Di Mîtolojiya Yewnan de Çîroka Agirê Prometheus

Di Mîtolojiya Yewnan de Çîroka Agirê Prometheus

Di Mîtolojiya Yewnan de Çîroka Agirê Prometheus 

Prometheus, ji nîjada Tîtaniyan e. Li gor vegotina Hesîodos; Tîtan kurê Kleymeneyê ye, ku keça Îapetos û Okeanos e. Çar (4) kurên Îapetos çêdibin; Atlas, Menoîtîos, Prometheus û Epîmetheus. Epîmetheus beravajiya Prometheus, xwediyê kesayetiyek berçewt (dij) bû û bi navê “şahê nebikêrhatiyan” dihate nas kirin. Navê jina Prometheus, li gor nêrîna nivîskaran cihêrengiyeke nîşan dide. Bi giştî navê Kelaîno, an jî Klymene tê bikar anîn. Sê zarokên Prometheus hene: Deukalîon, Îykos û Khîmaîreus.

Lê tê gotin ku bi navê Aîtnaîos, Helen û Thebede; sê zarokên wî ên din jî hebûne. Qedera çar (4) birayan, (Atlas, Menoîtîos, Prometheus û Epîmetheus) gelekî hêwilnak (sawdar) e. Menoîtîos û Atlas, ji sedema li hember Zeus serîhildanê hatin cezakirin. Cezayê Atlas ew bû ku, li dawiya dinyayê li ber şahîdiya Hesperîdesan; asîmanê hilgire ser milên xwe. Belam li gorî nêrîna HOMEROS jî; ATLAS wan sitûnên ku, ser rûyê erdê û asîmanan ji hevdu dabeş dikin, hilgirtiye. Menoîtîos jî ji aliyê Zeus ve tê cezakirin.

Zeus birûskê lê dixe û wî dixe bin erdê. Prometheus û Epîmetheus jî, cezayên cihê cihê werdigrin. Zeus, Prometheus li çiyayekî bi zincîran girê dide û kezeba wî a reş dide teyrekî. Ji bo ku bibe bela serê Epîmetheus, Zeus jina yekemîn diafirîne û wê dişeyne cem Epîmetheus. Prometheus û Epîmetheus, di babeta afirandina jinê de rolekî mezin leyîstine. Em sedemên van cezayên ku Zeus daye zarokên Îapetos, ji wesfên wan derdixin. Ev her çar (4) Tîtan jî, ji hêla aqil ve raser in û her dem bi vê aqilbûna xwe, şanaz in jî. Ji bilî vê yekê, ew tu carê bi a Zeus nakin û li hemberê wî, serî hildidin. Heza aqil, di destê Zeus de ye û ew naxwaze ku vê hêzê di hinekên din de jî bibîne. Prometheus jî, her dem Zeusî aciz dike û wî diqehirîne. Prometheus, zêhn û pêşbîniya xwe bo armanca xapandina Zeus bikar tîne û bi vê yekê, dixwaze ku Zeus biçûk bê dîtin.

Wesfên Prometheus

Di nava zarokên Îapetosiyan de ê herî jîr, Prometheus bû. Di bûyera raperîna Tîtanan de bi saya pêşbîniya xwe, fêhm kiriye ku wê ew têk biçin. Li ser vê yekê birayê xwe Epîmetheus jî razî dike û ew herdu, di şer de piştgiriya Zeus dikin. Ango, dibin piştgirê çiyayê Olîmposî. Prometheus, bûyerê fêhm kiriye û hemû pêdiviyên xwe amade kiriye. Prometheus di zayîna Athenayê de jî cîh girtiye û ji Athenayê, hemû zanyariya jiyanî fêr bûye. Prometheus digel ku dizanibû wê çî were serê wî, dîsa jî di babeta alîkariya mirovan de tu carê xwe ne daye paş. Prometheus, tê maneya pêşbîn. Prometheus Dizanibû ku wê kurekî Zeus çêbe û rojekî, ê wî ji text bîne xwarê. Lê vê xefiya (sira) ku dizanibû, ji Zeus re negot. Zeus bi armanca cezakirina bergornan û parastkarê wan Prometheus; ji bo ku ew nikaribin goşt bipijînin û bixwin, agir vedişêre. Lê Prometheus, ya Zeus dixapîne; dertê ser çiyayê Olîmposê û ji tekerê agir, pêtekê didize. Agir dixe nav firakekî û ji mirovan re dibe. Li gorî vegotineke din jî, Prometheus agir ji kana (ocaxa) Hephaîstos, dizîye. Dema ku Zeus bi dizîna agir dibihise, gelekî aciz dibe û ji bo cezakirina mirovan û parastkarê wan Prometheus, li rêbazên nû digere.

Sizandina Prometheus 

Ji ber sedema diziya agir, Zeus cezayekî pir giran dide Prometheus. Wî li çiyayekî bi zincîran girê dide û kezeba wî dide teyrê ku ji Ekhîdna û Typhon, hatiye dinyayê. Teyrê Zeus, her roj diçe kezeba Prometheus dixwe û roja din, kezeba wî carekê din xwe nû dike. Di vê babetê de zanayiyên ku Hesîodos dide me, kêm in. Lê em van zanayiyan, ji vegotinên Aîskhylos fêr dibin. Xefiyeka ku bi pêşeroja Zeus re têkildar bû, bi tenê Prometheus pê dizanibû.

Li gor vê xefîyê: 

Zeus wê bi jinekê re bizewiciya û kurekî wî ê ji vê jinê, wê dawî li serweriya wî bianiyana. Zeus ji bo ku bikaribe vê xefiyê fêr bibe; ferman da Herakles, da ku here û wî teyrî bikuje. Herakles bi tîrekî, wî teyrî dikuje û Zeus bi vê serkeftina kurê xwe, gelekî keyfxweş dibe. Zeus ji bo beşdarbûna civînên Xwedayî ên li çiyayê Olîmposê, ji nû ve izna Prometheus da û di qata Xwedayan de, wî qebûl kir. Li gor vegotineke din jî; Herakles bi tenê, wî teyrê ku kezeba reş a Prometheus dixwar; kuştibû û dest ne dabû zincîrên Prometheus. Lê ji bo ku Prometheus bikaribe xwe ji zincîran rizgar bike, peywistbû ew carekê din bibûya zindebar. (nemir)

Di vê derê de efsaneya şerekî ku, di navbera Kentaurî û gelê Teselyanî ên efsaneyî; Lapîtîyan de derketibû, tê vegotin. Li gorî vê efsaneyê jî birîndarê Kentauros Kheîron, ji bo ku bikaribe ji êşa xwe rizgar bibe; dixwaze ku bimire. Lê ev yek ne gengaz e. Çimkî ew, nemir e. Lê ji bo ku, bikaribe ji êşa birîna xwe xilas bibe û bimire, peywistbû ku nemirbûna wî ji aliyê yekî ve bihatana pejirandin. Prometheus, vê yekê pejirand; ew ji êşa birîna xwe rizgar bû û Prometheus jî, carekê din gihêjte zindebariya xwe. Prometheus wê xefiya ku pê dizanibû, eşkere kir:Zeus aşiqê keça Nereus, Thetîseyê bibû. Zarokê ku wê ji vê zewacê bihata dinyayê, wê ji bavê xwe bihêztir bûya. Li ser bihistina vê bûyerê, Zeus xwest ku Thetîseyê bi yekî bergorn re bizewicîne. Lê Thetîseyê jî, bo ku bi Peleus re nezewice; hemû qabiliyetên xwe yên serperîyan (horiya avê) bikar tîne û xwe di bin kirasên cihêreng de vedişêre. Lê di dawiyê de, bi Peleus re zewacê qebûl dike. Piştî ku li sifra Xwedayan ya li çiyayê Olîmposê têne zewicandin, Akhilleus tê dinyayê. 

Pandora

Piştî cezakirina Prometheus, Zeus; mêran jî ceza kirîye. Lewra, wan jî sûcdar û şirîkê vê bûyerê dihesibîne. Zeus bi armanca ku wê bibe çavkaniya hemû xirabiyan, jinê diafirîne. Zeus ferman dide Hephaîstos û jê dixwaze ku, jinê bi axê û avê re bihecinîne û wan bike wek Xwedawendan. Athena, bedena xwe bi xemlên lihevhatî dixemilîne. Fêrdariya nexşan û raçandina kumaşan fêrî xelkê dike; piştika xwe a xemilandî, li pişta xwe girê dide. Afrodît, bi delalî û spehîtiya xwe; aqilê mêran ji serê wan dibe. Kharîtî, xwe bi gerdeniyên zêr dixemilînin. Horaî, porên xwe bi kulîlkan dixemilînin. Peyamnêrê Hermes jî, zêhneka cinanî (şe##) û destbikarîya xapandinê, dide jinê û wê fêrî axaftinê dike. Di herî dawî de Zeus ji bo ku, rih bide jinê ferman dide çar (4) texlîdên bayê; da ku ew biwezîn.Navê Pandorayê, li vê jinê kirin. Pandora tê wateya “Diyariya Hemû Xwedayan.” 

Zeus kutîkeke devdadayî dide destê Pandorayê û wê dişeyne cem Epîmetheus.  Prometheus beriya vê bûyerê birayê xwe hişyar dike, da ku ew tu diyariyan ji Zeus qebûl neke.   Epîmetheus guh nade şîretên birayê xwe û li hemberê delaliya Pandorayê, xwe nagre û pêre dizewice. Heta ku Pandora ne hatibû dinyayê, mirovan xirabî, nexweşî û tengasiyê; nas nedikirin.Hemû xirabî, di qutîyê de hatibûn bicîh kirin. Xeletiya mezin jî, vekirina devê qutîyê bû.  Pandora ji ber meraqa xwe, devê qutîyê vedike û êş, nexweşî, kalîtî, hesûdî, dînîtî, bêsincî û birçîtî, dertêne derve û li ser rûyê redê belav dibin. Tiştekî tenê di qutîyê de dimîne, ku ew jî Hêvî ye. Hêvîya ku li hemberê hemû tengasî û nexweşiyan, wêrekiyekê dide mirovan.

TOFAN

Piştî afirandina Pandorayê û şandina wê a dinyayê, nîjada mirovan li ser rûyê erdê zêde dibe. Piştî vê pêvajoyê, mirov ji Xwedayan rû badidin. Zeus biryara xwe dide, ku bi tofanekî nîjada mirovan ji ser rûyê erdê rake. Zeus tafanekî radike û lehî; mirov, heywan, dar û xaniyan, dide ber xwe û dibe. Hemû deryayên li ser rûyê erdê, gej û tevlîhev dibin. Di dawîyê de dema ku, qehra Xweda derbas dibe û aram dibe; dibîne ku, di filoqeyekê (qeyîk) de kurê Prometheus, Deukalîon û keça Pandorayê, Pyrrhayê hene. Zeus wan dişeyne çiyayê Parnassosê ku, bi tenê ev çiya di avê de nokî nebibû. Herdu jî, spasiyên xwe aresteyî Zeus dikin. THEMÎS ji Deukalîon û Pyrrhanê re wiha dibêje:“ Rabin ser lingên xwe û hestuyên diya xwe, di ser milên xwe de biavêjin.”

Deukalîon têdigihêje ku, di vê gotinê de qesda wê kevir in. Lewra kevir, diya hemû hestuyan têne dîtin. Ji wan kevirên ku Deukalîon di ser milên xwe de diavêje, Mêr û ji yên Pyrrhanê jî, Jin têne holê. Li hemberê hêz û serweriya çiyayê Olîmposê, Prometheus; xwedîzêhn û jîr e. Di raperînên navdar ên Tîtaniyan de, alînegir maye û serî hilnedaye. Bi vê yekê re jî, ketiye çavê Xwedayê Zeus. Zeus, wî ji bo loda zindebaran qebûl dike. Heçku Prometheus, ji Zeus û hevalên wî hez nake û ji wan diqehire. Ji ber vê yekê jî, Xwedayan înkar dike, wan bi tu tiştî nahesibîne û xirabiyên wiha dike ku, heywanên herî hov jî; xirabiyên bi rengî nakin. Afirîneke wiha afirand ku, ev afirînek bû bela serê hemû dinyayê.

Bi vê yekê jî dixwaze ku, tola kalîkên xwe ji Xwedayan bistîne.  Wiha tê vegotin ku Prometheus, mirovê yekemîn ne ji avê; rondikên çavên xwe tevlî heriyê kiriye û mirovê yekemîn afirandiye. Dibe ku di xwezayê de bêhêziya kurêmirov, ji ber vî sedemî be. Lewra, ji bo ku bikaribe xwe biparêze; tu tiştê kurêmirov tune. Wek fîlan xortûma wî, wek şêr nehperoşkên wî, wek çivîkan baskên wî û wek hespan jî, ne xwediyê lingên bihêz in. Hê ji zayîna xwe ve, nexweşî û xemgîniyan, dev ji pêsîra mirov bernedidan.

Di destpêkê de mirovan, xwe bi mêwe û goştê xav têr dikirin. Di qelîşekên bêtav û tarî de dijîyan û şevên xwe yên dirêj, di şikeftan de derbas dikirin. Prometheus bi vê rewşa mirovên, ku wî ew afirandibûn êşiya û fikirî ku, divê ew agir bide wan û wan fêrî cotkirinê bike. Ji dara Feruledeyê çiqûleke hilkir, ku zû agir pê diket û vî çiqûlî bire girava Lemmosê. Ji kana (ocaxa) Hephaîstos, (Xwedayê agir) pêtek agirê har dizî û xiste nav hilika çiqûl. Xwe di navbera hepsê spî û reş de veşart û beyî ku were dîtin, ji were derê filitî. Prometheus wek diyariyeke, agir da mirovan.

Ji wê rojê ve tê gotin ku, agir; vîna (enerjiya) reş û spî wergirtiye; pê hem tarîtî û hem jî ronahî tê afirandin.  Piştî wê rojê mirovan, di rewşeka baştir de jiyana xwe berdewam kirin. Xwarinên xwe bi agir pijirandin, di rojên serma de li ber hilma agir xwe germ kirin û şikeftên xwe yên tarî ên ku têde dijîyan; bi agir ronahî kirin. 

Piştî van pêşketinan, belengaziya xwe ya berê ji bîra kirin û êdî, xwe bi Xwedayan re yek dîtin. Ji ber vê çendê bû ku, Zeus agir ji mirovan veşartibû. Prometheus jî, beyî ku haya Zeus jê hebe; agir dizîbû û dabû mirovan. Zeus ji Prometheus qehirî û wî şande çiyayê Kafqasê. Bang li Hephaîstos (Xwedayê agir û mêrê Aphrodîteyê) kir ku, ew Prometheusê bêedeb bi tehtekî ve girê bide. Hesinkarê pîroz beyî dilê xwe be jî, serî ji vê fermana Zeus re tewand. Hephaîstos, bang li Prometheus kir û jêre wiha got: “Hê Prometheus! Gelo tu van kulîlk û zincîran dibînî? Wê ev ê bêqederiya te û xemgîniya min ya bêdawî amade bikin. Wê ez ê te, li vî tehtê hov bizmar bikim. Li vê derê wê ê tu ê tu dengan nebihisî, wê gunehê tu kesî bi te neyête û di bin tava har de, wê kulîlka laşê te ziwa bibe.

Wê tu ê di tarîtiya şevên kûr û dirêj de, bi serê xwe bimînî û wê rojên te, wê wiha bêxew derbas bibin. Ji bilî van tehtan, wê tu kes nalînên te seh neke û wê tu ê badîhewa bikî hewar û qîrîn.” Piştî ku Hephaîstos dest û lingên wî bi zincîran girêda, wî bi tehtan ve bizmar kir. Her sibe teyrek dihat û ji kezeba wî, têra xwe dixwar. Nahpûşkên xwe yên tûj, dixist nava wî û kezeba wî perçe perçe dikir. Kezeba ku heta danê êvarê teyrê Zeus jê dixwar, bi şev; heta ku dibû sibe, cardin xwe nû dikir. Bi vî awayî, ev îşkence her dem berdewam dikir. Ev îşkence, sih (30) rojan berdewam dike. Piştra, Zeus wî efû dike û tevlî loda zindebaran (nemiran) dike. 

Li Gor Mîtoseke Din Jî Prometheus

Xwedayekî peykertraş bû. Ne tenê peykerê mirovekî, peykerên gelek mirovan çêkiribû û rih dabû wan. Li kargeha xwe dest, ling, dil, kezeb, çav û hwd. çêdikir û li refên kargeha xwe wan rêz dikir. Di wê navberê de Dîonysos, (Xwedayê Şerabê) tê kargeha wî û jêre wiha dibêje: “Bes e. Tu pir westiyayî. Were hebekî bêhna xwe vede û piştra em şerabê vexwin. ” Prometheus bi şerabê serxweş bû û hindek livokan, xelet çêkir. Serekî qirase, bi laşekî biçûk ve kir û destên mezin û dirêj yên laşekî qirase, bi laşeka biçûk ve kir. Tê gotin ku, sedema wan laşên xwaro-  maro ên bêhevseng; ew demên Prometheus ên serxweş in.  Li gor mîtolojiya yewnanan, Prometheus bi tenê mêran afirandiye. Di wê dewrê de, hê jin tunebûn. Rojên mirovan, xweş û geş derbas dibûn û bextewar dijîyan.

Kengê ku agir kete destê wan, xwe li quretiyê girêdan û xwe xistin dewsa Xwedayan. Hesin helandin; çekan jê çêkirin û hevdu kuştin. Bi vê zêhna cinanî (şe##) ku Prometheus dabû wan; erdem û ziravbihîstiyariya xwe, winda kirin. Di dilê wan de, tu hestên baş neman. Di dawiyê de, ketin rewşeke sefîl. Ger Prometheus, agir ji Xwedayan ne dizîbûna û ne dabûya mirovan; dibe ku, nîjada mirovan hevqas sefîl ne bûya. Piştî ku mirov bi agirê îlahî qure bûn, Zeus bi armanca sizandina mirovan û ji bo ku bibe bela serê wan, jinê da afirandin. Zeus bang li Hephaîstos kir, da ku ew jinê biafirîne.

Hephaîstos, heriyê bi avê heciqand û mîna jina xwe Aphrodîteyê; qîzîna yekemîn, bi laş kir. Di dema temambûna peykerê de jî, di dewsa rih de; pêtek ji agirê Prometheus xiste dilê wê. Hemûyên Xweda û Xwedawendan, hindek tişt diyariyê wê kirin û navê wê, danîn Pandora. Aphrodîte, delaliyê dayê. Hermes, îxanet û gotinên xapînokî dayê û Zeus jî, qutîyeke devdadayî dayê. Zeus, şîreta nevekirina qutîyê li Pandorayê kir û jê xwest ku, ew tu carê devê vê qutîyê veneke. ZEUS, Pandorayê wek diyariyeke ji birayê Prometheus, Epîmetheus re şand. Hayê  Epîmetheus, ji vê xapandina Zeus hebû, lê dîsa jî, xwe li ber delaliya Pandorayê ranegirt û wê bire dinyayê. Piştî hatina Pandora a dinyayê, Pandorayê qutîyê vekir û nexweşî, êş, derew, bêrûmetî û çî tiştên xirab hebûn; jê derketin derve. Wek nîrxekê dawî, bi tenê HÊVÎ di qutîyê de ma.

Zeus bi jina yekemîn re, hemû tiştên xirab şandibû dinyayê. Dîsa jî, rika Zeus kêm nebû. Zeus, tofanekî rakir û pê xwest ku, hemû nîjada mirovan ji holê rabe. Lê Prometheus, filokeyeke çêkir; kurê xwe Daukalîon (Mirovê Oldar) û keçeka bi navê Sofî, (Vîna mê, xala herî dawî a ku mirovahî xwe dikare bigihînê) xiste vê filokeyê. Prometheus bi vê yekê, wan ji tofanê rizgar dike. Tê gotin ku Daukalîonê ku ji tofanê xilas bibû, qurbanekî dide Zeus û Zeus jî, wan efû dike. Piştî ku Zeus qurbana wan qebûl dike; radigihîne wan ku, wê ew ê yekemîn duayê wan bîne cîh. Wan ji dua kirin, da ku Zeus ji nû ve mirovahiyê biafirîne. Zeus, Xwedawenda Themîs gazî cem xwe kir û fermana afirandina mirovahiyê da wê. Themîs jî, ji wan re wiha got: “Serê xwe bi terhîyeke dadin û keviran di ser milên xwe de biavêjin.”

Kevirên Daukalîon bûne Mêr û yên Sofî jî bûne Jin.

Ali Gurdilî 

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin