Di Embriyoya Berazan de Çêkirina Tevink û Şaneyên Mirovî

Di Embriyoya Berazan de Çêkirina Tevink û Şaneyên Mirovî

Di Embriyoya Berazan de Çêkirina Tevink û Şaneyên Mirovî

Zanyarên ji Enstitûya Salkê ya li Amerîkayê ye biserketin ku di embriyo ya berazê de çêkirina tevink û şaneyên mirovî pêk bihînin. Zanyar piştî 28 rojan şaneyên çêkirî tune kirine. Zanyar demeke dirêj e xebatên xwe li ser çêkirina lebatên mirovî pêk dihînin û ji bo pêkanîna armanca xwe jî serî li endamên malbata ajalan didan.

Zanyar dixwazin alîkariya kesên bi nexweşiyên dil, pişik û gurçikê nexweş ketine, bikin û ji bo dermankirina nexweşiyên dil, pişik û gurçikê gavekî mezin û girîng avêtine. Zanyar bi teknolojiya nûjen, şaneyên mirov di embriyoya berazê de bicîh kirine ku di embriyoyê de tevink û şaneyên mirov çêbûna xwe berdewam kirine.

Embriyoyên berazê li malzaroka berazeke mê hatiye bicîh kirin û di malzaroka berazê de bi qasî 4 hefteyê maye. Zanyar xebatên xwe piştî 4 hefteyê, ji bo pîvandina ewlehî û rastiya lêkolînê, bi dawî kirine. Insoo Hyun, profesorê beşa biyoetîk û felsefeyê ya li Zanîngeha Case Western Reserveê ye wiha dibêje; “Daxwaziya me bitenê cerabandina şaneyên ku di malzaroka berazê de bicîh kirin û piştî bicîh kirinê dîtina çêbûna embriyoyê bû, em ji ber pêkanîna armanca xwe kêfxweş in.”

Rêveberê lêkolînê Jun Wu xaleke pirr girîng jî diyar dike û wiha berdewam dike; “Xebata me, xebateke nû û hê di radeya xebateke ne pirr pêşketî û berfireh de ye. Lewre çêkirina şaneyên mirov di embriyoyên ajalan bicîh kirin, ne karekî hêsan lêbelê berevajiya wê karekî pirr zor û zehmet e. Ji bo çêkirina lebatên mirov rêyeke teng û dirêj li ber me ye. Peresîna her cureyê cuda û xwediyê taybetmendiyên cihêreng in ku ev jî sebeba “çima peresîna her cureyê bi awayeke cuda ye” vedibêje.”

Zanyar ji bo pêkanîna xebatên xwe beraz hilbijartine, sedemên hilbijartina berazê jî ji ber ku beraz mezin û qelawokî ne û peresîna berazê nêzikê peresîna mirov e. Dîsa zanyar diyar dikin ku bi demê û xebatên berfireh, bi gotineke din çêkirina lebatên mirov yên di embriyoyên ajalan de, dê pirraniya nexweşiyên dil, pişik û gurçikê bêne dermankirin.

Metîn Eser

Çavkanî: De Volkskrant / 29.01.2017 

Bersivekê binivîsin