Di Felsefeya Hegel De Şuûr (3)

Di Felsefeya Hegel De Şuûr (3)

Di Felsefeya Hegel De Şuûr/3

        Ligorî Hegel divê têgihan bihêle ku pirayetiya zagonan li bal yek zagonê de bikeve; wek mînaka wekhevbûna zagona ketina kevirekî û zagona hirikîn-tevgera term/cîsmên ezmanî. Ligor Hegel gravîtasiyon/girankêşîna gerdûnî, digel ku bixwe jî zagonek e, lê bi dahindurandina hemû zagonên din ve hemî cihêtî û hûrgilîyên di nav zagonan de bi pêwîstîyek hindurîn ve dadixe bal yekîtiyek qutîbir û dibe dagirtinek wan a gerdûnî. Zagon ji ber ku di bin yek têgînek xwerû de tên kombûn hukmên xwe yên hizwartina kirûyên yekane û kifşîniyên xwe winda dikin.

Kifşînya xwe windakirina zagonan û razberbûna teşe û naverokên kirûyan pêkhatina dijberiyê ye bi rasteqîniya fiêlî ya cîhana fenomenan re. Feqet têgîna zagonê wek hêzek xwerû ya ku hemû hêz û kirû li bal wê de hatine daxistin; di nav ji holê rabûna hemû cihêtiyan de hingî diçe wesfa xwe ya xwerû winda dike, bi gihîştina nav naverokek razber-neeşkere ve dijbertiya xwe di xwe de diafirîne. Bi tev vê afirînê ve cîhanek din a der-ser sehekî diqewime. Hegel dibêje hêz di nav hemû pêvajoyên leyza hêzan de, di koka hemû qewimîn û dijbertiyên xwe de, di nav kirûyên ku bi pêkhanîna pêvajoya heyî-bûna xwe ve li wan vediguhere de dibet windabûna hilikê; zagon;wek meyana mayînde, berginda hebûna ji bo xwe hebûn, yekane hêmana xwerû ya vê hilik/derûnê ye. Lê di vê dîyalektîk a ”bi xwe pêkhanînê ve xwe ji holê rakirina hêz”ê de rasteqîniya hebûnê ew ”tevahîti” ye ku guherîn, rûdan û xûyanê bi tev hêz, zagon û kirûyê ve bi awayekî tevgişt di xwe de dihêwirîne.

Ev cîhana der-ser sehekî ya ku li bal ”hilika mayînde”, li bal ”di xwe de bûbûn”a xwe de vegera hebûnê ye, pêwîste ku Têgîhan di vê cîhanê de leyza hêzan û pirrayetiya dîyardeyan di nav yekîtiyekê de bisêwirîne da ku ev cîhan bikaribet bihê serwextbûn. Lewra ligor Hegel «rasteqînî di xwe de bûbûna yekîtiyek gerdûnî ye» Têgîhan hemû pêkhatinên kirû û hêzan di bin têgîna zagonê de tîne bal hevûdu, û dihêle ku şuûr xwe bigihîne zanayiya razber a vê cîhanê, û neguhêrbariya guherîna bêrawest a fenomenan têbigihîje.

Bi vî hawî şuûr serwext dibe ku «Têgîna hêzê û Neguhêrberiya ji guherîna bê rawest a fenomenan çêbûyî rasteqîniya xwe ji zagonê hildidin û dibin derbirîna ”di xwe de hebûna tiştan” û ”xwebêjiya hebûna di xwe de” wek hemberiya mayîndetiya li pişt peyda-windabûna hemû rûdanan. » Şuûr gava hewl dide ku xwezaya hindurîn a tiştan têbigihîje, bi bixweberiya rasteqîniyê re na lê bi dîyarde/xûyaneka rasteqînîyê re rûbirû dimîne. Ji bo têgihîştina bixweberiya rasteqîniyê pêwîst e ku Têgihan wek şîyanek hişî, hebûnê ji naverok û dîmena wê ya girgîn, fenomenal bisimitîne û bikaribet wê wek gewhera hebûnatiya heyberan bisêwirîne.

Helwestek xwemalî ya têgihanê ye ku pirayetiya zagonan dabixe bal yek zagonekî û gerdûnîya xwerû ya li pişt perdeya kirûyan bike heyber û rasteqîniya xwe. Şuûr a ku bi têgîna heyberê ve xwe kiriye heybera xwe, di bin û li pişt fenomenên ku rastiya hebûnê bi wan ve dihê derbirîn de, li hilikek mayînde digere. Şuûr bi vê windabûna rastiya fenomenan re di hilika hêz û zagonan de peydabûna livîn/hirikînek xwerû dibîne Ev hirikîna xwerû ya ku bi windabûna rastiya fenomenan ve wek yekane hilika mayînde dimîne li holê; bi vê wesfa xwe ve beriya bûbûna binateya fenomen û zagonên wê, rasteqînî û yasaya têgihanê bi xwe ye.

Di vê merheleyê de şuûr têdigihije ku hilika zagona têgînê û rasteqîniya wê bi xwe ev hirikîna xwerû ye. Ev hirikîn/livîna xwerû-mitlaq, a şuûr bi Têgîna zagonê ve wê wek rasteqîniya bingehîn serwext dibe; xwerûtiya çalakiya Xwetêgijê (şuûra xwebûnê) bixwe ye. Xwetêgij ne ew e ku kirde di nav çalakiya zanîn-venasînê de wek hêmanek dorbirî xwe bigihîne zanayiya têkûz, kemilî ya hebûna xwe, lê ew pêkhatin e di nav heyûbûna gerdûnî de peyda dibe, dihê kifşkirin, û her wisa jî ji ya gerdûnî re dibe naverokek. Ev, ew pêvajoya dîyalektîk e ku têde ”yekane” tevlî naveroka gerdûnî dibe, ”gerdûnî” bi navgîniya yekaneyê ve xwe diderbirîne û bi hevûdu re di nav ”xwe nasîn, pêşveçûna dîrokê de” dibin pêvajoya pêkhatina Hişê mitlaq. Ji bo Hegel rasteqînî di xwe de wekhevîyek nuwaze û têkûz nîne bi mitaqîyetê re, hey di forma zanîna xwbûnê de dikare bibet xwediyê teswîrek wê. Têgihîştina mitlaqîyetê dikare pêk were hey bi hewl, xebat û hizirînek kûr, girîft, dijwar û bênavber ve.

Mirov ji ber ne-xwebûna xwe û hewcetî-kêmasiya hebûna xwe dixwaze hewl bide, di xwe de nivîskan/kêmbûna hebûna xwe ji holê rabike. Loma ye pêvajoya şuûrê di heman demê de qada wê têkoşînê ye ku ji aliyê Hegel ve wek dîyalektîka malxwo/efendî û kole/bende hatiye binavkirin. Hatina hemberî hevûdu ya du kesan têkoşîn û pevçûnek mirinkî ye ji bo daxwaza ji lay yê din ve bihê naskirin û raseriya wî were pejirandin. Lê divê hewla mirinkî de yê herî zêde biwêribe singê xwe bide ber mirinê dibe malxwo/efendî, yê din dibe kole/bende. Şuûr hewcî ye ku hebûna wê were naskirin û têwandin.

Malxwo kole dike objeya vê hewcetiya xwe û ji bo xwe dide xebitandin. Kole bi saya xebat û hêza xwe ya hilberandin û veguherandina hilber û heyberan ji bo xwedîyê xwe ve xwe di jîyanê de radigire. Lê di vê maweyê de malxwo jî bi du carkî dibe hewcî û bendeyê bendeyê xwe. Çimku malxwo hem hewci ye ji bo heybera ku bende wê dihilberîne, hem jî hewcî ye ji bo hebûna bende ya ku pê hebûna wî ya raser dihê pejirandin û têwkirin. Di xwe de nivîşkan/kêm bûbûn hey dikare bidawî be heke hevnasîna tam-têkûz a bi hemberîyek gerdûnî pêk were û dijberiya mirov a bi xwe û bi yê din re ji holê rabike.

Orhan Agirî 

22.03.2014 

Jêder

La Conscience (Têgij/Şuûr), Flammarion, Paris, 2005.

Olivier Putoi. Phénoménologie de l’Esprit, Gallimard, Georg Wilhelm Friedrich Hegel.

http://acikarsiv ankara.edu.tr/browse/1837/2501.pdf.

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin