Di Felsefeya Immauel Kant de Pirsên Sereke

Di Felsefeya Immauel Kant de Pirsên Sereke

Di Felsefeya Immauel Kant de Pirsên Sereke 

Immanuel Kant, di kalitiya xwe de di nameyekê de dinivîsîne ku temamiya xebatên xwe, spartiye sê pirsan ku ew jî ev in:

1- Em dikarin bi çi bizanibin?
2- Em dikarin çi bikin?
3- Em dikarin ji çi bawer bikin?

Tiştê balkêş ew e ku meriv dikare bibêje di hemû dewr û dewranan de, pirsên wî li ser kar in û berbelav in. Çimkî, piştî Kantî jî gelek ramangir û feylesofan, heman pirsan ji xwe kirine û xwestine ku xwe bigihînin, bersivên ayan.Pirsa yekem, bi zanînê re têkildar e: ‘Dinya çawa çêbûye?’, ‘Ez çawa dikarim bi tişteke bizanibim?’, (Ji bo Kantî ev pirs girîngtir bûye) ‘Ez çawa dikarim derheqê wî tiştî de xwe bigihînim zanayiyeke misoger û zelal?’Pirsa duyem, bi tevger û kirinên me re têkildar e: ‘Ez çawa dikarim jiyana xwe versat bikim?’, ‘Ez çawa dikarim bi ser bikevim?’, ‘Ez çawa dikarim bi xelkê re zêdetir aşt bim?’ û hwd.Pirsa seyem, bi baweriyên me re têkildar e: ‘Gelo meriv dikare bibêje ku hêzeke raserê me heye?’, ‘Îradeya me azad e yan na?’, ‘Li gerdûnê herhebûnî heye gelo?’ û hwd.Xweş xwiya ye ku ev sê pirsên sereke di roja me de jî li ser kar in û berbelav in. Lêgerîna bersiva wan jî, wesfekî gerdûnî nîşan dide û berdewam e. 

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com 

06.07.2016

Çavkanî: Dîroka Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin