Di Dîrokê De Gotina Kurd

Di Dîrokê De Gotina Kurd

Di Dîrokê De Gotina Kurd

Kurdistan cihê avabûna şaristaniyê ya herî kevnare ye. Di dîroka cîhanê de, çend cîhên şaristaniyê yên herî kevnare hene. Mezopotamya, Filistîn, Misir û Yewnanîstan hinek ji yên herî kevnare ne. Wekî ku tê zanîn, Mezopotamya ji axa navbera çemê Dicle û Firadê re tê gotin. 

Kurd ji Mezopotamyayê re dibêjin Mezra Botan. 

Heta van salên dawî arkeolog û dîrokzanan digot Misir û Filistîn cihê şaristaniyê yê herî kevnare ne. Lê, di van salên dawî de, arkeolog li Kurdistana Başûr nêzîkî çiyayê Zagrosê rastî şûnewarên gundê Çermo (Jarmo) û Şanîdar hatin. 

Li gor zanyarî û agahdariya arkeologan, ev gund 6.700 sal Berî Zayîna Îsa (B.Z.) hatiye avakirin. Ev gundê herî pêşîn e, ku li cîhanê ava bûye. Û herweha diyar e ku cara yekemîn bû, ku mirov ji nêçîrvaniyê derbasî çandinî û heywan xwedîkirinê bûne. 

Ev jî, îro li welatê bav û kalên Kurdan derdikeve holê. 

Dîsa arkeologên Amerîkî, Alman û Tirk di sala 1985- an de li Diyarbekirê, li dorhêla navça Erxeniyê malek ji bin erdê derxistin. Ev mala ha 9.000 sal kevn e. 

Wê dîroka mirovatiyê ji binî ve guhart. Li gor pirtûkên dîrokî û dîrokzaneyan gotina Kurd gelekî kevn e. Ev gotin, heta B. Z. 2.000 salan diçe. Di wê demê de cîran û dîrokzan her yek li gor zanabûn û zimanê xwe navek li Kurdan kirine. 

Heta serdema Kardukiyan gelekî nav li Kurdan kirine. Lê di serdema Kardukiyan de, êdî bi dokumentên niviskî gotine; Kardox, Kadro, Karduk, Kardux û hwd. Ev gel di navbera gola Wanê, çemê Dîclê û çiyayê Zagros de jiyaye. 

Gotina Kurd ji bo gernasî û qeremaniyê bikar anîne. Cîranên Kurdan ên dîrokî li başûr Asûrî, li rojhilat Faris, li Bakûr Ermenî û li rojava jî Romî bûn. 

Tirk di wê demê de, li Asya Navîn, di navbera Çîn û Mongolîstanê de diman.Herweha li gor arkeelog û dîrokzanan, 10 hezar sal in, ku mirov li Kurdistanê dijîn. 

Li welatê Kurdan heta îro gelekî êrîş, koçkirin, bela û keraset pêk hatine. Lê, dîsa Kurdan dev ji axa Kurdistanê bernedane. Li ser axa bav û kalên xwe jîyan e. 

Ji B. Z. Heta îro, Kurd li Kurdistanê, bi navê cur bi cur wekî kom, qebîle, eşîret, mîrîtî, an jî bi navê dewletê hebûna xwe parastine. 

AMED TİGRÎS- ASO GERMİYANΠ

Ji pirtûka “Dîroka Kurd û Kurdistanê” hatiye wergirtin. 

Weşanên KORAL. ISBN- 975-7780-07-03 Koral: 29. Kanûna sala 1991- ê. Stenbol. 

Wêne: Di Sedsala 19 an de Kurd

Amadekarî: Ali Gurdilî 
info@felsefevan.org 

Bersivekê binivîsin