Di Felsefeya Thales de Rola Avê

Di Felsefeya Thales de Rola Avê

Di Felsefeya Thales de Rola Avê  

Thales, berî zayînê di navbera salên 624- 548- an de jiya ye û di felsefeya rojava û antîk de, lêger û fizîkçiyê yekemîn tê hesibandin. Ji Mîletosê ye û avakarê “naturalîzmê” ye. Av, cewher û hêmana/arkheya pêşîn e. Cosmîk, zindî ye û av jî, cosmîk e, zindebar e û nemir e.  Av, madeyeke cosmîk e û zerya/okyanûs, cosmîka herî kevn û xîmê/çavkaniya hemû tişta ye. Hemû tişt, ji avê der çûne û av, dêmadeya herî girîng e.  

Thales, li ser nesneyan çavdêriyên emprîk ava kiriye û dîtinên xwe bi pêşniyaran pêşkêş kiriye. Avê cewhera pêşîn û hêmana ewilî dîtiye û li gorî dîtina wî; dinya mîna dîskekê pehn e û li ser rûyê erdê dilive. Thales, di nava cosmogoniya “madeyên cosmîk” de, rolê avê pirr girîng dibîne. Lewra, di ramanên wî de, okyanûs cosmîka herî girîng û kevn e û xîmê her tiştî ye. Bêguman, Thales avakarê dêfelsefeyê ye. Lewra yekemîn car yên ku gerdûnê bi nêrîneka tabiî, ango naturalîst şirove kiriye û yên ku berî hemû kesî li ser vê mijarê rawestiya ye Thales e. Bi van ramanên xwe yên zanistî û naturalîst jî, di dîroka felsefî de bûye pêşeng. Ji ber vê çendê jî, berê zanayên ku piştî wî hatine, daye şirove û rêbazên zanistî.

Thales, zîndetiya cosmîkê hêmana herî girîng dibîne û li gorî wî; cosmîk zindî ye û av jî cosmîk e. Ango, av jî zindebar û nemir e. Thales, bi van nêrînên xwe re di dîroka felsefî de, dibe beşdarê ekola Hylosîzmê. Thales, felsefeyê bi avê destpêkandiye û avê, mîna hilika hemû tiştî dîtiye. Li gorî vê felsefeyê, tiştên ku di gerdûnê de hene, şeklên taybetî yên corê avê ne. Ango, dêmade av e.

Di Vê Niqteyê De Fîlozofan, Du Pirs Lê Kirine

1- Thales, çima gotiye ku dêmade av e û çima, avê mîna prensîba yekemîn dîtiye?

2- Madeyên din ku av dayîka hemûya ye, ji avê çawa û çî wextî çêbûne?

Lê mixabin, Thales van pirsan nebersivandiye û angaştên xwe şirove nekiriye. Di nava cosmogoniya de (made, obje, wanek) rolê avê pirr girîng dîtiye. Lewra di ramanên wî de, okyanûs cihekî mezin digrin. Lewra, okyanûs cosmîka herî girîng û kevn e. Li gorî dîtin û dinyabiniya Homeros jî; okyanûs bingeha hemû tiştî bû û erd, paşê çêbû bû. Di vê babetê de, dibe ku Thales ketibe bin bandûra Homeros û jê ketumet bibe. Mirov bi hêsanî dikare bibêje ku bingeha ramana vê demê, prensîbekê nihaî ye û fîlozofan lêkolandiye da ku bibînin û pêşkêşê mirovahiyê bikin.

Hylosîzm: Di dîroka felsefeyê de ekolek e û di vê ekolê de cosmîk, ango made, tiştekî zîndî tê dîtin. Di zimanê yewnan de Hylosîzm: hyle= made û zoon= zîndî ye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin