Di Felsefeya Antîsthenes De Erdem

Di Felsefeya Antîsthenes De Erdem

Di Felsefeya Antîsthenes De Erdem| Ali Gurdilî

Antîsthenes, Berî Zayînê di navbera salên 444-365 an de jiyaye. Damezranerê Xwendegeha Kinikê û Kinîzmê ye. Antîsthenes fîlozofekî yewnanî ye, di destpêkê de şagirdetiya Gorgîasê sofîst û piştra jî, şagirdetiya Sokratesî kiriye. Piştî Sokratesî, xwendegeha xwe ava kiriye û ya Sokratesî, ji xwe re wekî rêberekî dîtiye. Peyva <Kinik> ji peyva <Kyonê> tê, ku peyveke yewnanî ye. 

Li gor bîr û baweriya Antîsthenesî tiştê herî girîng, erdem e û erdem jî bi zanyariyê bi dest dikeve û rewşeka wisa ye ku mirov dikare bibêje ku ev rewş, besî xwe ye. Mirov divê bikaribe xwe ji hemû pêdiviyan rizgar bike û bi tenê xwe bispêre xwe.

Di vê xalê de azadî, ji hemû pêdiviyan û ji gurzên civakî xwe rizgarkirin e. Di vê wateyê de ramanên Antîsthenes ên felsefi, rexnekirina nîrxên medeniyetê û nepejirandina wan diguncîne. Antîsthenes gelekî di bandora Gorgîasî de maye û di felsefeya wî de mirovî dibîne ku gelek şopên Sofîzmê jî hene. Di mijarên yekîtiya heyînê û nebesbûna/têrênekirina danasînên me de, ramanên wî gelekî nêzîkê nêzîkayîtêdana Gorgîas e.

Zanayî, peyvên binavkirina waneka/nesneyan ye û darazên me jî, bi tenê kombûna van peyvan e. Di vê xalê de ramanên wî ji ramanên Platonî cuda ne, ku Platonî têgehan weke tiştên rasteqîn didît û zêdetir wek ramaneke Nomînalîst e. Armanca jiyanê berxwîdarî/endaimonia ye û ev yek jî, ancax bi erdemê dikare pêk were.

Erdem jî, zanyarî ye. Ango, besbûna <ji xwe re ji xwe re> ya mirovî ye.

Di vê wateyê de erdem, azadiya rih e yan jî, azadiya ruhî/giyanî ye. Tendûristî, delalî, navdarî, şeref û namûs tiştên çêkirî/nexwezayî ne û divê mirovî bi guman, xwe nêzîkê wan bike. Hebe hebe mirovî dikare bibêje ku encax dijberê van peyvan, di ramana <kinikî> de xwediyê wateyeke ne. Bêmilkbûn, bênavbûn, bêhewcedarî, dûrketina delkên civakî yên exlaqî, rê li azadiya mirovî vedikin û wiha dikin ku mirovî, pêdivî bi ti tiştan naynin û dikevine rewşeke ku besî xwe ye.

Antîphenes di vê rexnekirina nirxî de, ne xwediyê nêzîkayîtêdaneke hedonîst/hezperest de ye, beravajiya vê yekê; bertekên mezin nîşanê hedonîzmê dide. Lewra xweşî (kêf, hez) sedemê koletiya mirovî ye.

Ji bo armanca bextewariyê, erdem bi serê xwe tenê jî bes e û hewcedarî bi tu tiştekî din tune. Li gor Antîsthenesî erdem, tunebûna xweşiyê û ji xwestekan xwerizgarkirin e.

Fîlozofên Kinikî, rasterast dijberê hemû tiştên ku di jiyanê de bi kêrî tu tiştî nayên in û tu meyla wan li ser van tiştan tune. Ev helwest, van kiriye dijberê medeniyetê. Kinîst exlaqa ku heye, nîrxên civakî, ol, malbat û dewletê napejirînin û wan, bi temamî red dikin…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

20.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- Dengê Felsefeyê. Ali Gurdilî. Weşanên Dozê. Rêbendan 2006.

3- http://www.felsefevan.org/di-felsefeya-antisthenes-de-erdem.html

4- http://www.felsefevan.org/antisthenes-b-z-444-365.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin