Apeîron di Felsefeya Anaksimandrosî de

Apeîron di Felsefeya Anaksimandrosî de

Apeîron di Felsefeya Anaksimandrosî de| Ali Gurdilî

Anaksimandros, ji Enedolê ye û şagirtê Thales e. Belam, nêrînên wî yên li ser gerdûnê ji nêrînên Thales gellekî cewaz in. Berî Zayînê di navbera salên 610-547- an de jiya ye û wekî metafîzîkzanê yekemîn tê hesibandin. Li gorî felsefeya Thales cosmîk made, ango arche tiştekî berbiçav bû û ku ew jî, av bû. Lêbelê, di felsefeya Anaksîmandros de, made tiştekî naxwiya ye, bêşekil û bêgewşîn e. Belam, heta dema Anaksîmandros made tiştekî bigewşîn hatiye dîtin.

Herwekî: hewa, hesin, av û weke madeyên din yên bigewşîn. Anaksîmandros, cosmîkê mîna tiştekî <aperîon> dibîne. Aperîon, bêsînor û bêgewşîn e û ji madeyên din jî, neveqetiya ye. Di vê xalê de niqteyeka girîng: Aperîona Anaksîmandros, dişibe <caosa mîtosê.> Lewra apeîron, bêşekil û bêgewşîn e û ku naşibe tu tiştî.

Li gorî felsefeya Anaksîmandros

1- Made (cosmîk, arche) tiştekî bêsînor e, di gerdûnê de cîh digre û belav dibe. Ger made tiştekî bisînor bûna, wê demê madeyên bêsînor û bêhejmar jê zêde ne dibûn.

2- Madeyên bisînor dema ku wextê wan tê, diqedin û xilas dibin.

3- Made, tiştekî ne sehekî ye. Naxwiya û razber/abstract e. Di vê niqteyê de, ramaneke girîng û giranbiha xwiya dike ku ew jî, di dîroka felsefî de gavekê pêşverû tê hesibandin. Lewra piştî ramanên Anaksîmandros, fîlozofên yewnanî yên hemdemên wî, ji domana girgîn/concrete derketine û berê xwe dane raman û babetên razber/abstract.  

4- Heyînên/beîng ku di gerdûnê de hene, yeko yeko xwediyê rûçikên cewaz in.

5- Heyîn: Jihevçûn, beranberî, berçewtî û ji dabeşbûna aperîonê çêdibin.

6- Dinya, xwe di nava beranberiyan de nîşanê me dide û berçewtên bingeh, germ û serma, ziwa û ter in. Berçewtî jî, gişk ji aperîonê çêdibin. Lêbelê, aperîon madeyekê jihevneçûyî ye û ji ber vê yekê, aperîon dibe madeyeka bêgewşîn.

7- Madeyên din, yeko yeko ji berçewtiya aperîonê têne holê. Herwekî : Terî/şilî û serma, ser rûyê erdê çêdikin û ev jî, di navenda gerdûnê de ye. Germ û ronahî jî, hewayê tînin holê.

8- Serweriya madeyên berçewt, herdem dest diguherîne. Herwekî: Madeyên germ, carinan madeyên cemidî dixin bin bandûra xwe û raserî wan dibin.

9- Ew madeyên ku demekî di bin bandûrê de dimînin, carekê din dizivirin aperîonê. Lewra, her tişt (celeb, cor, wanek, made) xwediyê jiyanekê kurt in û çaxê ku dema wan diqede, dizivirin aperîonê.

Ji Gotinên Anaksîmandros

1- Jiyan, di deryayê de dest pê kiriye.

2- Aperîon, hemû dinyayê diguncîne.

3- Destpêka wanekan/nesneyan, aperîon e.

4- Aperîon pîr nabe, namire û winda/xilas nabe.  

5- Hatina holê, naqede.

6– Bav û kalên mirovan, di destpêkê de di laşê masiyan de hatine bûyînê û piştra, dema ku gihêjtine hêza xwe ya mirovî, wê demê gav avêtine ser rûyê erdê. <Ev gotin, wekî tasawuraka evrîmê/peresanê hatiye dîtin.>

7- Nesne çava hatibin nivîsandin, wê dîsa bizivirin ser bûyîna xwe. Bi vê yekê re jî, ew bêedaletiya ku bi navcîtiya demê re dertê holê; nesne wan ji holê radikin û liber dilên hevdu didin…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

18.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/di-felsefeya-anaksimandros-de-wateya-aperione.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin