Di Dilê Amedê De Dengê Abdulla Peşêw, Helbesta Sedan Sala û Daweta Êzdiya

Di Dilê Amedê De Dengê Abdulla Peşêw, Helbesta Sedan Sala û Daweta Êzdiya

Gername: Di Dilê Amedê De Dengê Abdulla Peşêw, Helbesta Sedan Sala û Daweta Êzdiya

Roja din em serê sibê radibin, bi hev re diçin li Xana Hesen Paşa taştê ya Diyarêbekir ya bi nav û deng dixwun. Bê pesindan, hêja ye. Ez naxwazim bibe reklam lê wûsa ye. Piştî taştê hevalê me Memo rêwiyê Farqîn ê ye. Ew û xizmên xwe diçin. Dimîne ez, Phîllîp û Aydin. Em diçin ser berberekî rih û porê xwe diqusînin. Yê Phîlipp û Aydin xweş qusand, lê yê min ji ber ku drêj bû, ji heq derneket. Berberê me kir ku ez ji xwe eciz bibim. Lê ne xeme, xema min êdî çalakiya helbestvan Abdulla Peşêw bû. Dem dihat, me Taksiyek girt ku, bilez me bibe navenda çanda Cegerxwîn. Ajokarê me ne zêde ji navnîşanê serwext e. Ev min dike nava guman û tasewasê. Lê em di kêliya dawî de, beriya bername destpê bike digihîjinê.

Di hundurê zaalê de, Şêxmûs Sefer bi xêrhatina me dike, lê dema wî kême ji bo me. Lê borîna xwe dixwaze. Çenko bi mamoste Peşêw re mijûl bû.

Çalakî bi awakî kamil hatibû amade kirin. Di nava holê de, dengê sormancî û kurmancî dikete nava hev û ji dengan tevneke kurdî saz dibû. Kurte jiyana helbestvanî û bi xêrhatina mazûrvanê çalakiyê Saziya PEN, yan jî Komela Nivîskarê Kurd ya Amedê ji aliyê hêja Şêxmûs Sefer ve hate kirin. Her weha wergera bi îngîlîzî çawa alîkariya min kir, wusa jî bi kêrî Phîlipp hat. Nexwe pêwîst bû ez wergerînim. Xanima Emerîkî bila bibore min navê wê jibîr kiriye. Wê bi mimikên xwe, hişt mirov hê bêhtir ji helbestê û helbestvanî hez bike. Paşê xanim Bêrîvan Doskî bi devoka xwe ya behdînî, beşdar silav kir. Her weha ji bo baş têgihiştinê, wergerandibû kurdiya jorîn, ango; kurmancî.

Piştî wê helbestvanê hêja Abdulla Peşêw, derkete ser dikê. Li ser daxwaza wî hemû kamera û mobile hatibûn tefandin. Bi zaravayê xwe, yê ku wî bi xwe digot; Ger bawkî min ji gorê rabe, wê bêje; ev çi zimane tu pêdiaxfî? Piştî axaftinek kurt û tije dest bi xwedina helbestê kir. Min nekarîbû mixabin, teksktê wî binisînim. Lê min çêjeke xweş ji helbestê Peşêw î kirin. Helbet ez nikarim di ser van çarokê wî re biqevêzim. < di keskê çavê keçên Ewropî de, piçek reşaya çavê keçên welatê min heye>. Her weha;< ÛN- yekîtiya netewa. Li ber deriyê avahiya ÛN Ala hebûn, gava ez ketim hundur, gotin; hey bêwelat derkeve. Min got; ezê ji zaroka re bêjim>. Helbesta wî ya ku ez lerizandim û hêsir ji çavê min rijandin, Sedan Sala, bi sedan sala welatê min pêlav e. Çawa Peşêw bandor li min kiribû, wûsa jî bi deng û awayê xwe, yê ku ahangek li dardixist û dibû tevn. Li hevalê min Phîlîpp jî kiribû. Min nekarîbû tevî jêre wergerînim. Gava min pirsî; Te çawa dît? Phîlipp; awayê xwendina wî gellek tişta bi mirov re diafirîn û vedibêje. Helbet kekê Aydin jî bi bandor bûbû. Lê ji ber ku kurdiya wî qels bû, lewma jî ew çeja dihate xwestin hilnegirti bû.

Gava peyva Peşêw bi dawi bû, min di dilê xwe de spasiya wî kir. Çendîn min xwest xwe bigihînimê lê nebû. Wûsa jî kesên di nava civak û ragihandinê de cîh digirin. Ji dûr ve, li nîvê çavê mirovî dinerin, ku mirov dikare bi hêsanî di çavê wan de bixwîne, ku dibêjin; ev ji me ye, an na? Ango her rêkxistinê zilam û kesên xwe, bi navê „rewşenbîr“ û „ rojnamevan“ hunermend“ û wekî din destnişan kirine. Bi min wûsa dihat, ji bilî Şêxmûs Sefer ti kes, bi nivisa kurdî re têkildar nabe û naxwîne. Ji bilî kesên li ser ekran, dika û rûpelên rojnameyên partiya xwe. 

Xebîneta ku her tişt bi „siyasetvanê, bê siyaset“ ve girêdayî ye. Ev jî bê şensî û neçariya me, dem û dewrana me ye. Em di nava avahiya Cegerxwîn de digerin, ez ji dîmen û agahdariyê daliqandî, hin nivis û dîmena bi Phîlipp re parve dikim. Gava ez derdikevim, derve ez navê nemir Cegerxwîn li ser  avahiya mezin dixwînim, dilê min şa dibe. Navê wî nîşanek ji yê kurd, kurdî û Kurdistanê ye. Dibêjim başe ev jî heye. Bi hizrên şêlû û birçî û awirekî vala dûr dikevim. Em diçin Ofîs ê, kolana hunerê. Qawake tehl bi ser lêv û gewriya xwe de dikim. Û li qehwexanyên li pey hev û miriovên cûr be cûr temaşa dikim. Wûsa jî pirsê hevala, di bersivînim. Dem diherike carna bi qasî vexwarine Qehwekê tê û derbas dibe.

Em vedigerin Deriyê Çiyê û çav rêyê hevalê xwe Memo ne êdî. Memo her dibêje; va ez hatim û nedihat. Paşê telefon dike û dibêje; di nîvê rê de dolabê trimbêlê teqiya. Em hevalekî bi hawara wî ve dişînin. Vedigere ew êdî kar û barên vegerê dikin.

Roja din, em bi hevre taştê dixwun û hevalê min diçin, kabokê min sist dibin û jiyan li min sar û vala dimîne. Jiyan û ger bi hevala xweş e. Lê her dawî, destpêkeke nû ye. Her destpêk jî dawiyeke nû bi xwe re tîn e. Ez piştî derketina hevala xwe amade dikim û derdikevim derve. Li otobûsê bajêr siyar dibim. Berê xwe didim Deriyê Çiyê dîsa. Ez diçim hotêla ku xelkên êzdî, yên ji bo dawetê hatibûn. Li wir ez Kurxal, yan jî ji ber temenê wî û hurmetê em dibêjin; Xalo Ferho û şêx Ehmed dibînim. Em silavê didin hev û rûdinin, piştî vexwarina çayê, ez dibêjim; ez dixwazim herim dawetê. Ew ne zêde bi xwestekbûn, lê ez bi tenê nehiştim. Piştî qasekî xwe karkirin û me bi taksiyekê da ser rêya gundê Baxçecikê. Beriya em ji navenda bajêr derkevin, ewlekarî di ofîsekê de me radiwestîne, nasnama ajokar distîne û piştî derketinê dîsa dide wî. Em dikevin rê lê ne rêye, aûtomobîl hêdîka diçe ji kort û qoncala. Rêka herî xirab yek jê ev rêya bû. Lê min nedixwest hişê xwe bi rê re mijûl bikim.

Em bi rêve qala serboriya mêrên êzdî yê ku ola wî bûbû kuzotê agir, û wan di paşil û berika xwe de, di parast. Nasnama mêrê êzdî simêl bû û li ber pozê wî bû. Dibû toqê pêsîrê û xwe li dor qirika wî di pêça. Ez fêr dibim ku malmezinekî êzîdi simêlê wî aliyek ji qurm ve, ji aliyê leşkerê tirka ve hatiye hilkirin. Wî bi mehan devê xwe bi desmalekê pêçayî. Ez fêr dibim ku mêrê êzdî bi dizî û di rêyên cêwaz re xwe berdane nava sûr û bedenê Diyarêbekir. Bi qasî ez fêrdibim, çerxa felekê her di destê zalimande bû ye û wan li gorî berjewendiyê xwe zivirandiye. Xwezî niha ne wûsa bûya. Lê dunya ya xurta ye. Ez fêrdibim li aşê embarê heta arvanê yekî misilman hebûye, yê mêrê êzdî neketiye aş. Çenko ard û aranê êzdiya wê yê wan „heram“ bikira. Lê bi qasî ez fêrdibim û dibînim derdê têkçûya pirtûk û kîtabe nanivisînin. Li vê herem û axê, dîrok û çîrok jî bi fermana hatine û hêjî têne nivîsîn. Rûmet ji qelemê re jî nehiştine.

Gava em bi raserî gundê Baxçecikê dikevin, gund di nava dexl û zeviyan de weke hêlînekê ji dûr ve dixuye. Li destpêka gund Goristana Êzdiya heye. Derdorê wê bi têla ava kirine. Ez dixwazin dakevim û ji nêzîk ve bibînim. Lê dem ne dema miriya ya zindiya ye. Dawet û dîlan li gund heye. Em di nav gund re diçin, di nava gund de mizgeft û mala taxa misilmana li rex hevin. Em bi jor ve diçin, mala êzdiya ya ji malakê û avabûye heye. Em diçin li ber Mala Baweriya Êzdiya ya taxê park dikin. Govend li dare. 

Em çawa peya dibin. Xwediyê dawetê apê zavê Brahîme Hemedê Dewrêş, tê bi xêrhatina me dike paşê bavê zave Yilmaz tê. Em li bin siya sarê li ser kursiya rûdinên, ji me re av tê em vediwun. Her wûsa xelkên nas û dost ji her alî beşdar bûne. Ez li wir kekê Neyet û Nûrî nas dikim, Neyet ji Elmanya Nûrî jî, Wêranşar beşdarî dawetê dibe. Tevî ku kelegerma meha gulanê ye, xelkê gund û yê niştecih govendê digerînin. Ez bala xwe didim xelkê ji elmanya beşdar bûne, xwe dane bersiya dara û xwe tev nalivînin. Tevî ku germ bû, lê sirra bayê jî dihat. Lewma jî mirov hê dikarî bû dîlan bikira. Ez dipirsim; çima jin dawetê nakin? Ji min re tê gotin; ji bo hurmeta jinê misilman, yê êzdî jî êdî cûda li aliyê jina dawetê dikin. Ez şaxis bûbûm û bêdeng. Her çiqas ez daweta hezdikim, lê ew kêfa û wensa min çûbû. Min ne karîbû li mêrê di nîvê meydanê de xwe hilor dikin temaşe bikim. Tevî ku ez ji govenda Diyarêbekirî hezdikim jî. Min xwezûrê brayê xwe Loqman, Mistefa ê Reşo, ji wan de dibêjin mala keya, bi xwe re bir û em çûn ser kaniya gund. Her weha mala wan, ya kavil bûye. Gava em diçin, ew mala xwe bi min dide naskirin, warê canik û camêra. Ciyê civat û xelata. Ji malê tiştê tenê bedew maye, ew dara ku rehmetiyê bav, yan jî apê wî çandiye maye. Xêniyê wan çardax bûye, jor odeya mêra û jêr jî aliyê jina bûye. Li kêleka mala wan mala rehmetiyê xalê min Sefer bûye. Ez dixwazim bêhna wî bikim, lê erda sare bêdeng û pêjne. Xalê min Sefer ji gotina diya min Besna Hecî, di seferê de çêbûye. Lewma jî navê wî kirine Sefer. Di dema serhildana şêx Saîdê Pîran de çêbûye. Ji gotina xalo Ferho, hêjî erdê malxalanê min, yê koçankirî li gundê Bosparê heye. Lê bi awakî ji dest wan girtine.

Em diçin ser kaniya Baxçecikê xule xula avê ye. Motor jî dane ser. Xal Mistefa qala xwe û dem û dewranê berê dike. Ji gotine berê gundê Baxçecikê xurû êzdî bûne. Li şûna êzdîyê pirr maye derd, kul, gor û bayê kur. Em vedigerin, nava dawetê. Dawet bi hemû heybeta xwe didome. Ez qasekî dikevim govendê, dibe reqe reqa çeka ez jê derdikevim. Dengê çeka, hem min diêşîne û hem ditirsîn e. Lewma jî min nekarîbû dîlan bikim. Bi demê re xwarin tê, ne weke berê tirşik û safar bû. Min bîriya xwarina dawetê berê kiribû, lê dem hatibû guhertin. Weke ewropa ew jî di teyfikê lek de xwarin anîn ber me. Mala wan ava. Xwarina wan xweş bû. Roja dawî bû, çav li rêya bûkê û zava bûn. Bi tûtîna zirna trêmbêlê re, Bûk û Zava hatin. Bûk ji Elmanya ye, û zava jî li welêt dijî. Mala bav û dêya bûkê û ya wê jî ava be, ku qayiliya xwe bi vê yekê aniye. Bûk derdikeve şahî werdigere govenda êzdîkî. Jin û mêr ligel hev govend û şahiyê digerînin. Lê dengê çeka guhê mirova kerr dike. Heta zarokên deh, dozdeh salî reqîna wane û çeka diteqînin. Lê bi hatina bûkê re govend nadome. Piştî qasekî govend radiweste. Êdî dema xatir xwestinê ye. Berbûk diferikin, yên ber bi Elmanya ve, yên ber bi hin warên din ve. Lê li dewsa wan mala êzdî ya bi tenê dimîne. Êzdî jî bi êzdiya êzdî ne. Ez ji xwe re dibêjim; heta kengê? Em li trimbêla xwe siyar dibin û berê xwe didin; Diyarêbekir, cih û warê Şêxobekir. Êzdî wûsa dibêjin. Nava bajêr tije wesayîtê polêsa ne, gava em dikevin nava hotêlê, xelkên bi rih û kinc reş dadikevin nîvê meydana deriyê çiyê. Di demek kurt de, têra xwe kom dibin. Dengê mêra û jin jî têra xwe hebûn di nav wan de, her bang dikirin; Tekbîr, teeekbîr. Em bala xwe didin wan ku PKKê protesto dikin. Û dûrişmên li dij PKK ê diavêtin. Ev cara yekem bû ku ez xwepêşandaneke li dij PKK ê zindî dibînim. Ji xwe re dibêjim; Ev dunya ye, carê dora hineka ye. Paşê belav dibin, êdî êvar û şev e. 

Ez têlê didim malê û mala bavê xwe, qala şîna rehmetiyê Îsmet ê Tiho, yan jî Bariş. Ew zavayê apê min e. Roja din dîsa berê min li Wêranşarê ye.

Newaf Miro

newafmiro@gmx.de 

15.07.2014 / Didome… 

Ger çavkaniya nivîsan neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin