Di Felsefeya Antîk Yewnanî û Filehtiyê de Ramana Xwedê

Di Felsefeya Antîk Yewnanî û Filehtiyê de Ramana Xwedê

Di Felsefeya Antîk Yewnanî û Filehtiyê de Ramana Xwedê

Têgeha/ramana Xwedê, mîna feraseteka filehtiyê xwiya dike. Hêza afirandinê ye û ev hêz, ji tinebûnê heyberan diafirîne hebûnê/hebûnatiyê. Herweha, ev têgeh hevrazanekî jî dixe navbera Xwedê û ebdên wî. Belam, li gorî dîtinên serdema antîk; Xwedê ne afirander e. Ew, bi tenê mîmarê gerdûnê ye. Made jî, weke Xwedê/Xwedayan ezelî ye. Bi gotinekê din: Made, heyîn û xweza qet ne hatine afirandin. Lewra, ew her hebûn û ezelî ne. 

Li Gor Felsefeya Antîk: Li gerdûnê <caos> hebûye û di vê <caosê> de tevlîheviyeke xwiya dikir. Paşê, Xweda yan jî Xwedayan, wê tevlîheviyê ji holê rakirine û rêkûpêkiyeke gihandine gerdûnê. Belam, dûvre di danezanîna ola filehtiyê de angaşteka din xwiya dike û li gorî vê angaştê jî Xweda, gerdûnê di şeş (6) rojan de afirandiye. Felsefeya Platonperestiya Nû jî; li gorî danûstandina afiraner û aferînê, nêrîneke heyama antîk e.

Li gorî vê felsefeyê:  Xwedê, heyîn bi xwe ye û bi vî awayî, tiştên din para xwe jê distînin û xwe dikin heyîn. Belam, di felsefeya filehtiyê de nêrîneka wiha tune û qet, peyda jî nabe.

Di vê mijarê de niqteyeka giranbiha heye ku ew jî ev e: Bi bandûra Platonperestiya Nû re, mistîsîzm bûye dijberê filehtiya ortodoksê û piştra, piştra, pêşengiya tevgera reformê kiriye.

Alî Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

08.09.2014

Bersivekê binivîsin