Di Felsefeya Yewnan de Rola Mîtolojiyê

Di Felsefeya Yewnan de Rola Mîtolojiyê

Di Felsefeya Yewnan de Rola Mîtolojiyê 

Mirovan, di destpêkê de hemû bûyer û kirûyên xwezayê, bi mîtolojiyê şirove kirine, ku mirov dikare vê astê weke ya yekem bihesibîne. Piştra, şiroveyên olî tên û piştî şiroveyên dînî/olî jî, ramana felsefî dest pê dike û dûvre jî, ramana zanistî. Lewma jî, bandûra mîtolojiyê li ser felsefeyê gelekî zêdeye û xwediyê roleka mezin e. 

Bêguman ramanên felsefîk ji ramanên mîtolojîk derketine, lê çawa gelo? 

Li ser vê mijarê, em dikarin civaka yewnana antîk, weke mînakeke xweser pêşkêş bikin. Dema mirov bala xwe baş dide civaka grekiyan, mirov dibîne ku Xweda û Xwedawendên grekiyan dişibiyan mirovan û grekî, di pergaleke wiha de dijiyan. Ew Xweda û Xwedawend, bêmirin/zindebar bûn, lê gelek taybetmendiyên wan, dişibiyan yên mirovan. Mesela şer dikirin, dihezidiyan, xirabiyê li xelkê dikirin û heta carinan bi mirovan re diketine têkiliyên cihêreng jî. 

Piştra di navbera ramanên xwe yên daringî û arîşî <madî û manewî> yan olî de, cûdatiyeke ava kirine û piştî vê cihêkirinê jî, kulturê dest pê kiriye. Ev niqte, xwesteka serweriya xwezayê bi xwe re tîne. Lewra, di mîtolojiya grekan de di destpêkê de kaos (sehm) heye û wisa bawer dikin ku gerdûn, di nava tevlîheviyekê de ye û her tişt, ji hev cihê nebûye. Ji vê telîhiviyê, gerdûneka birêzik dertê û jêre ‘cosmos’ tê gotin. Li gorî nêrîna grekiyan, hêza îlahî gerdûnê ji vê tevlîheviyê rizgar kiriye û piştra, gerdûn bûye avahiyeka birêzik/rêkûpêk. Ji wê hêza îlahî re jî gotine <Demîurgas>. 

Piştra, bîr û baweriya xwe bi Xwedayên Zeusî û bi Xwedayên din jî anîne. Di vê babetê de niqteyeka din: Tiştê ku li welatê wan diqewime yan tê serê wan û kar û barên wan yên dinyayî, bi zagonan hatine kargerandin û rola wan zagonan jî, di pêşveç3una civakê de pirr girîng e. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

22.12.2014 

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye.

Bersivekê binivîsin