Di Felsefeyê de Rêbaza Aksiyomatîk

Di Felsefeyê de Rêbaza Aksiyomatîk

Di Felsefeyê de Rêbaza Aksiyomatîk

Ev rêbaz, aîdê mentîqê ye û di felsefeyê de jî tê bikaranîn. Di vê rêbazê de têgehek, weke bingeh tê pejirandin û piştî vê domanê/pêvajoyê, dest bi hilberandina têgehan tê kirin. Ango, bi vê rêbazê têgeh têne hilberandin. Bi vê yekê wiha tê xwestin ku ji bo cîbicîkirina rewşên taybet, xwe digihînin sîstemeke tevayî. Têgehên ku weke bingeh têne qebûlkirin, dibe ku ew têgehên keyfî bin yan jî, têgehên ku bi riya sehekan hatine bidestxistin bin, ku pêbawer (bawerpêkirî- ewlemend) têne dîtin.

Di sedsala 20 an de, ji aliyê Bernard Russel û Alfred North Whitehead ve ji bo veguhêrandina matematîkê, ku dixwestin matematîkê vebihêrînin mentîqê; hatiye bikaranîn.

Di felsefeyê de bikaranîna wê ya herî berbiçav, ji alîyê Benedict Spînoza ve pêk hatiye. Benedict Spînoza, şeklên pêşniyarên aksîyomatîkê, di pirtûka xwe ya bi navê ‘Etîkê’ de ji bo pêkanîna felsefeya xwe ya ehlaqê, bi kar aniye.

Mînakek ji rêbaza Spînoza ya aksiyomatîk…

Cewher ji bo berdewama hebûna xwe, ew heyîne ku pêdivîya wê bi tu tiştî tune. [Danasîn]

Encam 1: Cewher, sebebê xwe ye.

Encam 2: Cewher, bêdawi ye.

Encam 3: Cewher, tekan e û heke dido bûya, dê hevdu bisînor bikirana. [Deran / Îstîdal]

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

02.02.2015

Bersivekê binivîsin