wê bibûna bela serê wan. Li gor veguhastina Anatole Franse a mîtekî, Prometheus, gelek peyker çêkiribûn. Promet ne tenê peykerên mirovan, herwiha peykerên heywanên curbicur jî çêkiribû. 

Li gor vê mîtê, sedemên kêmasiyên mirovan jî ev in: 

Prometheus, rojekî dîsa ji kîlê dest bi çêkirina dest û lingên mirovan dike, wan bi hevdu ve datîne û li refên kargeha xwe rêz dike. Di wê gavê de DİONYSOSÊ Xwedayê şerabê tê cem wî. Bi hevdu re keyf dikin û serxweş dibin. Piştî ku Prometheus serxweş dibe, hinek çewtiyan dike. Serekî mezin, bi laşekî mezin ve vedike û destên dirêj ên laşekî mezin, bi laşekî kin ve datîne. Tê gotin ku sedemê laşên bêşekil, ev demên Prometheus ên serxweş in. Ji bilî vê yekê di ferhenga felsefî ya Voltaire de jî, li ser babeta afirandina mirov wiha tê behs kirin: zeus, bi tenê 25 sal imr dabû mirovan. Ango, ew heta 25 saliya xwe dikaribûn bijîn.

Lê mirovan, gazinan ji vê yekê kirin û wiha bang li ZEUS kirin: “Jixwe, nîvê temenê me di xewê de derbas dibe. Ger hûn dema zarokatiyê jî jê derxin, wê demê temenekî gelek kin ji me re dimîne.” Hemû taybetmendiyên baş û temenekî dirêj, dabûne afirînekên din. Di wê demê de li cem mirovan, şeş (6) heywan hebûne: Maşot, “tirtil” pirpirok, çûka tawis, hesp, rûvî û meymûn. Mirovan van heywanan nîşanî Zeus dan û jê hat xwestin, da ku ew imrê van heywanan li mirovan zêde bike. Zeus vê xwesteka mirovan, bi sedema ku wê niheqî li heywanan çêbibe; qebûl nekir. Lê bi şertê ku di hinek wextan de wek wan bijîn, hinek imr li wan zêde kir.

Ji ber vê yekê ye ku zarokekî berhembêz, wek maşotekî ye û li erdê digingire, bi çapûlkan diçe. Piştra, wek pirpirokekî wî alî vî alî dibeze, ev jî dewra zarokatiyê ye. Di xortaniya xwe de wek tawis, bi şanaz e. Di 25- 30 saliya xwe de dema ku dibe xwedî zar û zêç; wek hespan, dikeve binê bar. Piştî 40 saliya xwe jî wek rûvî, xasûk e. Piştî 50 saliya xwe jî, dibe mînanî meymûnan û ar “nedelal” dibe. Li gor vegotineka din jî, Xwedayan mirovan afirandine. Di destpêkê de, nîjada zêr hebû ye. Jiyana wan, wek Xwedayan bûye. Piştra, nîjada zîv dest pê dike. Mirovên vê demê, ji dema zêrîn kêmaqiltir in. Piştî nîjada zîv, nîjada pirincê dest pê dike. Di vê dewrê de jî, mirov bêrawestan şer dikin. Piştî vê nîjadê, nîjada lehengên Xwedayî tê, ku bûne babeta gelek efsaneyan û nîjadeka biesl bûne. Nîjada pêncemîn jî, nîjada îroyîn e. 

Bûyera Mekoneyê 

Li gor vê mîtê, Olîmposîyan gerdûnê di nav hevdu de par kirine, ku di şerê Tîtanan de bi ser ketibûn. Di dema civîna Mekoneyê de, Xweda û mirov li hevdu dicivin û dor tê pirsgirêkên ku di navbera Xweda û mirovan de hene. Di dema şerjêkirina qurbanan de li ser para Xwedayan, dikevin niqaşê. Prometheus li vir jî, jîrîtiya xwe nîşan dide û piştgiriya mirovan dike. Prometheus, gayekî mezin şerjê dike û ji nîvî ve dike du perçeyan. Goştê ga datîne alîyekî û bi kursîyekî, serê goşt dadi de. Hestûyên ga jî datine alîyê din û bi donê dûv, ew dixemilîne. Dema hilbijartina Zeus tê û Zeus, alîyê bihestû hildibijêre. Para bi goşt jî, ji mirovan re dimîne. Tê gotin ku nefreta Zeus, ji wê rojê ve dest pê kiriye.

Ali Gurdilî 

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin