Di Felsefeya Thalesî De Rola Avê

Di Felsefeya Thalesî De Rola Avê

Di Felsefeya Thalesî De Rola Avê – B.Z.624-548 

Hilika her tiştî av e û av, tiştê herî baş e.   

Thales

      Feylesof Thales, Berî Zayînê di navbera salên 624- 548- an de jiya ye û di felsefeya rojava û antîk de, wekî lêger û fizîkçiyê yekemîn tê hesibandin. Ji Mîletosê ye û avakarê Naturalîzmê ye. Thales, li ser nesneyan/wanekan çavdêriyên emprîk pêk anîye û dîtinên/ramanên xwe, bi pêşniyaran pêşkêş kiriye. Wekî tê zanîn avê cewhera pêşîn û hêmana ewilî/arkheya resenî dîtiye û li gor dîtin û dinyabiniya wî: dinya mîna dîskekê pehn e û li ser rûyê erdê dilive. Wekî pirraniya feylesofên Îyonyayî, Thales jî gelekîli ser xweza û gerdûnê rawestiya ye û di warê matematîk û ezmannasiyê/astronomiyê de jî, serkeftinên baş bidest xistiye.

Serkevtineka wî ya mezin a ku heta roja me jî hatiye, pêzanîna wî ya rojgirtinê ye. Li gor hesabên Thalesî, di B.Z. 28 Gulana 585 an de wê roj bihata girtin û ev bûyer, wekî tê zanîn wê rojê qewimî ye. Roja ku Thales gotiye wê roj were girtin jî, [B.Z. 28 Gulan 585] wekÎ tarîxa, destpêka felsefeyê hatiye pejirandin. Sedemê vê yekê jî ew bû ku Thales, vê encamê/pêzanînê bi rêya aqil û zêhna xwe, bi dest xistiye. Hege mirov felsefeyê wekî rêya lêgerîna zanayî û gihêjtina rasteqîniyê bipejirîne, wê demê mirov bi hêsanî dikare bibêje ku mirovên ku wê dîrokê wekî destpêka felsefeyê dipejirînin, mafdar in.

Derheqê Thales de gelek anekdot hene û mirovî dikare ji van anekdotan gelek ramanên balkêş fêr bibe. Mesela, tê gotin ku Thalesî çûye Misrê û dirêjahiya siya pramîdan, di dema nîvro de pîvaye û bi vê yekê re jî, bilindahiya pramîdên Misrê hesab kiriye. Ji bilî vê yekê, tê gotin ku Thales dûrahiya keştiyên di behrê de jî hesab dikir. Li Misrê xwe fêrî geometriyê kiriye û mirovê ku geometriyê aniye Yewnanîstanê, dîsa Thales e.

Xwediyê Teoremên Manendiyê [benzerlîk, dirûvtî] ku îro jî di ilmê geometriyê de têne bikaranîn û pejirandin, dîsa Thales e. Mirov dikare bibêje ku Thales ne tenê zanyar, ew di heman demê de ramanwer û alim bû jî. Li gor rîwayetan, tê gotin ku diya wî dixwaze ku wî bizewicîne û ji bo vê yekê jî, her dem pêşniyara zewacê lê dike. Lê, Thales her dem ji diya xwe re dibêje ku ‘hê zûye.’ Lê piştî wextekê dirêj, vê carê jî dibêje ku ‘ji bo zewacê, êdî dereng e.’ Dîsa rojekî jê tê pirsîn, ka çima zarokên wî tinin? Dibêje ku ‘ji ber ku ez ji zarokan gelekî hez dikim.’  

Helbet mirovî dikare bibêje ku Thales ne bi xêra van anekdotan, wekî fîlozofê pêşîn an jî bavê felsefeyê tê hesibandin. Thales bavê felsefeyê ye, çimku mirovê ku cara pêşîn li ser gerdûn, zayîn, mirin, ciwanî û kalitî, stêrk, heyv, ba û li ser hemû tiştên ku di gerdûnê de diqewimin, bi rêbazên aqilane fikirî ye û xwestiye ku bi prensîba yekemîn/arkheya ku wan behrêlî dike bizanibe, dîsa Thales e. Thales vê pirsê, pirsiye û bersiva wê daye. Wekî tê zanîn Thales, avê wek prensîba/madeya/archeya yekemîn dîtiye û gotiye ku hemû tişt ji avê der çûne. Ji ber ku cara ewilî vê pirsê Thales pirsî ye, bavê felsefeyê û fîlozofê yekemîn, Thales tê hesibandin.

Baş e, Thales çima avê weke arkheya pêşîn/resen dîtiye?

Thales di nava cosmogoniyan/madeyên cosmîk de, rolê avê pirr girîng dîtiye. Di ramanên wî de, okyanûs/zerya cosmîka herî girîng û kevn e û xîmê/çavkaniya her tiştî ye. Bêguman, Thales avakarê dêfelsefeyê/felsefeya gelemper e. Lewra cara ewilî, mirovê ku gerdûnê bi nêrîneka xwezayî/tabiî, ango naturalîst, şirove kiriye û beriya hemû kesî, li ser vê mijarê rawestiya ye Thales e.

Bi van ramanên xwe yên zanistî û naturalîst jî, di dîroka felsefî de bûye pêşeng. Ji ber vê çendê jî, berê zanayên ku piştî wî hatine, daye şirove û rêbazên zanistî. Thalesî, zîndetiya cosmîkê wekî hêmana/prensîba herî girîng dibîne û li gor dîtin û dinyabiniya wî: cosmîk zindî ye û av jî cosmîk e. Ango, av jî zindebar û nemir e. Thales, bi vê dîtina xwe re di dîroka felsefeyê de, beşdarê ekola *Hylosîzmê dibe.

Thales, avê mîna hilika hemû tiştî dîtiye. Li gorî vê felsefeyê, tiştên ku di gerdûnê de hene, şeklên taybetî yên corê avê ne. Ango, dêmade av e.

Di vê niqteyê de feylesofan, du pirsan jê pirsîne…

1- Thales, çima gotiye ku dêmade av e û çima, avê mîna prensîba yekemîn dîtiye?

2– Madeyên din ku av dayîka hemûya ye, ji avê çawa û di çi wextî de çêbûne?

Mixabin Thales, bersiva van pirsan nedaye û dazanîn/angaşta xwe şirove nekiriye.

Di nava cosmogoniya/made/obje/wanek an de, rolê avê pirr girîng dîtiye. Lewra di ramanên wî de, okyanûs/zerya cihekî mezin werdigirin. Lewra, okyanûs cosmîka herî girîng û kevn e. Li gorî dîtin û dinyabiniya Homeros jî: okyanûs bingeha hemû tiştî bû û erd, paşê çêbû bû. Di vê babetê de, dibe ku Thales ketibe bin bandûra Homeros û jê ketumet bibe. Mirov bi hêsanî dikare bibêje ku bingeha ramana wê demê, dîtina prensîbekê nihaî ye û fîlozofan lêkolandiye da ku wê prensîbê bibînin û aresteyî  mirovahiyê bikin. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

9.01.2014

jêder

1- Dengê Felsefeyê. Ali Gurdilî. Weşanên Doz. Rêbendan 2006

2- Rewîtiyeke Zanistî. Ali Gurdilî. Weşanên Doz. Gulan 2007

3- Antolojiya Fîlozofan. Ali Gurdilî. Berhemeke neçapbûyî.

4- http://www.felsefevan.org/thales-624-548.html

5- http://www.felsefevan.org/di-felsefeya-thales-de-role-ave.html

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsan qedexe ye. 

 

Bersivekê binivîsin