Di Dîroka Felsefeyê de Dibistana Gumanber

Di Dîroka Felsefeyê de Dibistana Gumanber

Septîsîzm

Di Dîroka Felsefeyê de Dibistana Gumanber

       Di dîroka felsefeyê de nêrîna felsefî ya septîsîzmê (gumanberî), xwediyê ciyekî girîng e, lewre di seranserê dîroka felsefeyê de nêrîn û ramanên qalibgirtî hilweşandiye û wiha kiriye ku di felsefe, zanist û di nêrîna dînî de, gelek feraset werin guherîn. Heke pêwîst be, meriv dikare vê ferasetê wekî dijberê feraseta dogmatîzmê jî binavîne. Pêşengê herî sereke ê ekola gumanberiyê Pyrrhon û Tîmon in û bi xwedîlêderketina Karneadesî (1) jî berdewam kiriye.

     Septîsîzm, ew felsefe ye ku ji gumana xwe ji gumanê (şikê) dike û wiha diparêze ku zanayiya (zanînî, bilgi) rast tune. Dîsa li gor vê felsefeyê, meriv nikare bi cewhera (hilika) nesneyan bizanibe û ya ku dikare were zanîn jî, xwiyakirina wan ya ji derve ye. Ji ber vê yekê jî, derheqê tu tiştî de em nikarin xwe bigihînin qeneet yan jî biryarekî. Dîsa li gor baweriya septîkan, meriv nikare baweriya xwe bi zanayiyên ku ji sehek û aqil tên bîne, çimku tu delîlên rastiya wan zanayiyan tune. Herweha tiştên ku em wan rast dipejirînin jî, ew ne rast in; lêbelê dişibine rastiyan. Lewma jî, em nikarin derheqê tu tiştî de biryareke teqez bidin û xwe bigihînin darazekî. Çimku li hemberî her darazaka me, delîlekî wê darazê ya nakok/dijber ji heye û dibe ku ew delîl di heman hêzê de be. Ji ber vê yekê jî di lîteratura felsefeyê de, di dewsa gotina ‘ev wiha ye.’ de, divê gotina ‘dibe ku wiha be.’ were bikaranîn. Li gor bîr û baweriya feylesofên gumanber, divê meriv ji gumana xwe jî gumanê bike û gumana xwe jî, qebûl neke. Ev ramana ku baweriya xwe bi zanayiya rast nayne, piştre bûye sebebê feraseta nihîlîzmê (hîçperestî).

      Di felsefeya yewnan de, peyva ‘Septîk’ xwediyê wateyeke kevneşopî ye û gellek kevîn e. Lewre Ksenophanes gotibû ku îmkana me heye em herdem xwe bigîhînin zanayiyên zêdetir, lebelê em ê tu carî nizanibin bê ka me xwe gihandiye heqîqeta dawî yanê na. Sokrates jî gotibû ez zanim ku bi tiştekî nizanim. Lêbelê dîsa jî Sokrates baweriya xwe bi zanayiyê aniye û Ksenophanes jî wiha bawer kiriye ku meriv bi rêya zanayiyan, dikare nezaniya xwe kêm bike. Baweriya herduyan jî bi lêgerîn û fêrbûnê hebû û digotin meriv dikare fêr bibe.   

Di dîroka felsefeyê de feylesofê yekemîn ê ku gumanberiyê ji bo xwe mîna rê û rêbazekî û mîna awirek felsefî dîtiye, Pyrrhon (B.Z.365-270) e û Dibistana Septîsîzmê ava kiriye. Ji ber gumanberiya Pyrrhon ya pirole (pirr, zêde) carinan ji hinek felsefeyên gumanber re, Pyrrhonîzm jî  hatiye gotin. Pyrrhon di artêşa Skenderê Duqûloç (2) de esker bûye û ligel wî, çûye gelek deveran û Hindîstanê. Wer xwiya ye ku eskeriya wî û geşt û gerên wî yên dema eskeriyê, bandûreke mezin lê kirine û têgihiştiye cihêrengî û pirrengiya ramanên mirovan. Lewre bawerî û zanayiyên mirovan, li gor cih û warên cihê, dihatin guhertin û Pyrrhon jî baş têgihiştibû vê yekê. Ji ber vê yekê jî, her bawerî jî li gor hinek delîlan dihatin şirovekirin, yan jî Pyrrhon wiha bawer kiriye. Li gor bîr û baweriya Pyrrhonî tişt (nesne, bireser) çawa bin, divê meriv wan wiha bibîne û divê bê zanîn ku xwiyakirin xapînok e û lewma jî, meriv nikare bibêje ku şiroveyek ji yan dib rastir yan bihêztir e. Lêbelê ya girîng ew e ku meriv zêde meraq neke û xwe bi herikana jiyanê ve berde. Piştre jî şagirtekî Pyrrhon ê bi navê Tîmonê Phleusi (B.Z.320-230), bi hinek delîlên zêhnî piştgiriya mamosteyê xwe kiriye. Tîmon wiha bawer kiriye ku meriv tu carî nikare xwe bigihîne bingehekî misoger ya dawindar.

     Piştî mirina Tîmon, Akademiya Platon ku ji dused salan zêdetir di destê Septîkan de bû, kete destê Arkesilaos û Arkesilaos (B.Z.315-240) bû serekê Akademîaya Platonî. Du rêbazên perwerdehiya Arkesilaosî hebûne: Ya pêşîn raxistina holê ya delîlan a ji bo herdu hêlên pirsgirêkekê bûye û a din jî, nîqaşa li ser angaşta şagirtan. Piştî Arkesilaosî jî, Karneasdesî (B.Z.214-129) hatiye ser kar û ji bo ku li meydanan ders bide xelkê bajêr, çûye Romayê. Di dersa xwe ya pêşîn de, cih daye nêrînên Platon û Arîstotales yên li ser ehlaqê û vê yekê jî, bandûreke mezin li xelkê kiriye. Di dersa xwe ya duyem de jî, temamiya dersa xwe ya yekem pûçkiriye. Lewre jî, di dîroka felsefeyê de rol û bandûra Septîsîzmê, ji roja ewilîn ve her mezin bûye. Sebebê vê yekê jî ew e ku feylesofên septîk qîma xwe bi bersivên hazir û rûkalî (banegehî) ne anîne û ji wan bersivan, gumanê kirine.

    Septîkekî din ê navdar jî, feylesofê îskoçî David Hume (1711-1776) ye, ku bi çend sed salan piştî feylesofên septîk hatiye dinyayê. David Humeyî jî, gumanberiya xwe wiha aniye zimên: Ji bo ku em bikaribin bijîn, em bêgav in ku hinek biryaran bigrin û hinek tiştan hilbijêrin; ev yek jî bivênevê derheqê hinek bûyeran de dibe sebebê nirxandin û darizandinan. Lêbelê di destê me de ji ber ku delîlên misoger (naguher) tune nin, em nikarin hemû delîlan (dijberî, dibetî) heman dem û hêzê de binirxînin. Ji ber vê çendê jî, divê em gumanên xwe kêm bikin, da ku em bikaribin bijîn.

Dixwazim vê nivîsa xwe, bi gotina Sekstos Empeirikosê septîk (3)  biqedînim, ku gotiye dema meriv gumanê dike, desta ewil ji darizandinê û piştre jî, ji diltengiyê xilas dibe.     

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

28.03.2016

Jênivîs

1- Karneades (B.Z.214-129)

Karneades, nîqaşkarekî jîr û jêhatî bûye. Serekê akademiya Platon û aligirekî jêhatî ê Dibistana Septîk bû, piştî demekê jî hate ciyê Arkesilaos. Bi taybetî jî rexneyên tûj li felsefeya Epikurosparêz û Stoaparêz kir. 

2- Hêz, bandûrê li ramanan dike.

Di pêşveçûn û berfirehbûna felsefeya rojavayê de, bandûra Skenderê Duqûloç (Aleksandros III. Alexander the Great, B.Z.356–B.Z.323) gelek mezin e. Dewletên bajarî yên yewnan wê demê serbixwetiya xwe winda kirine, lêbelê Zimanê Yewnanî jî bûye zimanekî gerdûnî.

3- Sekstos Empeirikos (P.Z.sala 200an)

Em zanayiyên rast yên derbarê jiyan û berhemên Pyrrhon ku damezranerê Septîsîzmê ye, ji xebatên Sekstos Empeirikos fêr dibin. Bêguman Sekstos ne feylesofekî xweser e, lêbelê nêrîn û ramanên feylesofan gelekî baş nivîsandiye (Pyrroneioi Hypotyposeis) û bandûrê li xelkê kiriye. Piştre, di Sedsala 4an de, ji aliyê Ezîz Gregorûsî ve bi tawana ku nexweşiya gumanberiyeke pîs belav kiriye, hatiye tawanbarkirin.     

Septîsîzm: (ing: scepticisme), (fr: scepticisme), (tr: kuşkuculuk)

Çavkanî: Dîroka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Bersivekê binivîsin