Di Felsefeya Olê de Qencî û Xirabî

Di Felsefeya Olê de Qencî û Xirabî

Di Felsefeya Olê de Qencî û Xirabî

  Mirov weke robotekî fîzîki ye. Çi bername avêtibin ser, ew bername ji hizrî derdikeve pratîkê. Lê ol yekê dide, yê din distîn e. Pê re jî bi navê ‘pîrozî’yetê hin tiştan, yan yê beriya xwe „heram“ yan jî qedexe dike. Lê gava ol veguhertinê, ango Konversionê bike armanc, ew hizrekî tunekirina spî ye, yan pişavtin e. Lewma ez ne pê re me, yekî bide yê din bistîn e.

Olên desthelatê dikin armanc, olê siyasî ne. Ew ne di olê de li hizûrê digerin, di olê de desthelatê digerin û hizra neyartiya dijber, yan rikber bi xwe re tînin. Giyanê baş, yê xirab. Xwedayê baş û yê xirab. Ola baş û yan kufar, xwe dide pêş. Lewma ew êdî nikarin qencî û xirabiyê, ji hev biqetînin. Ew aliyê xwe yê herî baş, yê din jî yê herî xirab dinasin. Her weha ne di wê astê de ne, ku bijartiyar bin. Ew moxila veqetandinê û bijartinê saz nebûye di hizr de. Ji bilî êzîdatiyê.

Êzîdatî başî û xirabiyê dispêrin yê li jor û yê erd û ezman afiraniye. Ango: dibêjin: Xêr jî ji Xwedê ye şer jî. Emcam; ol û nirxên fermî dibin yê gerdûnî. Hem bi aliyê xwe yê qenc û hem jî bi yê xirab. Yê bindest û ne fermî, yan yê têkçûyî ji pişavtinê re mehkûm e. Lê em divê ne bêhêvîbin, îro em di sedsaleke nû de ne. Û her dem bi xwe re derfetê nû diafirîn e. Dunya û mejiyê dunyayê dibe global û globûsî. Em divê di felsefa olê de, li erênî û ne erêniya bigerin.

Newaf Mîro

12.06.16

Bersivekê binivîsin