Di Felsefeya Anaksimandros de Wateya Aperîonê

Di Felsefeya Anaksimandros de Wateya Aperîonê

Di Felsefeya Anaksimandros de Wateya Aperîonê

Anaksimandros ji Enedolê ye û şagirtê Thales e. Belam, nêrînên wî yên li ser gerdûnê ji nêrînên Thales gellekî cewaz in. Berî Zayînê “Berî mîladê” di navbera salên 610 – 547- an de jiya ye û metafîzîkçiyê yekemîn tê hesibandin. Li gorî felsefeya Thales cosmîk made, ango arche tiştekî berbiçav bû û ku ew jî, av bû. Lêbelê, di felsefeya Anaksîmandros de, made tiştekî naxwiya ye, bêşekil û bêgewşîn e. Belam, heta dema Anaksîmandros made tiştekî bigewşîn hatiye dîtin. Herwekî: hewa, hesin, av û wek madeyên din yên bigewşîn. Anaksîmandros, cosmîkê mîna tiştekî “aperîon” dibîne. Aperîon; bêsînor û bêgewşîn e û ji madeyên din jî, ne veqetiya ye. Di vê xalê de niqteyeka girîng: Aperîona Anaksîmandros, dişibe “caosa mîtosê.” Lewra aperîon, bêşekil û bêgewşîn e û naşibe tu tiştî.

Li Gorî Felsefeya Anaksîmandros

1- Made (cosmîk, arche) tiştekî bêsînor e, di gerdûnê de cîh digre û belav dibe. Ger made tiştekî bi sînor bûna, wê demê madeyên bêsînor û bêhejmar jê zêde ne dibûn.

2- Madeyên bi sînor, çaxê ku dema wan tê diqedin û xilas dibin.

3- Made, tiştekî ne sehekî ye. Naxwiya û razber (abstract) e. Di vê niqteyê de, ramanekê girîng û giranbiha xwiya dike ku ew jî, di dîroka felsefî de gavekê pêşverû tê hesibandin. Lewra, piştî ramanên Anaksîmandros; fîlozofên yewnan yên hemdemên wî, ji domana girgîn (concrete) derketine û berê xwe, dane raman û babetên razber. Ango, soyut, abstract.

4- Heyînên (beîng) ku di gerdûnê de hene, yeko yeko xwediyê rûçikên cewaz in.

5- Heyîn: Jihevçûn, beranberî, berçewtî û ji dabeşbûna aperîonê çêdibin.

6- Dinya, xwe di nava beranberiyan de nîşanê me dide û berçewtên bingeh, germ û serma, ziwa û ter e. Berçewtî jî, gişk ji aperîonê çêdibin. Lêbelê, aperîon madeyekê jihevneçûyî ye û ji ber vê yekê, aperîon dibe madeyeka bêgewşîn.

7- Madeyên din, yeko yeko ji berçewtiya aperîonê têne holê. Herwekî : Terî (şilî) û serma, ser rûyê erdê çêdikin û ev jî, di navenda gerdûnê de ye. Germ û ronahî jî, hewayê tînin holê.

8- Serweriya madeyên berçewt, herdem dest diguherîne. Herwekî : Madeyên germ, carinan madeyên cemidî dixin bin bandûra xwe û raserî wan dibin.

9- Ew madeyên ku demekî di bin bandûrê de dimînin, carekê din dizivirin aperîonê. Lewra, her tişt (celeb, cor, wanek, made) xwediyê jiyanekê kurt e û çaxê ku dema wan diqede, dizivirin aperîonê…

Ji Gotinên Anaksîmandros

1- “Jiyan di behrê de dest pê kiriye.”

2- “Aperîon, hemû dinyayê diguncîne.”

3- “Destpêka wanekan, aperîon e.”

4- “Aperîon pîr nabe, namire û winda (xilas) nabe.”

5- “Hatina holê naqede.”

6- “Bav û kalên mirovan, di destpêkê de di laşê masiyan de hatine bûyînê û piştra, dema ku gihêjtine hêza xwe ya mirovî, wê demê gav avêtine ser rûyê erdê.”  (Ev gotin, wekî tasawura evrîmê hatiye dîtin.)

7- “Nesne çava hatibin nivîsandin, wê dîsa bizivirin ser bûyîna xwe. Bi vê yekê re jî, ew bêedaletiya ku bi navcîtiya dem re dertê; nesne, wan ji holê radikin û li ber dilên hevdu didin.”

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin