Di Felsefeya Stoaparêz de Ramana Xwedê

Di Felsefeya Stoaparêz de Ramana Xwedê

Di Felsefeya Stoaparêz de Ramana Xwedê

Hemû rasteqiniya ku aqil dide û a ku heye, ev cîhan e. Ango, cîhana xwezayî ye. Li ‘jor’tir jî, tiştek tune û xweza jî, bi prensîpên aqlî tê birêvebirin. Em jî, perçeyekê xwezayê ne. Ji gotina peyva ‘Xwedê’ mebest rihê aqlî ye, ku me û hemû xwezayê dadigire. Heke em bikaribin têbigihêjine vê yekê, wê demê em ê bizanibin ku Xwedê ji dinyayê ne cihê ye û ne li derveyê dinyayê ye; li vê dinyayê ye û di her tiştî de ye û xwe berdeya dilê her tiştî. Lewre, ew aqlê dinyayê ye.

Dema ku em xwe bi xwezayê re bikin yek û dema ku bimrin, ji ber ku war û qadeka ku ji xwezayê bilintir e tune, ne pêkan e ku em bikaribin herin ‘warekî’ din jî. Em bi helandin û ji hev ketinê jî, carekê din vedigerin xwezayê. Di vê xalê de meriv dikare bibêje ku Stoparêzî herî zêde, bi vê ramana xwe navdar bûye û hatiye nasîn. Bêguman, bandûra vê ramanê jî gelek zêde hatiye dîtin.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com  
05.04.2016

Çavkanî: Dîroka Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin