Di Dînê Êzdayetiyê de Saziya Birayê Axretê

Di Dînê Êzdayetiyê de Saziya Birayê Axretê

Di Dînê Êzdayetiyê de Saziya Birayê Axretê 

Di dema gorkirina cenazeyan de, birayeke axretê amade ye. Divê her kes birayekê wî/wê ê axretê hebe. Ger tu mêr bî, divê xweheka te, yan tu jin be, divê birayekê te ê zilam hebe û dibe ku, du bira jî bibin birayên hevdu yên axretê. Li cem me, birayê axretê pirr girîng e. Çimku em wiha bawer dikin ku mirovî cardin dizivirine jiyanê. Dozîneya/qurama reenkarnasyonê, ji bo ola me gelekî amizger/guncan e. Mirov, xwediyê wê serbestiyê ye ku bi her awayî dikare birayê xwe ê axretê hilbijêre. Mâfê her kesî heye ku ji bo xwe, keç an lawekî birayê axretê hilbijêre. Di vê xalê de ya girîng, ew e ku divê birayê we yê axretê mirovekê baş, nefbiçûk, dilsaf be û divê mirovekê ewle be jî, da ku mirovî baweriya xwe pê bîne. 

Divê mirovekê xwedîrehm be, alîkariya feqîran kiribe, tu kesan ne kuştibe û xelkê aciz nekiribe, be. Mirov dikare bi birayê xwe ê axretê re, tevgerên xwe yên baş û xirab, parve bike. Ji xwe, wateya birayê axretê jî ev e. Yanî mirovî, çi dike, bi birayên xwe ê axretê re dike. Li milê din jî, hem tu jê berpirsiyar î, û hem jî ew ji te berpirsiyar e. 

Birayê axretê, destnîşankarê jiyana te ya wegerê ye. Yanî, biratiya axretê kifş dike, ka tu yê bi çi şeklî carekê din vegerî jiyanê. Yek jî, rolê wî/wê a di civakê de gelekî girîng e. Birayê axretê, dema ku mirî tê şûştin divê li wir amade be. Ger mirovekê beyî ku birayê xwe ê axretê hilbijartibe jiyana xwe ji dest dabe, şêx dibe birayê wî/wê ê axretê. 

Mirîdek, birayê xwe ê axretê axlebî ji malbatên şêx yan jî mîr hildibijêre. Lewra, ji xwe bi wan re nikare bizewice û ev yek, wekî tabuyeka ensestê ye. Di dema hilbijartina birayê axretê de jî, em dêlindêzeke/merasîmeke pêk tînin. 

Bi rêya dêlindêzên cenazeyan, irf û adetên me yên civakî bêtir bihêz dibin û xwe nû dikin. Ji ber vê çendê jî, guherînên ku di dêlindêzên cenazeyan de pêk tên, di avahiya/bastûra me ya civakî de jî, rê li guherînan vedikin. Hiyararşiya ku di navbera kastan de heye, di dema definkirina miriyan de xwe dide der. 

Dema ku mirî tê şûştin, şêx, pîr û birayê axretê li wirê amade ne. Dûa têne xwendin. Di şeklê dêlindêzeke/merasîmeke de ev yek pêk tê. Pîr, avê li laşê ê/a mirî dike û şêx jî, dişo. Birayê axretê jî, ‘girêya serî’ girê dide. Em miriyên xwe, bi kefen dikin û kefen jî, li hêla/aliyê serî ve tê girêdan. Avêtina vê girikê, wezîfeya birayê axretê ye.’ 

Tiştekî din jî heye, bi mirinê re, mal û milkên mirove ku mirî ye, weke diyarî ji şêx re dimînin. Bi wî awayî, mirîd û mezinekî olî, dema ku dertêne pêşiya Tawisî Melek dibine weke hevdu, yanî dibin wekhev. 

Heke mirovek beyî ku ji xwe re birayekê axretê hilbijêre, çû be ser heqiya xwe, wê demê şêxê ku laşê ê/a mirî dişo, dikeve dewsa birayê axretê, dibe birayê mirovî ê axretê. Di vê rewşê de, avêtina girêka serî jî, dibe wezîfeya wî. Di rewşa dîasporayê de, ev tiştên ku em behsa wan dikin, dikarin ji aliyê papaz/keşîş yan jî meleyekî ve werin kirin. 

(Qeyda bandê-1994- Vegotina Cengizxan) 

Werger: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

22.12.2014 

Jêder: Sabiha Banu Yalkut <Melek Tavus’un Halkı Yezidiler>. Rp: 80-86. Weş: siyahbeyaz/Stenbol.

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye.

Bersivekê binivîsin