Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin

Di dîrokê de 10 îcadên ku li ser rûyê erdê veguhirandineke daye destpê kirin 

10. Thomas Edison – vîdeocamera û ampûl.

Thomas Edison di roja 11ê reshemiyê (shibatê) ya sala 1847an de li Milan-Ohioyê Xwedê daye. Di nav 7 zarokan de yê herî pichûk e lê di dibîstanê de hema bêje yê herî teral bûye. Bi tenê 3 mehan perwerdehî dîtiye û di nava wê 3 mehan de mamosteyê wî pêsîra xwe ji wî daweshandiye ango jê gellekî aciz û bêzar bûye, ev yek jî ji ber ku hertim bipirsyar bûye û ti caran guh nedaye mamosteyê xwe. Ji xwe re rêbazeke bi rêya pirr xwendinê peyda kiriye, bi vê kiryarê di temenê xwe yê 12 salî de xwendina rîsaleyên Sir Isaac Newton kiriye û herwiha ne tenê bi xwendina rîsaleyan maye, lê di wê bîr û baweriyê de bûye ku ev komplekseke bêkêr bû û wî dikarî bû hêsantir bike.

Deriyek jê re vedibe û zarokekî ku li ser raya trenê dileyze ji mirinê xelas dike, pishtî vê yekê bavê wî zarokî weke spasiyekê bo xelaskirina zarokê xwe jê re karekî peyda dike, di telegrafê de destpê operatoriyê dike. Dema karkirinê de jî dest ji kîmyayê bernade û rojekê dema pêkanîna testekê de wagoneke trenê diteqîne, helbet ji karê xwe dibe. Patenta xwe ya pêshîn di sala 1868an binavê ‘stock sticker’ bidest dixe. Pashê bi rêya firotina patentên xwe derfetên bo testkirinên berfireh pêk tîne. Edison ti caran bizanîn di îcadkirina sîlehekê de cih negirtiye. Pêshengetiya pacifismê û non-agressie (êrîshkarî) dikir. 18ê chiriya pêshîn ya sala 1931an de ji ber nexweshiya diyabetê chûye li ser dilovaniya Xwedê.

9. Braderên Wright – balafir(firok-firinde).

Braderên Wright, Orville (1871 heya 1948) û Wilbur (1867 heya 1912), weke biraderên ku îcadkirina balafirên ji hewayê ne siviktir (nola zeppelîn) tê nasîn. Orville û Wilbur xwediyê dê û bavekî û xwîshkekê bûn, bavê wan metran(piskopos) bû, û ji zarokên xwe daxwaziya xwendin û afirîneriyê dikir ku îro bûne sedema zewqa firînê ya mirovahiyê jê distîne.

8. Benjamin Franklin – brûsk û dengvedana asimanî.

Benjamin Franklin di navbera salên 1706 heya 1790î de li Amerîkayê jiya ye. (Bala xwe bidinê ku di wê demê de Bakurê Amerîkayê serxwebûna xwe bidest nexistibû). Ji malbeteke nachar û bi 17 zarokan bûye, bavê wî du jin kirine.

7. Nikola Tesla – elektrîk û transformator.

Nikola Tesla di roja 10ê tîrmehê ya sala 1856an de li Awistiryayê Xwedê daye. Bi eslê xwe ve ji Sirbistanê ye. Xwendekarekî jîr bûye û li zanîngeha polîteknîk ya Grazê xwendiye, pashê bo shuxilandina ya li Marburg-Slovenyayê dest ji xwendinê berdaye. Li gor gotinan, tenduristiya xwe xerab dibe û bi nexweshiyeke zîhnî dimire.

6. Charles Babbage – bavê compîtorê.

Charles Babbage di roja 26ê kanûnê ya sala 1791an de Xwedê daye. Di malbateke dewlemend ku di ciwaniya xwe de mamoste û dibistanên taybet jê re hatine peydakirin, bûye. Xwediye derfeteke mezin bo pêshxistina matemîkê bûye. Di sala 1810an de, dema 19e salî bûye, destûra bo chûyîna zanîngeha herî navdar Trinity College li Cambridge, wergirtiye. Zewicî ye û 8 zarokên xwe hebûye ji wan zarokan 4 zarok temenê ciwaniyê nedîtine, di sala 1871an de chûye li ser dilovaniya Xwedê.

5. James Watt – moshena dûkêlê.

James Watt di roja 18ê kanûna pashin Xwedê daye û derbarê temenê wî yê ciwantiyê pirr tisht nayê zanîn. Li Greenocka Îskochyayê Xwedê daye û di temenê xwe yê ciwantiyê de chêkirina amûrênpîvandinê yên matematîkî kiriye. Bi vê yekê sermayeya xwe zêde kiriye û di dema kalbûnê de bi vê sermayeyê jiyaneke xwesh bihuriye. Roja 25ê tebaxê ya sala 1891ê chûye li ser dilovaniya Xwedê.

4. Alexander Bell – telefon.

Alexander Graham Bell di sala 1847an de li Eidenburgha Îskochyayê Xwedê daye. Di ciwaniya xwe de dengvedanî(akûstîk) û veguhastina dengî gellekî bala wî dikishîne, dibe ku ev jî ji ber kerrbûna(deng nebihîstin-deng nechûn) dayika wî bûye. Ligel îcadkirina xwe yê pirr navdar Bell alîkariya lêkolînên li ser chareserkirina kerrbûnê jî kiriye. Di temenê xwe yê 23 salî de ji welatê bav û kalan bar dike û dihere Canadayê. Li Canadayê pêshxistina metodekê bo fêrkirina kerran dike, û 3 sal shûnde destpê pisporiya fizyolojiyê li zanîngeha Bostonê dike. Bala xwe bidinê 26 saliya xwe de dibe pispor! Di sala 1876an serî lêdana patentê bo icadkirina telefonê dike. Bell wiha dibêje; min û Thomas Watson bi hev re di shevên dirêj de weke hobby îcadkirina telefonê kiriye. Cara pêshîn di roja 3yê tebaxê ya sala 1876an de axaftina bi rêya telefonê pêk hatiye. Ji ber nexweshiya kêmxwînî(anemi) di roja 2yê tebaxê ya sala 1922an li welatê bav û kalan Îskochyayê dihere li ser dilovaniya Xwedê.

3. Leonardo Da Vinci

Leonardo Da Vinci, ji mêrekî sergewre yê Florensayî û ji jineke cotkar-gundî û di sala 1452an de Xwedê daye. Dibe ku ji dayika xwe hezkirina ji xwezayê wergirtiye û îlhama ji hezkirina xwezayê di îcadên xwe de jî birêkûpêk daye xuya kirin. Di 14 saliya xwe de dihere Florensayê û li wir di atolyeya Verroccchio de destpê shuxilandinê dike û ji hostayê xwe zîrektir dibe. Di sala 1519an de dihere li ser dilovaniya Xwedê.

Leonardo Da Vinci û 10 îcadên wî.

Bilye (mechanica)
Sîwane-parashût
Ornithopter (firîna nola chûkan ango bi per û bask)
Tifing
Kincê-cil û bergê noqariyê
Tank
Gerîdeya bi xwe xwe rêva dihere(erebe)
Bajareke îdeal
Firoke
Robot
Divê em ji bo 10 îcadên Leonardo jî gotarekê amade bikin.

2. Galileo

Galileo Galilei di sala 1564an de li Florensayê Xwedê daye. Ji malbeteke nachar lê sergewre bûye, aqilmendiya wî di temenê zaroktiyê de diyar bûbûye. Dê û bavê wî ji ber zîrekbûna wî dixwazin destpê kariyera tenduristiyê bike, lêbelê plana Galileo ne weke xwestina dê û bavê bû. Li zanîngeha Pisayê guherandina besha xwendinê dike û destpê xwendina besha esmannasiyê (astronomi) dike û herwiha li wir 18 salan pisporiyê dike.

Ji ber xebatên wî di destpêkê de dersên wî tê qedexe kirin, pashê tê binchav kirin û di dawiyê de jî tê zîndan kirin. Di sala 1642an de dihere li ser dilovaniya Xwedê.

1. Tim Berners Lee – serdema nû.

Belê Tim Berners Lee, gelo navekî nenas e, newisa? Li gor bîr û baweriya min navên li jor ji bo we ne nenas bûn, lê ne navê Tim Berners Lee. Yek ji îcadên herî navdar li ser navê wî hatiye kirin. Ev gotara ku me niha bo we amade kiriye û dikarin bi rêya “WWW”yê bi we re biweshînin îcadê Tim Berness Lee ye.

Di roja 8ê hezîranê ya sala 1955an de li Londona Îngiltereyê Xwedê daye. Li Oxfordê xwendiye û di destpêkê de li cem weshangerekî ya li Plessey Poole shuxilî ye. Pashê di CERNê ya li Swîsreyê xebitî ye ku li wir bi pisporan re hertim di nava shêwirînê de bûye. Ji ber vê ji telefonê aciz dibe û înternetê îcad dike.

Ji bo wî pirtûkeke hatiye nivîsandin, weke pêshenge serbestiyê tê binav kirin. Di sala 2011an de xelata ‘man who changed the World’ wergirtiye. Hê jî dijî, du caran zewicî ye û sê zarokên xwe hene.

Sûd ji gotarên malpereke zanistî ku bi zimanê Hollandî weshanê dike, hatiye wergirtin.

Metîn Eser

Bersivekê binivîsin