Têkiliyên Dijber di Felsefeya Pythagorasî de

Têkiliyên Dijber di Felsefeya Pythagorasî de

Têkiliyên Dijber di Felsefeya Pythagorasî de | Ali Gurdilî 

Pythagoras, di dewra antîk yewnanî de ji hêla ramanî û felsefî ve fîlozofekî girîng e û ev dewr, bi nêrînên wî yên fîlozofîk dertê pêş. Jiyana wî, mîna destanekî bûye û li gorî zanînê, ji Samosê ye. Berî Mîladê, di navbera salên 580-500 an de jiya ye û li başûra Îtalyayê, li bajarê <Krotonê> bi navê xwe xwendegehek ava kiriye. Ev xwendegeh ne mîna xwendegehekî felsefî, belam zêdetir mîna xwendegehek olî û rewiştî bûye. Civaka wî jî, civakek olî û reformîst bûye.

Li gorî Pythagoras û şopgerên wî

Giyan, tu carê namir e. Ango, rih nemir e û hebûna xwe herdem didomîne, ji laşekê dertê û diçe dikeve laşekê din. Herwiha, ev giyan hebûna xwe carina di laşê mirovekê û carina jî, di laşê heywanekê de zîndî digre. Herweha, mirin jî ji bo rih mîna riya felatê tê dîtin û rizgariyek e. Ji ber ku laş mîna astengekî der û dora rih digre û nahêle ku rih li gorî dilê xwe bilive û azad bijî, daxwaza ji laş rizgarbûnê heye. Jiber vê yekê jî, ji bo serbestiya rih eza û cefayê li laşê xwe kirine, da ku rih ji laş bifilite û bikaribe xwe rizgar bike.

Li gorî vê felsefeyê: Mirov li vê dinyayê çiqasî jiyanekê bêerdem bijî, wê giyana wî/wê jî, dê piştî mirinê hewçend di laşê heywanekê jêr de bijî.

Çend Taybetmendiyên felsefeya Pythagorasî û rêçika wî

1- Rih tu carê namire û hebûna xwe, herdem didomîne. Ji laşekî dertê û dikeve laşekê din. Ev rih, hebûna xwe carina di laşê heywanekî de û carina jî, di laşê mirovekî de zîndî digre.

2- Mirin, ji bo rih mîna riya felatê tê dîtin û rizgariyek e. Laş, mîna astengekî der û dora rih digre û nahêle rih li gorî dilê xwe bilive û azad bibe. Jiber vê baweriyê, ji bo serbestiya rih; eza û cefayê li laşê xwe dikin da ku rih ji laş bifilite û rizgar bibe.

3- Pythagoras û peyrevên wî, baweriya xwe bi dînê <orghîc> anîne û di bin bandûra vî dînê <orghîc> de mane. Li gorî vê baweriyê: Mirov li vê dinyayê çiqasê jiyanekê bêcewher bijî, piştî mirinê, dê hewqasî di laşê heywanekê jêr de bijî.

4- Pythagoras û endamên vê rêçika reformîst, bîr û baweriya xwe bi Xwedayê <Dîonîsos> anîne û çarenûsa xwe pê girê dane. Di şevên dirêj de, ayînên olî pêk anîne û bi dilgeşî coşiyane. Wisa bawer kirine ku yên di van ayînan de ji xwe biçe û serxweş bibe, dê xwe bigihîne Xwedayê Dîonîsosî.

5- Goşt nexwarine û xwarina goşt, li wan qedexe bûye. Cilên yekreng û wekhev li xwe wergirtine û li ber ezîyeta heywanan rabûne.

Di fragmanekî de wiha dinivîse: Rojekî, zilamek li kûçikekî dixe û kijînî bi kûçik dikeve. Dema ku Pythagoras bi kijîna kûçik dihise, li hemberê lêdana kûçik radiweste û dibêje: <Bes e, lê nexe! Lewra, rihe hewalekî min di laşê vî kûçikî de ye. Min, ji dengê vî ew naskir.>

6- Armanca ola wan, ji bo azadiya rih xebat e. Li gorî baweriya wan, li vê dinyayê, divê mirov ji tiştên derewîn bireve û rihê xwe bilindtir bike. Armanca wan ya bingehîn, ev yek bû.

7- Wisa bawer kirine ku kesê heywanekî şerjê bike û goştê wî bixwe, ew mirov mîna ku birayekî xwe kuştibe û goştê wî xwaribe hatiye hesibandin.

Di vê babetê de, di navbera vî dînê <Orghîc> û ola Êzdiyan de, niqteyekê hevpar heye. Herwekî: Li gorî baweriyên Êzdiyan, ew kesên ku baş in, carekê din wekê mirovan têne ser rûyê erdê. Lê kesên xirab jî, bi şeklê heywanên corbicor têne dinyayê. Dirêjî û kiniya jiyana bi vî awayî, li gorî şeklê gunehên meriv yên berê ye.

8- Şertên beşdarbûna vê rêçikê, ne ragihêştin yan fêrbûna jiyan û dinyayê ye. Bi tenê transa mejiyên wan e. Di wextê ayînê de, mejiyên xwe dixin nava transekî û ji hiş diçin. Endamên vê reçikê, rewşa xwe bi rewşa Xwedayê Dîonîsos ve girê didin û wiha bawer dikin ku bi zayîna wî ya nû re, carekê din têne dinyayê.

9- Xwekuştinê napejirînin. Lewra li gorî wan, laşê wan ne yê wan e, ew malê Xwedayê Dîonîsos e. Mirovî nikare biryara mirina xwe bide, encax Xwedayê Dîonîsosî dikare vê biryarê bide.

10- Di mabedên xwe de, ayînên olî û razî/mîstîk pêk anîne. Lêbelê, cihêtiyeka girîng di vê babetê de xwiya dike ku ew jî ev e: Pythagoras û şagirdên wî, dixwazin ku naveroka vî dînê oghîc bi awayekî aqlî û zanistî dagirin û wiha pêk bînin. Lewra, rizgariya rih encax bi jiyanekê bicewher û bi alîkariya zanist, huner û fîlozofiyê, dê bi cîh bibe.

11- Bi matematîk, spor û muzîkê re xebitîne. Li gorî felsefeya wan: Objeyên ku di gerdûnê de hene, herdem xwe bi wesfên xwe nîşanê me didin û em, wan bi rûçikên wan dinasin. Ew wesfên/chacteristic ku di gerdûnê de hene, hemû ne xwediyê wesfên giştî ne. Her obje, cor, celeb û tişt, xwediyê wesfên cuda ne. Herwekî: Pelek, xwediyê wesfa şîn e. Lê hemû obje, ne şîn in. Lê tiştek heye ku mirov dikare vî tiştî li hemû tiştan bixe. Lewra, ew xwe di naveroka wan de diparêze, ku ev tişt jî hejmar in. Gerdûnekê bêreng û bêtehm dibe. Lê gerdûnekê bêhejmar nabe û mirov, vê yekê nikare qet pêşnûma jî bike. Warê ku lê pirranî hebe, wê li wê derê hejmar jî hebin.

12- Pythagoras û şagirdên wî, bala xwe dane…

a) Hevgirî/nispet

b) Sazî/nîzam û

c) Aheng/harmonî ye.

Lewra, di navbera van têgehan û hejmaran de, peywendiyeke dîtine.

Ê baş e, hevgirî çi ye?

Hevgirî, peywendiya hejmarekî bi hejmarekî din re ye. Sazî jî, bi hejmaran tê pîvandin. Dema ku desteyeka leşkeran tê gotin, saziyek, ango yek saziyek tê bîra mirov. Ahneg jî, lihevhatina goraniyê/muzîkê ye.

Di dîrokê de yekemîn car Pythagorasî gotiye ku, Stêrka Evarê (Zuhre, Venûs) û Stêrka Sibêhê, heman stêrk in. Bêguman dema ku gotiye, dinya di hawirdorê rojê de digere jî, wek derewkar hatiye dîtin û bi tundî hatiye şermezarkirin.

Di felsefeya Pythagorasî de deh têkiliyên dijber, ev in…

1- Bisînor – Bêsînor.

2- Kit – Cot.

3- Yek – Zêde

4- Çep – Rast

5- Nêr – Mê

6- Rawestî – Livdarî

7- Rast – Xwar

8- Tarî – Ronahî

9- Başî – Xirabî  

10- Çarkoşe – Sêkoşe.

Di vê babetê de tê gotin ku: <Li gor gotinan, dibêjin dema ku Pythagoras li Misrê bûye, persan êrîş kirine ser wir. Piştî şer, gellek kes êsîr bûne û persan ew kesên êsîr bi xwe re anînê Îranê. Dibêjin Pythagoras jî di nava wan êsîran de bûye û çûye Îranê, li wir bi Zerdeşt re rûbirû bûye, hev nasîn e, danûstandineka germ di nava wan de çêbûye. Hinek şirovekar û lêkolînerên Pythagoras dibêjin ku, Pythagoras di bin tesîra dîtin û dinyabiniya Zerdeşt de maye.>

Bêguman, mirov dikare bibêje ku çend niqteyên hevpar di navbera ola Bahdîntiyê û dîtinên Pythagoras de hene. Herwekî: <Li gorî felsefeya ola Bahdîntiyê, Ahûra Mazda (Xwedê) ku sîstema vê dinyayê çê kiriye, jê re (ji Zerdeşt pêxember re B. Z. 637–560) şeş teref jî çê kirine ku timî pê re libat kirin. Wekê: Xwar (jêr) û jor, pêş û paş, rast û çep…>

Belam, ev vegotinên ku li jorê me wek mînak nîşan da, bi temamî ne xwedîbelge û îspat kirî ne. Lê divê, di rojên bê (diwarojê de) de li ser vê yekê were rawestin…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

18.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- Zeynelabidin Zinar. Gotar. Kovara Nudemê. Zerdeşt Pêxember.

3- Dengê Felsefeyê. Ali Gurdilî. Weşanên Dozê. Rêbendan 2006.

4- http://www.felsefevan.org/di-felsefeya-pythagoras-de-tekiliyen-dijber.html

5- http://www.felsefevan.org/pythagoras-b-z-580-500.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin