Di Çanda Antîk Yewnanî de Lêgerîna Arkheyê

Di Çanda Antîk Yewnanî de Lêgerîna Arkheyê

Di Çanda Antîk Yewnanî de Lêgerîna Arkheyê

Çanda Antîk Yewnanî û şaristaniya wê, xwediyê qerektereke dualî bû. Ji aliyekî ve di warê kulturê de gihabû asteka gelekî baş, lê li hêla din jî di hinek babetan de xwediyê hinek adetên xirab bû. Mesela, li aliyekî baweriya xwe bi Xwedayên Olîmposê dianin û li aliyê din jî, zarok û jin di civakê de kole bûn. Cîbicîkirinên bi vî rengî, piştî demekê wiha kir ku di civakê de bêhevîyêke dest pê kir û hinek bûyerên ku civakê bêhêvî dikirin, derketin holê.

Li hemberî vê çanda dualî ya ku civakê bêhêvî dikir, fîlozofan dîsa jî têgihiştine ku di gerdûnê de guherînek bêrawest heye û gerdûn, her dem di guherîneke wiha de ye. Ji jiyanê ber bi mirinê, ji zarokatiyê ber bi pîrbûnê, ji biharê ber bi zivistanê ve, her dem guherîn û veguhêrîneke bêrawest heye. Divabû li pişt vê guherîna bêrawest, heyîneke ku her dem hebûna xwe didomîne jî hebûya. Destpêka felsefeyê û xwesteka şirovekirina <Îyonyayê>, bi lêgerîn û pirskirina vê heyîna mayende (arkhe), dest pê kiriye û îyanyayiyan, xwestine ku bi vê yekê bizanibin. Fîlozofên Îyonyayê, navê vê heyînê danîne ‘arche.’ Arkhe, ew element bû ku ligel hemû guherînan, nedihat guherîn û her dem weke xwe dima.

Piştî hinek rûdanên ramanî , Thales wekî fîlozofekî dertê qada civakî  û ku B.Z. (Beriya Zayînê- Beriya Zayîna Îsa Nebî) di sedsala 6 an de jiya ye, gotiye ku arkhe av e. Hinek fîlozofên din jî ku xwediyê ramanên cihêreng bûn, wan jî arkheyê, bi madeyên (elementên) cihêreng şirove kirine. Mesela Anaksîmenes (Anaximenes) hewayê û Herakleîtos jî, agir weke elementa bingeh dîtiye û bi vî rengî, arkhe hatiye şirovekirin. 

Fîlozofên îyonyayî, dema ku li madeya bingehîn ya gerdûnê vekolane, tu rêbaz yan jî ezmûnên (deneyên) zanistî bikar neanîne û bi riya *spekulasyonê, xwestine ku xwe bigihînin encamê. Herçuqas li ser hinek babetên razber/soyut/nedîtbar yên weke guherîn û yekîtiyê rawestiyabin jî, vê yekê bi bingeheke madî pêk anîne. Elementên ku ji bo şirovekirina çêbûna gerdûnê hatine bikaranîn; yen weke agir, av, hewa, ax û hwd. hemû jî, madeyên madî û girgîn/somut/berbiçav in. Dema vê yekê pêk anîne jî, mirov dikare bibêje ku xwe ji bandûra sehekan rizger kirine û bi awayê razberkirinê/soyutlamayê vê yekê pêk anîne.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

13.01.2015

*Spekulasyon: Zanayiya ku xwe naspêre ezmûnê û bi tenê bi riya aqil tê hilberandin. Encamên zanayiyên ku bi riya spekulasyonê têne hilberandin, nayên pîvandin yan ceribandin.

Bersivekê binivîsin