Di Civaka Antîk Yewnan de Sofîst

Di Civaka Antîk Yewnan de Sofîst

Di Civaka Antîk Yewnan De Sofîst

Sofîst di civaka antîk yewnan de ew kes bûn ku bi peretî (bi diravan) dersan didane zarokên dewlemendan. Hinek caran jî, hatiye dîtin ku Sofîstan zanayiyên xwe yên felsefî ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bikar anîne. Di nav wan de gelek mirovên ku, bi hatiniya dersan dewlemend bûne jî hebûne û ev yek, ji aliyê gelek fîlozofan ve bi awayekî pir dijwar hatiye rexnekirin.

Protagoras

Berî Zayînê di navbera salên 485- 420- an de jiya ye û cihgirê Sofîstan yên herî mezin tê hesibandin. Di heman demê de serpereştê Sofîstan e, seranser li hemû Yewnanîstanê geriyaye û ders daye şagirtên xwe. Cara pêşîn ê ku ji bo dersan pere sitandiye, Protagoras e. Bi saya hatiniya wan dersan, gelekî dewlemend dibe. Protagoras, felsefe û dazanîna xwe li ser şikê û nerastiya sehekan ava kiriye û bi pirtûka xwe ya bi navê “XWEDÊ” navdar bûye. Bi ramanên xwe re yên ku di vê pirtûkê de bûn, Atomparêzan gelekî aciz kiriye, pirtûkên wî, li AGORAYÊ (cihê bazarê) hatine şewitandin û cezayê îdamê sitandiye. Lê, di dema dawî de direve û rihê xwe xilas dike. Piştî vê bûyerê, jiyana xwe ya mayî li biyaniyê didomîne. Li gorî zanayiyan pirtûkeke wî yêke din jî bi navê “AXAFTİNA RAST” hebû ye, lê mixabin, ev pirtûk bi demê re ji holê rabû ye.

Ji Gotinên Protagoras

1- ‘Xêbatên ku ji bo bidestxistina zanistê pêk tên, bêqîmet in.’

 [Ji sedemê vê gotinê, Protagoras wek mirovekî dijzanist hatiye dîtin.]

2- ‘Ez di warê zanayiya Xwedêyan de bêçare me. Ez nizanim, gelo ew hene yan na? Hege ew hebin, ez nizanim ew di şeklê çî de ne. Lewra, di vî warî de li pêşiya bidestxistina zanayiyan, gelek astengî xwe nîşan didin. Wek mînak: Bi sehekan nayêtin dîtin, bihistin û mîna, kiniya jiyana nîjada mirovan.’

3- ‘Mirov, pîvana her tiştî ye yên ku hene û yên ku tune nin. Her tişt, çawa xwiya bikin, ji bo min jî ew wiha ne. Çawa ji te xwiya bikin, ji bo te jî ew wiha ne. Ji bo yên diqufile ba serma yên ku naqufile jî, ba ne serma ye.’

4- ‘Li ser her tiştê ku dijê hev in, gengaz e ku mirov bikaribe du peyvan bibêje. Divê em raman û peyva qels, bihêztir bikin.’  

 (Ev gotin, wisa xwiya dike ku ji bo veşartina xirabiyên Sofîstan hatiye gotin ku, e wan di wê dewrê de bi peretî ders dane şagirtan, ev yek jî di wê dewrê de nebaş hatiye dîtin.)

5-  ‘Yên ku ji rûmet û hiquqê bêhay in; divê ew ji bo xêra dewletê û li ser navê dewletê, wek nexweşiyên mezin werin dîtin û divê ji holê bêne rakirin.’

6- ‘Fêrdarî, hewcedarê xebat û afirînê ye û divê hê di xortaniya mirovan de, fêrdarî dest pê bike.’

7- ‘Hege mirov danekeve kûrahiyan, di giyanê de fêrdarî çênabe.’

8-  ‘Ez dibêjim ez Sofîstek im û mirovan perwerde dikim. Salên dirêj in ku ez di nav hunerê de me. Xorto! Hege tu bi min re rabî û rûnî, wê tu ê çêtir baş (fêr) bibî. Wê rojên te jî baştir biborin. Yên ku wê ezê fêrî te bikim ev in: Di karûbarên malbat û dewletê de têgihiştin. Ango, zanîna birêvebirina malbatê û ji bo zanîna siyasetê, perwerdekirin. Tiştê herî mezin û giranbiha ev e ku wê ezê bidim te:Ez soz didim te ku wê ezê te mîna mêran, bikim hemwelatiyekî zana. ”

Gorgîas

Berî Zayînê di sedsala 5- an de jiya ye û wek Sofîstên din, ew ji bi hatiniya dersan, dewlemend bûye. Li gorî zaninan, Gorgîas di nav Sofîstan de zilamekî xweşgotarbêj bûye û cara pêşîn yê ku hunera retorîkê (hunera gotarê) bikar aniye, Georgias e. Gorgîas wisa dewlemend bûye ku, peykerekî xwe yê zêrîn dide çêkirin û li perestgeha Delphoîneyê, radixe seyra mirovan. Gorgîas, hemû derfetên dewlemendiyê bikar aniye û heta 107 saliya xwe jiya ye.  

Berhemên Wî Yên Ku Têne Zanîn

1- “Li ser tinebûnê.”

2- “Pesindana Helenê” ne.

Ji Gotinên Gorgîas

1-  ‘Ne gengaz e ku mirov bi riya aqil têbigihêje Xwedê, Xwedê ji ber vê yekê rasteqîn e.’

2- ‘Bi axaftinê, hûn dikarin hemû daxwazên xwe bi mirovan bidin pejirandin. Lewra, ew ji zanayiyan bêpar in.’

3- ‘Tu tişt tune. Hege hebe jî, mirov tênagihêjê. Hege em têbigihêjin jî, em nikarin ji tu kesekî re vebêjin û guftegoy bikin.’

(Wiha xwiya dike ku, Gorgîas bi vê gotinê re Nihîlîzmê parastiye. Nihîlîst, baweriya xwe bi tu tiştî naynin, an wiha difikirin ku tu tişt na rasteqîn e.)

4- ‘Ji ber ku ne li ber çav e, nenas e. Ji ber ku ne hebûn e û xwiyakirinek e, bêhêz e.’

Sofîstên Din Yên Navdar

1- Gelî mirovan. Ez wiha difikirim ku hûn ne ji rûyê zagonan, lê ji rûyê xwezayê pismamên hevnîjad in û hemwelatî ne. Lewra yên mîna hev, dişibin hevdu û ji aliyê xwezayê ve hevnîjad in. Zagon jî, bi zordariya xwe û ligel xwezayê, gelek tiştan bi zorê dide kirin…

Hîppîasê Sofîst  

2-  ‘Maf, malê xwedîhêz e.’ [Ango yên bihêz, xwedîmaf in.]

Tbrasymakbos

3- ‘Em hemû, ji xwezayê û di hemû tiştî de hatine afirandin. Çî helen, çî hov.’

Antîphon

4- ‘Zagon û kevneşop, qral in ku bi eşqa dewletê bi cîh bûne. Felsefe jî, li dijî zagon û kevneşopan qesrek e. Xwedê, hemû kesî azad kiriye û xweza, tu tiştî ne kiriye kole.’

 Alkîdamas

5- Zagon, mafê hemû mirovan sewgiran dikin. Lê, ew ne xwediyê rolên exlaqî ne. Aderî, naçirisî û ciwamêrî, xwe bi tenê dispêrin peyvê… Lykopbronê Sofîst

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin