Di Felsefeya Xoşewîst Augustînusî de Têkiliya Xwedê û Mirovan

Di Felsefeya Xoşewîst Augustînusî de Têkiliya Xwedê û Mirovan

Di Felsefeya Xoşewîst Augustînusî de Têkiliya Xwedê û Mirovan

Li gor baweriya Augustînus (354- 430), Xwedê yek e û li her derê ye. Li hemberî Xwedayê afiraner, mirov ne ti tişt in, ango bêqîmet in. Lewra Xwedê derêzeman e û mirov jî, girêdayê demê ne. Xwedê bi îradeya xwe ya azad gerdûnê û mirovan afirandiye. Di destpêkê de hemû mirov azad hatine afirandin, lê Ademê mirovê yekemîn bi fersenda azadiya xwe guneh kiriye.

Gunehê wî ku gunehê yekemîn e, bi rêya veguhastinê digihêje hemû mirovan û mirov êdî nikarin beyî gunehan jiyana xwe bidomînin. Beyî Xwedê, mirov nikarin ji gunehên xwe, xwe rizgar jî bikin. Rizgariya mirovan, encax bi başiya Xwedê dikare pêk were. Herweha dîsa Augustînusî wiha bawer dike, ku di navbera Xwedê û mirovan de hevrezanek mezin heye û kes nikare ji vê hevrezanê derbas bibe/derkeve jor. Çimku, Xwedê û mirov, ne ji heman hevîrê ne. Tiştê girîng ew e ku mirov, bikaribin Xwedê binasin. Ji ber vê yekê jî Augustînusî wiha gotiye: <Ez dixwazim bi tenê Xwedê û rih binasim, ji bilî wan tişteke din jî, min eleqeder nake.>

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

09.01.2015

Bersivekê binivîsin