Di Mîtolojîya Yewnan de Adonîs

Di Mîtolojîya Yewnan de Adonîs

Di Mîtolojîya Yewnan de Adonîs 

Li gorî hindek çavkaniyan, kurê Afrodît e. Li gor hindek çavkaniyan jî, dildarê wê ye. Di mîtolojiyê de, bi delaliya xwe navdar e. Derheqê vî xortî de, gelek rîwayet hene. Yewnanî, wî wek sembola bihara bikullîk dipejirînin. Li gor rîwayeteke, Adonîs di dema nêçîreka berazên kûvî de miriye. Afrodît, bi mirina wî gelekî xemgîn dibe û ji Zeus, daxwaza dîtina wî dike. Zeus jî, ji bona beşekê salê; izna derketina Adonîs ya ser rûyê erdê dide. Dema ku Adonîs ji bin erdê (ji welatên miriyan) dertê ser rûyê erdê; wê demê rojên xweş û geş dest pê dikin, kulîlk dibişkivin û bihar dest pê dike. Jiyana wî jî, wek ya kulîlkan bisînor e. Lewra Adonîs dema ku digihişt dema xwe ya herî ciwan û bextewar, wê demê dimiriya. Li ser mirina wî Afrodît  (Aphrodîte) û Perî şîna wî digrin û hêstiran dibarînin. Ji ber vê çendê jî, piştî rojên biharê ên xweş û geş; rojên bi baran û dadayî dest pê dikin û payîz tê.

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin