Di Êzîdatiyê de, Xerîbo yan jî Mîr Mihê

Di Êzîdatiyê de, Xerîbo yan jî Mîr Mihê

Di Êzîdatiyê de, Xerîbo yan jî Mîr Mihê

        Di qewl û dirozê êzîdiyan de cihekî grîng digire. Destan û efsaneya Mîr Mihê ji aliyê Dr Xelîl Cindî ve û gellek kesên din ve hatiye nivîsîn. Her weha ji aliyê alimên olî, û dengbêj û qewlbêjana ve di kasetan de hatiye tomarkirin. Her weha meriv dikare di rêya internetê de jî gellek çavkaniya agahdariya bibîne. Ez jî weke erkekê dixwazim bi kurtî vê destan, yan jî mîtologiyê bi we re parvebikim.

Mîr Mih, kurê mîrekî êzîdi bûye û bavê wî nexwestiye kurê wî, di serî de mirinê, tengahî, tehlayî û nexweşiyê bibîne. Di nav xweşiyê de mezin dike, heta temenê zewacê. Dema dizewice piştî şahiya demekê, şevekê heval û hogirên wî şevbuhêrka xwe dibihurînin û diçin malên xwe. Çawa diçin hevjîn, yan jî binemala wî serê xwe datîne, û piştî qasekî nema deng jê tê.

Mîr Mih deng lê dike, ew serê xwe nema radike, heta sibê hevalê wî tên. Dibînin ku hevjîna wî serê xwe daniye.

Mîr Mih dibêje. Ji êvar ve razaye, û deng jê nayê. Gava dibînin ku mirîye. Ew dibêjin: ew mirî ye!

M.Mih dibêje: ew çi ye? Em ê gazî birayê axretê, şêx û pîr bikin, dê wê bişon û paşê binax bikin.

12063726_1031530373565583_8918628552621003506_n

Mîr Mih: dibêje wê kengê vegere? Ew nema vedigere, ew dikare weke ruhberekî din kiras biguhere û hebe, lê termê wê nema vedigere. Mîr Mihê piştî binaxkirna jina xwe vedigere, xatir ji dayik û bavikê xwe dixwaze û dide dû Quba Felekê û bêmiriniyê. Li Cehniya xwe siwar dibe, tajî û tilûlên wî didin dûv wî. Mîr Mihê pir diçê hindik diçe, diçê ber deryakê dibîne zilamek li ber perava behrê rûniştiyê. Silavê didê, û dibêje ez li dermanê bêmirinê, yan ciyê mirin lê tuneye digerim. Ew mêr dibêje, li ber vê avê rûnê û rojê tasek av jê vexwe, kengê behr çikiya hingê tê bimirî. M Mihê dibêje; dawiyê mirine heye ez li cem te namînim.

Xatir jê dixwaze û diçê dûr û nêzîk diçe, dibîne Çivîkek, li ser darekê ye silavê didê, çivîk li gel wî ji qedrê Xwedê re dipeyve. Mîr Mihê tevî serboriya xwe dibêje; ez li dermanê bê miriniyê digerim. Çivîk dibêje ezê rojê perekî xwe biavêjim û libeke garisê ji vê newala mişt bixwum, kengê garis nema û newal bi perê min mişt bû, ezê bimirim tu jî hingê li gel min.

12065575_1032143113504309_8644084861897054297_n

M. Mihê dibêje dawiyê mirin heye, ez li vir namînim. Xatir ji Çivîkê dixwaze û diçe. Dûr diçe, nêzîk diçe dibîne marek li serê kaş û kendalekî ye. Silavê didê mar, ji qedrê Xwedê bi wî re dipeyive. M Mihê çiroke xwe ji mar re dibêje, mar dibêji: li ba min be, ez salê kevelekî diavêjim, kengê ew newal bi kevelê min mişt bû, hingê emê bimirin. M Mihê dibêje madem dawî mirine, ez namînim li cem te. Xatir ji mar dixwaze û diçe. Dûr diçe nêzîk diçe nêzîkî quba Felekê dibe.

Felek pêrgî wî tê û li wî guhdar dike. Dibêje; baş e Mîr Mihê ez ê te bikim mêvan li quba xwe, lê divê tu qet neçî ser diyarê hay hayê. Ger tu biçî tê bîriya mal, welat û hogirên xwe bikî. Mîr Mihê çendîn lê dimîne û her diyarê hay hayê ji wî re bûbû meraq. Rojekê gava Felek ne li quba xwe bû, ew diçe diyarê Felekê û pêre bîriya war û welatê xwe dike. Gava vedigere dibêje Felekê, ez çûme diyarê hay hayê û min bîriya war û welatê xwe kiriye. Ez dixwazim biçim warê xwe.

Felek dibêje: min gote te neçe diyarê hay hayê, lê tu çûyî. Tu dixwazî herî warê xwe, lê ezê sê sêva bidim te, wan di kûrika xwe de veşêre. Her wan bêhn bike û nede tu kesî. Kê jî, ji te xwest nedê. Mîr Mihê xatir ji Felekê dixwaze û qesta welatê xwe dike. Tê vaye newal mişt kevelê mara bûye û mar li ser kevelê xwe li ber mirinê ye. Diçe ba Çivîkê, newal mişt bûye bi perê wê û garis nemaye. Çivîk li ser perên xwe miriye. Tê ber behrê dibîne behr çikiyaye, û kalemêrek li wî erdî cot dike. M Mihê silavê dide cotkarî. Cokarî jî bersiv didê, dibêje: mam ev erda ji kengê ve yê cot û çandiniyê ye, gava cara dawî min dît, ev dever behr bû.

I5x7-zIxuWU

Kalemêr dibêje; Xortê qenc tu di temenê kurê min de ye, lê ji bav û kalan ve, ev erdê me ye û em lê cot û çandiniyê dikin.

M Mihê dibêje; başe ji vê gêrê re dibêjin, gêra çi? Kalemêr dibêje; ya behrê. M Mihê vedigere bajarê xwe, dibîne bajar mezin bûye, û xelkê din lê cîhwar bûne. Ew ji kê dipirse: ez dixwazim herim mala bavê Mîr Mihê, kesek nizane, ji xorta û kala dipirse lê persiveke rast nastîne. Paşê Mîr Mihê dibêje; ka ezê cehniya xwe berdim, dibe ew me bibe mala me. Cehnî diçe ber deriyê mala wan. Gava derbas dibin kalemêr dibîne xortekî lihevhatî û çak dide ber derî, ew xorta dişîne pêrgî wî.

Cehniya wî ditewilînin, grêdidin. Ew diçe malê piştê xwarin û vexwarinê, Kalemêr dipirse: Xortê hêja noşîcana te be, te xwarina xwe xwar. Lê ka bêje, tu ji ku yî em çawa dikarin te binasin? Ew dibêje, ji kengê ve hûn di vê malê de ne? Ev mal, mal û avahiyê me ne. Kalemêr dibêje: tiştekî bêje ku meriv nekeve şermê, ez vaye kal bûme, lê ji bav û kalan ve, ev mal, mala me ye.

Piştî çend gengeşeyan M. Mihê dibêje: başe ezê nîşanekê bêjim, başe ger ne rast be bawer nekin. Herin wî afirê ku cehniya min, li ser grêdayî bikolin, di binê wî afirî de, sêlek heye, di binê sêlê de hefsarê cehniya min heye, di binê wî de jî kûzikê zêra heye. Cehniya wî dibin li ciyekî din ditewilînin, û afirê hespê dikulin, dibînin hefsar û sêla riziyayî, û di bin sêlê de cerê zêra. Di wê navênê de, ji kalemêrê bajêrî dibêjin raste, mîrekî dest ji text û tacê xwe berdaye û dayê ser şopa Quba Felekê.

Kalemêr dibêje; Mîr Mihê ciyê te li ser serê me, emê sibe tavilê ji malê derkevin, û zêrê te jî yê te ne. M. Mihê dibêje; mal û zêr li we pîroz bin, min qet navê. Ez nema li vî warî dimînim, kesekî min nemaye ez xerîbim li vî bajarî. Ezê biçim. Gava dipirsin çawa ew hê li dunyayê maye, M. Mihê serboriya xwe bi temamî ji wan de dibêje. Serê sibê Mîr Mihê li Cehniya xwe siwar dibe, Tajî û tilûlik didin dûv wî berê xwe dide Quba Felekê. Di wir de Cebrahîl, yan jî Ezrahîl bi Xwedê re dikêlime, û dibêje divê M. Mihê negihîje Quba Felekê, nexwe ewê bi qasî milyaketa bêmirin be. Xwedê gotê; Ewa karê te ye. Here pêşiyê û nehêle bigihe quba Felekê.

Cebrahîl kincê Baba Dewrêşa li xwe dike. Bi destê zarokekî nexweş digire û tê pêşiya M. Mihê. M. Mihê û dibêje; xêre Baba Dewrêş. Baba Dewrêş dibêje; bo xatirê Xwedê, ev zarok nexweşê, li ber mirinê ye, ger sêvekê te hebe ji bo wî beriya mirinê. M. Mih: Baba Dewrêş ser rêya me tijî darê sêva ne, here ji xwe re biçinin, paşê bajar nêzîke.

Baba Dewrêş dibêje: Ew gellekî xizanin, dirav nîne. Mîr Mihê dilê wî bi halê zarokî dişewite ji kûrika xwe sêvekê didê. Pêre pêre mûyên spî dikevin serê wî û canê wî. Pişta wî xûz dibe, taqeta wî kêm dibe, çavê wî ronaya wan kêm dibe, rûyê diqermiçe. Cehniya wî dibe Mihîn û Tajiyê wî bê taqet dibin. Cebrahîl careke din xwe dike babetê Baba Dewrêşa û tê pêşiya M. Mihê. Dibêje; tu xatirê Xwedê kî, kurê min yê zewacê ye û li ber mirinê ye, beriya mirinê daxwaza wî sêveke, beriya mirinê daxwaza wî ye, ger ez negihînimê wê heta mirinê ji min re bibe kul û keser. M. Mihê: Xwedê mala we baba Dewrêşa ava bike, vaye bajar nêzîke here ji bo kurê xwe sêva bikire.

12002889_405667386309823_1449534518907121326_n

Çima her hûn li belaşî û haziriya digerin. Baba Dewrêş kire lûbe lûb heta M Mihê tengezar bû sêvek ji berîka xwe derdixe û didê. Porê serî wî bi temamî spî bû, pişta wî qop û xûztir bû, çavê wî kêm dîtin, guhên wî nema dibihîstin û bêtaqet bû. Mihîn û Tajiyê wî jî li dûv wî diman ji bêtaqetiyê. Lê Mîr Mihê bi halakê melûl û kêm taqet, di oxira xwe berdewamkir. Mihîn û tajiyê wî qonaxekê di dûv wî dihatin. Heta gihiştin aliyê Quba Felekê. Felekê li ser diyarê hay hayê runiştî bû û çavdêriya hatina Mîr Mihê dikir.

Ezrahîl dîsa bi babetê Baba Dewrêşa dikeve pêşiya wî. Lê Mir Mihê hêjî şîreta Felekê jibîr nekiribû. Gava Baba Dewrêş nêzîkî wî bû, Felekê gazî kir û got: Mîr Mihê sêvê nedê, sêvê nedê. Guhê Mîr Mihê gran bûn, deng fêm nekir gote Cebrahîl, Felek dibêje çi? Cebrahîl got: dibêje zû sêvê bidê, vaye tu gihişiye nav baxçê û ba min te pêwîstî bi sêvê nîn e. Mîr Mihê sêva dawî jî da Ezrahîl û bi babetê Baba Dewrêşa rewanê Mîr Mihê stend.Felekê êdî got Cebrahîlê canê min bi gorî, xwe bera bi ber Mir Mihê min bi xap û fena, û rihê Mîr Mihê stend, Mihîn û Tajiya wî di ciyê xwe de bûne ax û xwelî.

Di vê destanê de çend heyî û remzên werin nirxandin.

1- Mal, text û xweşî nikare ji gera wî ya bêmiriniyê re bibe asteng û kelem.

2- Meriv nabe bikeve qatê milyaketa, lewma mirin ji bo zindiya û dunya milkê Xwedê dibînin.

3- Beriya her tiştî dunya behr bû. Mar, teyr, sêv weke di gellek destana de heye tête bikaranîn.

4- Lêgerîna mirinê, yan jî dermanê mirinê, weke destana Hekîmê Loqman, Mar di çîroka Şahmaran de, û keştiya nebî Nûh de. Ku êzîdî hêjî remzeke grîng û milkyaketê mara Şêxmend yan jî Sicaddîn dibînin.

5- Mirin weke teqezî, lêgerîna Xwedê weke bêmiriniyê.

6- Felek weke remza desthelatdariya Jinê, ya beriya dethelatdariya mêr, yan jî nêr.

7- Baba Dewrêş hezkirina Xwedê û Mirov.

Newaf Mîro 

newafmiro@gmx.de

11.10.2015   

Çavkanî

1- https://www.newroz.com/ku/politics/341657/destan-beyta-mir-mih-ya

2 – https://books.google.de/books?id=KJTuS0h0iCQC&pg=PA323&lpg=PA323&dq=%22M%C3%AEr+Mih%C3%AA%22&source= bl&ots=ZWUzHR9uaI&sig=39OgMdcjddc1O6_uYrpNWLx2yfs&hl=de&sa=

X&ved=0CCkQ6AEwAWoVChMIoeuclc2xyAIVih8aCh0lLw9u#v=onepage&q=%22M%C3%AEr%20

Mih%C3%AA%22&f=false

3- http://rojava.net/08.06.2007_ezidxane_mirmih-x.resho.htm Weke stran li ser miriya tête xwendin.

4- https://www.youtube.com/watch?v=iUngGPScAtc

Helbet ev hinek ji çavkaniyê destan, yan jî lawija Xerîbo, yan jî Mîr Mihê. Beyta Mîr Mihê*

1- Qebrê mîr Mihê min li bal agire

Felek bê qole û bê taliye

zirrya bû weke gure.

2- Felek dibêje: eze tobedar im,

sundxwarî me, di pê min re Mihê minî xortî nuhatî, swarê qata caniyê

tu soz û qirara nadim tu mêvana û tu misafira.

3- Felek dibêje: qebrê mîr Mihê min di derê rê de

eze tobedar im, sundxwarîme,

di pê mîr Mihê re, tu cara şarê nadim ber kofiyê de.

4- Felek dibêje: baxçekî mala babê min heye,

dara derê çiyayê şalûl û bilbila,

malik avayê, berê xo dayê

Bazîdî fexrî bû, hat û berî wan gehayê.

5- Felek dibêje: dara Şêx Simayil wa li jore

wê li ser dixunin kevok û şalûl û bilbil û sê perêve sore

mirin a pîr û kala stare

mirina xelkê ciwan, li dinyayê heyf û zore (core)

6- Felek dibêje: Xerîbo! çî dikey li Meke û Medînê

libsê te xerqeye, li bejna te Þileye

Tancê serê te nûraniye

heca mêrê Êzidî nîne, xêrî Lalişeka nûraniye

dîwana mîr Şerfedîna.

7- Em ê berê xo bidin Lalişeka nûranî

çiyayê Şingalê, tiwafa çilmêra

dîwana mîr Şerfedîna.

8- Felekê got: Xerîbo! çî dikey li Meke û Medînê û hêreye

libsê te Xerqeye, li bejna te Þileye

Tancê serê te zêre

emê berê xo bidene, heça mêrê Êzidî,

Lalişeka nûraniye,

çiyayê Şingalê, diwana mîr Şerfedîna.

9- Xeribo got: Felekê weye, we nîne

terazû mêzên li ´Ezmanê heftê bilin bûne

sed heyf û mixabina bixwazin: êkî wek Hesen li Hisnî

Denun li Misrî, mîr Birahîmê Ademe

mîr Mihê minî şengî, xortî nuhatî

berê xo da vê dinyayê, pişta xo da Muxorzemîne.

10- Felekê got: Xerîbo! tirba mîr Mihê Lawîn li berî rêye

serê vê qubê li semawetî joriye

lingê vê qubê xo berdaye binê behrêye.

11- Felekê got: Xerîbo! Eze sundxware tobedar im

pê mîr Mihê Lawîn re, ez tu soza nadim canik

û camêrêt xelkêye.

12- Mîr Mihê got: Felekê! min behwerî bi vê yekê netê

li ézmanê heftê, tiraz û mêzîn hatin û bilind bûne

stêrik û qurxê berê xo da vê qubletê

sed heyf û mixabina bixwazin, êkî weke Adema

Hisnî, Denun li Mirsî, Mîr Birahîmî Adema

Mîr Mihê şakî lomî, xortî nûhatî, swarê qata caniyê

berê xo da vê axretê,

pişta xo da vê ometê (dinyayê).

13- Feleke got: Xerîbo! çend cara min gote te neçe ser vî girî

emîn Cibrayîl, qasidê Melekê mirinê bû, bi renga dixemilî

her sê sêvêt mîr Mihê Lawîn jê dibirî

bêjin: ev dinya bi çend lewna hat û bi çend lewna buhirî.

14- Felekê got: Xeribo dinya dem û dewranêt Xudêne

yeman, yeman, di serê canik û camêrêt xelkê beyerîne.

15- Felekê got: Xerîbo!bexçekî min heye derî li jore

tê de dixunin; bilbil û şalûl û kevokêt malik avayî persore.

16- Felekê got: Xerîbo! mirina kala û mêra sitareye

mirina xelkê can, heyf u zore.

17- Felekê got: Xerîbo! baxçekî min heye li derê reya ye

bilbil û şalûla, kevokêt malik avaye

perêt sorêt xo lê daye

heyf û sed mixabin êt weke Hesen li Hisnî,

Denun li Misrî, Mîr Birahîmê Adema,

Mîr Mihê lawîn, berê xo dane axreta şêrîn

pişta xo kirine vê dinyayê.

18- Felekê got: Xerîbo! qubêt Mergehê sêne serê

van quba semawetî jorîne

lengelê van quba li binî behrêne

min nezanî, Mîr Mihê min î xortî nuhatî,

rêyekê di qebrê reşî tarî de dibîne.

19- Felekê got: Xerîbo! loma ji dilê xerîba mekin

mervê xerîb, li welatê xerîb, li malêt bava çaverên in.

20- Felekê dibêje: Xerîbo! qubêt Mergehê çarin

serê van quba li semawetî jorîne

lengerê van quba li behrê dixwarin

sed heyf u mixabina bixwazin; êkî wekî Mîr Mihê,

di qebrekî reşê tarî de,

kirim û kêza goştê giyanê wî dixwarin.

21- Felekê dibêje: Xerîbo! qubêt Mergehê spîne

serê van quba li semawetî jorîne

binê van quba li behrêt tarîne

loma ji mirovê xerîb, li welatê xerîbiyê,

ji malê bava bi hîvîn e.

22- Felekê dibêje: Xerîbo! qubêt Merhegê pênc in

serê van qubeha li semawetî jorîne

lengerê van quba li binê behrêt dirêncin (mizêncin)

sed heyf û mixabin, êt weke Hesen i ´isnî,

Denun li Misrî, Mîr Birahîmê Adema, Mîr Mihê lawîn

berê xo dane sefera mirin e, hêşta digêncin.

*1 – ji malpera rojava.net berhevkar Dr Xelîl Cincî

Bersivekê binivîsin